|
AWIREK
LI HEÞTÊ ADARÊ Rukiye
Ozmen Destpêka tekoþîna jinêy ê di 8'ê Adara sala 1857
de li bajarê NewYorka Amerikayê biqas çil hezar Jinên ku di sektora
tekstîlê de dixebitin, di rojêde ku kar ji donzdeh seatan derbasdibû û
miza wan (ücret) kêmî ya karkerên mêr bû, daxwaz dikirin ku rojê kar
dakevê heþt seatan û heqdestek wek hev ji wan re werê dayîn bi vê
mebestê dest bi girevê kiribûn. Ev
daxwaza wana rewa li liqayî zilm û ne rêzgirtina mafê mirovan hatibû di
encamê de ji sedî zêdetir jinî, jîyana xwe ji dest dabûn. Piþ tî vê bûyera trajedik ku mohra xwe li dîrokê
xist bê goman tekoþîna jinan ala xwe êdî bilind dikir û daxwzên xwe yên
bi rûmet bilêv dikir.. Di 1908 an, carek din hijmarek biqas panzdehezar jin
li New yorkê meþiyan bi daxwaza mafê hilbijartin hatineke(gelir) baþ
û di dema zarok aninê de betlane xwestibûn, þîara (sologan) wan
nan û gulbû, nan misogerkirina jiyanê têrkirina zik, gul jî sembola
jiyanake bi rûmetir û baþtir bû. Cara ewil 28'ê rêþemiya ji vê salê wek roja jinê
hate pîrozkirin. Di sala 1910 Clara Zetkin a seroka partiya sosyalist
Alman; li bajarê Kopenhagê dowemîn Konferensa enternasyonala jinan de ku
ji 17 welatan 100 delege tevilbûbû pêþniyarkiribû ku 8ê Adarê bibe
roja Jinan û pêþniyara wê hatibû pejirandin. Di 1977 de Netewên Yekbûyî 8'ê Adarê wek roja
Jinan û roja aþitiya navnetewî pejirandibû. Serdema em têde vê rojê tenê qismek pir piçûk ji
civaka jin qala êþ cewisandin
bê sincî û bê ujdaniya li hember nasnama wêya zayendî têkirin dike. Jin ku dinava civakê de nivê þêniya mirovanin,
pirsa çima tenê vê rojê xwe bibîr tînin daxwaz û pêþniyarîyên xwe
dikin di serê merovre de çêdike. Bi vê biraninan xwe çiqas pirsgirêkên xweyê
nasnama zayendî çareser dike heroj çend seatan tekoþina li hember çewisandina
li ser mafê xwe û mafê mirovahiyê dide. Li seranserê cihanê Jin çiqasî nunertiya xwe dike;
li welatê ku ji heri di parlamentoyê de ceh digrin Siwêd e; mixabin ew jî
kota ji seda 45 e, li welatên din her hijmar kêm dibe heya tê welatên ku
hîna jin nexwedî mafê dengdanêne. Dema merov çavdêriyekî li derdorê bike sedemên vê
binpêkirina maf û azadiya jinê çend nîmonan bide, mînak li parzemîna
Ewropa û Emerika qismekî Asya jî propaganda bin navê demokrasî û
nujeniyê de, koletîkek modern bipêþ dikeve, zemîna vê nujeniyê koleti jî bi hînbûn û girêdana arkol eroin esrar
a di bar û dîskotekan de wêneyên jinan mezin li panoyan de, ku hinkes bi
kuþtina mirovahîyê sermaya xwe zêde dikin û rant digrin, ev dibe sedema
mezinbûna sektora laþfirosjiyê, mixabin alav û çavkaniyên ragihandinê
jî ji vê kiryara ku nirxê mirovahîye dilewîltînê re bêdeng dimînin. Li parzemîna Afrika ji ber koloniya ku bi sedsala
didome xîzanî bi zorê zewac kevneþpî û paþverutî û li hin welatan jî
sinetkirina keçikan buyerên ku heroj em di ser þaþê Tv nav Rojname wkd
de dixwînin û dibînine. Li parzemina Asya ku em jî civakek ji vê parzeminê
ne ji ber nasnama xweya zayendî hîna di derguþê de reþramiya ku beþek
ji civakê nêzîkbûna keç wek mal dîtin serê bav de mezin dibe, xwîska
birê, jina mêr, di temenek piçuk de zewaca bê vîna wê dana ser hewîyê,
qeleng, berdêl û bê parkirina ji malê bavê. Ji ber bandora feodalî û çewte þîrovekirina olî
ku xwendinî wek gunehe ji jinan re, jin bê xwendinî û bêpîþe dimînin,
ji lew nika debera xweya jiyanê bikin ev dibê sedema girêdana bi mêr ve
û serê xwe ji hemû zilm û zoriyê re ditewîne. Hin jin jî ji aliyê pergalê ve ji ber bawermendiya
xwe ku serê xwe dinixwumînin ji kar, ji dibistanê têne dûrxistin û
ceza li wan tê birîn Destdirêjiya ku mêr li jinê dike þûna mêr ku mêr
ciza bike dîse jin tê cezakirin bi kuþtin, bêhvil jêkirin recimkirin
derbiderî cîhanêkirin. Ji ber ramana xwe ku dikevê girtigihan destdirêjî lêdibe
û polis û leþker ji ber newin hiþkerekirin wê û malbatê bi kuþtinê
tehdît dikin ew polis û leþger bêne iþkerekirin jî nayên ceza kirin. Hemu þer pîs û bi êþ in lê para mezin êþê jin
dikþine, di þer de mêr bav kurê xwe windadike. Bi teybetî li rojhilata navîn ku va namusê wek
destek dinav xwîn û qirêjê li sipî aniya wê ketiye jin li hember êþ
û bêrûmetiyan te. Peyva di olê de guneh di civakê de eyb û di di
pergala halê hazir de qedexe, ev hersê faktor di bin navê bidarvekirinê
de dibin sedema cur bi cur dawî anina jiyanê. Bi ketina sedsala bistûyekan armanc û bêriya ev
sedsal bibe sedsala jinê, dive jin di her saziyan de cîh bigrin da pergal
û desthiladariya mêr kêm bibe, Ji bo ku em êdi van bênpêkirin û çawsandina
mirovahî kêmbikin divê hemû mirovahî çalak be bêgoman jin serkêþiya
van çalakiyan bike, da ev binpêkirina mafê jinê derbasî nivþa pêþiya
me nebê Ji lew pêwiste saziyên sivîl pirtir û çalaktir
bibin, mînak rojek ji salê jin li qada buça- ku ji bo kirîna silehan tê
veqetan din bi ewayîkî xurt werê pirotesto kirin, ew dirav ku pariyê devê
xîzana ye û dibe gule li wan vedigere, bila perwerde pêbêkirin. Dîse ji salê rojekê, ji bo piþtgiriya jinên bune
mexdurê þer, berpirsên destdirêjî û iþkence li jinan kirine kiryarên
van sucan bêne ceza kirin. Da 8'ê Adarê wata xwe bi nirxtir û meztir
bike ji bo wekheviya mirovahîyê. Bi hêviya em êdi heroj wek roja 8'ê adarê bi
berpirsiyarî tevgerin û hêvîyê xwe bixin pratîkê 8'ê Adarê li hemû
mirovahî û bi teybetî li jinên kurd pîroz be.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org