BÊRIYA TE EZ BI BER TE VE ANÎM
Rûkiye Özmen, rukiyeozmen@hotmail.com
Bêriya te lez dida ponijandina
min, ku ez bême ba te, lê tûrê êþê bi piþta min ve zeliqîbû û ez xam
kiribûm; her ku min lingê xwe ber bi teve tavêt, êþê dû gavan ez bi þun
de dikiþandim.
Destpêkê qet ji te ne xerîb bûm, di hestfûrîna þevê
de tu li ser taca mêhvandariya xewnên min bû. Bi derbasbûna hefteyan û
mehan bi þûn de, êdî mêhvaniya te sist bû.
Salan gelek sînor xisetibûn navbera me
û derbasbûna wan sînoran pir zor bûbû.
Tu guhêrîbû, wî bi guhêrandina demsalan re wer xwûyabû,
dîwarê li navbera me de bilind bûyî,
awirên me îdî jê derbasnedibûn,
mîna zembelîtikan cemidî
bi jêr ve sernixûn bûbûn û li benda lêlaneke germiyê bûn.
Ji bo ku hêviya
ditina te dê bipiþkiviya, diviyabû min hinekî li ber xwe bida û laþê min
ê her ku dixwest li erdê dirêjkirî be, divê min rakira û daba pey dilê
xwe yê tu di kûrahiya xwe de veþartibûwî. Piþtî hinekî, min xwe da hev,
ez ketim rê, da bême ba te.
Diviyabû ez bihatama meyla te, ez bi ber
te ve dihatim kiþandim, wêneyê te di di çavê min de rûniþtibû û
sînga min teng bûbû, hew dikarî barê bêriya te ragire û êdî li ser rûdêmê
min dihate xwendin.
Ez ketime rê, lê hin mirovan sînor danîbû pêþiya
min, me bi hebûnên wan sînoran hinek ji ramana xwe di vê rêwîtiya xana
cihanê de dikuþt.
Dimeþiyam, dilê min laþê min bi pey xwe ve dikiþand
û awirên min çavê min li te digerand:
Mirovina hin qedexe di vê bihuþta dem kurt de danîbûn,
ji bo ku bikaribin hev bixin bin
siha hevdû, lê belê kesî ev nedipejirandin, pir kêmbûn, mirov-xweparastin
ji ber mirovan bû.
Min dilezand da bême ba te, tîrên mêhla te li sînga
min diketin, di dojeheke veþartî de bûm,
lê deriyekî zer û yekî reþ ketin li pêþberî min.
Piþtî hinek teqreqe, deriyê zer vebû, li rast û li
çep, li ser refan tijî pirtukên stûre bû; pirtukên hîna ji hezar salan de
mabûn.
Dema min dest avête yekê û rûpelek li hev quliband,
hevokek kete ber çavên min, va ha bû, divê
hûn van qedexeyan binasin, lê hûnê gunehkar bibin û ji bilî vê rêwengîtiyê,
hunê biçin rêwengiyeke din, hunê li wir hesab bidin vê perçiqandina ku
hinek ji bextiyariyan bû .
Min dest avêt pirtûka
dudiwan û rûperek quliband, hevokek ji ya din hinekî cudatir derbas dibû,
divê hûn van sînoran binasin û di ser re derbas nebin, lê hûnê bi þewata
agir bêne cezakirin.
Ev jihevqetîna
mirovan bû û coyên kînê hêdî hêdî xwe fereh dikirin û hinek li ser
giraveke bi teht diman, hin xirabî li kêleka baþiyan dê bimane bi þûn de,
yê ku em bi xwe dikin û bi xwe wan bi nav dikin.
Divê ez bihatama
ba te, ji lew wextê min têra
xwendina yên din nedikir, ger çiqas min bixwenda, minê hewqas rêveqetîniya
mirova bidîta.
Li kêleka wî derî
min deriyê reþ vekir, tev sindoqên zêr û peran bûn. Hinan bi wan mirov
dikirîn û hinan pê mirov dikuþt; hinan jî
pariyên zarokan ji devê wan derêdixist
û çavên
wan bi rondikan dixeniqandin; hin dayîkan jî darî kuþtina kezeba xwe
dikir.
Mirov bûn, lê
hinan hin dikirin sêniya xwarina xwe, vê jî rûmeta me dixist bin lingên me.
Lê qet min çavên
xwe neneqand, ji bo ku li wir pir nepêm. Diviyabû li pey dilê xwe bimeþiyama
û bihatama ba te, min dawî li destqetandinê bianiya.
Salan hinek xweþikbûn
ji rûyê min dizîbû, lê dilê min ji hemû demê germ- û bi rewatir bû,
ramana min her pak bû; ez dimeþiyam, bi himbêzkirina mijangên min re,
tu bi xewnek zindî li ber min sekînî, te bi silavek hezkirin jê guvaþtî,
te silav da min, ez hilçenîm, min negirt, ku li te sal derbas bûbûn.
Nizaniam tu bûbû
endamekî deriyê zer û te xwe gunehkar didît? Diviyabû te hin sînor bidana
navbera min û xwe, mîna berê qedexe bû tu nêzî min bibe. Nizanim tu bûbû
endamê deriyê reþ, yê tijî sindoqên peran û ez di dilê xwe de firotibûm,
an jî ketibûwî nav hesteke mihane û dem didehfand.
Min ji awirên te yên
zuha tiþtek hîs nekir û lêvên te yên bi ser hev de simikî qet nelivîn;
min jê bejeyek nebihîst. Lê ez hîna girêdayî wê hewþa þîn, ya ku þitlên
çam û bîþangan ew herdu derî di nava xwe de windakirine me.