Bayê þîn

Rukye Özmen

Ev xuþêna tazî,
zimanê hêza te
ya veþartî ye,
rêwîtiya bê rawestan e.
te ne bar e hilgirî,
ne jî sînoran dinase.
Xeþîmî ji hejmara
baskên  xwe çend car
xwe bi rûyê okyenûsê
yên nermesipî þil dike.
Çend  pêlan har dike
û difûrîne ber bi bilindiya
þinasayî ya esman ve.
Tu bê hest î
miþêna te pelên bi hezar daran
ji þaxên wan direvîne,
û  kulîlkên bihîvan dinefirîne.
Bayê  þîn !
te nîne çav, þev û rojan
jev dernaxî
fîzêna  te dilê çend keç û xwortên
civandayî hev veceniqand
û ji þêrînxewa
evînê hilçenandin.
Bayê þîn !
tu bû wî þahidê
leyistokê çend bêbextan.
li Mehabad, li Amed û Hewlêr
te bi sariya xwe mohra fermana
çend  Rêberan
li ser kaxetê zuha kir,
û xunava çend stûwên
di kendîlê de dihejîn pijiqand erdê
û pê çira çend nifþan vemirand.
Bayê þîn !
te çawe pivkir
agirê sînema Amûdê
tebloya baxekî nûjîn
di asoyê de perçekir
û rijiya hestiyê  wan bêgunehan
te da ber himbêza xwe winda kir.
Bayê þîn !
te çend bablîsok li hev zivirandin ji xerdelê
di mirin barîna Helebçe de
û çawe bajarekî þîn hiþk kir.
Li nav kemînên mirinê yê bistirî
kel bêriya çendan te li ser lêvên wan sarkir.
Bi vîzêna xwe çend ritim wergirt
li ber nalîna bûkên
birîn neqemiþî ji perîþanî
û te rondikê
çend dayîkên kezeb þewitî
di nav mijangan de xeniqandin.
li Cûdî, li Zagros te guliyê
çend  ciwanên bê gorn ji wan dizî
û li mesîlan, li direhreþkan aland.
Te li çend gundan agir gurkir
û  li cihêzê  keçan bilind kir rimî
di nava dûmanê de
hêviyên çend ciwanan fetisîn.
Li nava diwarên cemidî û bistan de
silava ji tîna rojê
te da çend girtiyan?.
Xîzên derbehiþkê çendan
ji wan  hênîk kir?.
Bayê þîn !
agir sir giraniya xwe
di nava xwe de veþartiye
lê tu jê quretir î.
Av bi herka xwe ya zelale
her dem xwe diguhêre
lê tu jê bi leztirî
Ax bi pîroz avisiya xwe
her dipiþkive
lê tu jê bitevgertir î.
Bayî þîn !
biþêle ji  kêlên cangoriyan
zinarên þile xwînî
bi þêl e ji awirên hezkiriyan
ji  pêtê germiya Newrozan
bihejîne ala nû, vejînê êdî
li esmanê welatê rojê.