BENDEWARIYA EVÎNEKE GUNEHKAR
Rûkiye
Özmen, E-meil.rukiyeozmen@hotmail.com
Bayekî sar diþêliya, bêhna
kuzûrê jê dihat, lê ew hînî ser mayê
bûbû, jiyana wî ji derve derbas dibû,
kesî nedidît, ku ew kengê tê rawestgehê û kengê ji rawestgihê diçe,
timî li wir dixuya.
Ew mîna heroj, berî herkesî
li ser kursiyê rawestgehê rûniþt, kîsikê titûna xwe derêxist û
bi destên xwe yên ji sirê xerpijî, çixara xwe pêça û xiste nav lêvên
xwe yên qeliþî.
Çeqmeqekî kevin ji berîka xwe derêxist, çixara xwe pêkir
û ji kezebê kiþand, bi miza pêþîn çixara stûr birîndar kir.
Bayê sibihê pora wî ya dirêj a bîrovî li ser simbêl
û riha wî ya ji dûyî çixarê zerbûyî werdikir.
Bi destekî çixware digirt û destê din li qotiya bîrayê
digerand; diranên wî tev zingar girtibûn, hîna qotiya wî vala nebûbû,
dest avêt qotiyeke din û bi ser xwe de kir.
Bajar hedî hêdî hiþyar dibû û rûniþtivanên bajêr
qesta rawestgehê dikirin.
Ew rawestgeh navenda bajêr bû, hema hema rêwengîtiya
bajêr tevayî ji wir dest pêdikir.
Xwendevan û karker tev li wir siwar dibûn diçûne kar û
dibistanê.
Êdî herkesî ew dinasî û herkesî kursiyê wî jî
dinasî, ne kesî pirs jê dikir ne jî kes li cihê wî rûdiniþt.
Awira wî tenê li deriyê otobûsê bû, dema otobûsek
radiwestî, dilê wî, ew dibir ber derî û awirê wî yê tijî bêrî, li çavên
wê digerandin.
Dema ku nedidît, xwe bi þûn de vedikiþand, êdî þifêrê
otobûsan jî bi wî dizanîn, ku
ew ne rêwengî ye.
Keçekê û xortekî destên hev girtibûn û dimeþiyan.
Keçê kaxeteke ku çend rêzên nivîsê li ser bûn avête teneka qirijê.
Dema çavê wî bi wan ket, bi hêrs rabû ser xwe û got: Kaxeta xwe li vir nehêle,
wê bi xwe re bibe!.
Keç û xortên kelgerm pêkeniyan û bêyî ku ti bersivê
bidinê, wan milên xwe li hev kiþandin û meþiyan.
Hîna di hêrsa wan de bû, dengê otobûseke din hat, li
ber derî rawesta û nihêrî, lê ji wê jî tikes peya nebû.
Dîse hîsên wî yên germ sar bûn, di cihê xwe de rûniþt
û bîra xwe bi ser xwe de kir, heya dilop jê werivîn
Ciwanekî ku pantorfereh û jêde hatî xwarê, li ber wî
qaqilka þekirekî avêt, bi hêrs da xwe û got rahêjiyê.
Ciwanê bê tore û mehrîfet bi kenekî mekroh got, tu
vala yî, dikarî bixî berîka xwe, û meþiya.
Roj hatibû nîvro, hinekî qerebalix kêm bûbû, êdî
herkesî diçû xwarina nîvro dixwar. Lê xwarin û vexwarina wî tenê bûbû
mey û çixare.
Serê xwe kiribû ber xwe û bi wê difikirî, rûyê wê
di çavên wî de rûniþtî bû. Pêjnek kir, serê xwe rakir, çavê wî bi þûn
ve bi jinekê ket, ji cihê xwe rabû û bi çend gavên dirêj
xwe gihandiyê, destê xwe dirêj kir, ku bavêje milê wê, lê belê
jinik lê qulibî û bi qulibandina jinikê re, pêleke germ ji fihêtiyê û
yeke sar ji kelecana ku lê cemidî bû pêde hat, serê xwe kire ber xwe û
vegeriya ser kursiyê xwe.
Bîrayeke din vekir, da vexwe, lê ji bo ku hinekî jana
birîna xwe sivik bike û careke din, bi baweriya ku wê ji rastiyê dûr
bikeve, demeke din xwe bixapînê, berê xwe da qehwexana pêþber rawestgehê,
ku lê mey jî difirotin.
Dema giha nava kolanê, wê demê otobûseke din hat, ew
qulibî, ku vegere, þufêrê otobûsê þeliþî, li þûna firênê, pêl gazê
kir, di bin tekerê otobûsê de, mîna keremperekê li hev qulibî.
Coyên sorxwîna zirav li ser canê wî tev li hev dibûn,
hemû kesên di otobûsê de û li wan deran, di ser wî re bûne kom. Xatûneke
porreþ a bejinbilind, çavbelek jî ji otobûsê daket, bi mereq ber bi koma
mirovan ve çû, pêve çû, xwe hêdî hêdî di nav mirovên kombûyî de nezî
kir, daku bizanbe ka çi bûye.
Lê dema çav pêket, tevzînok bi laþê wê de gevizîn;
xwîna wê bi lez kelî, bêyî ku bizanibe ew kî ye, dilê wê destên wê avêtin
milê wî û lê nihêrî, dil û ramana wê serûbino bû.
Dema mêrik mijangên xwe, yên ji xwînê þil, giran li
ser hev rakirin û lê nihêrî, giyan bi laþê wî de hat û bêyî ku biaxivê,
tenê li çavên wê yên belek nihêrî û di bêriya evîna wan de noq bû,
rondikên çavê wî, piþtî çend salan careke din bariyan, di nava qermîçonkên
rûyê wî yê ziwa de winda dibûn.
Destê xwe giran avête sînga xwe ya birîndar, ew toq û
nota ku li ser nivîstibû, ku li vê rawestgehê li benda min be, ber bi wê ve
bir. Dema xatûnê dest avête wê notê, nivîsa li ser qaxeta spî hinekî
xira bûbû û dilopek xwîn jî ketibû ser, laþê wê reidî û teliyên wê
hêz windakirin, ku bigire.
Ne guhên wan pêjna mirovên li dora wan dikirin, ne jî
çavên wan tikes didît.
Ciwanekî kin hat li ber rawestiya û got, dayê were em biçin,
bavo bang te dike.
Mêrik tenê ew his kir û got, min ji te hezkiribû, ji te
tenê, ji te. Bi hezkirina te min ji vê rawestgehê jî hezkir, ez li benda te
bûm, va ye tu hatî, lê berî ku tu min bibînî, te bi tekerê otobûsê canê
min berda erdê, ava canê min meyî. Bi dîtina te jî, te dil berda erdê. Ew
dilê ku tenê tu di bin perda xwe de veþartibûyî û sînga min tenik kiribû,
te bi nasîna xwe her zarok û paqij hiþtim, te bi çûna xwe bi bêrî û bi hêvî hiþtim û bi hatina xwe te ez kuþtim.
Cara dawî dilê wî lêda, guh û laþê wî cemidî û
perda reþ hêdî vebû, kete ber çavan, her çirkekê (saniye) ew bi salan ji
jiyanê dûr dikir, lêvên wî reidîn û her tiþt rawestiya.
Bijîþkên li tenîþtê, ew kirine erebê û birin nexweþxanê.
Jinikê nedizanî lingên wê, wê bi kû de dibin û li texsiya ku mêr û kurê wê têde siwar bû, û cara dawî þopek li rawestgehê ma; ew jî dûyê eksoza texsiya wê û ereba nexweþxaneyê bû .