BI
KURDÎ BIBÊJE: EZ JI TE HEZDIKIM
!
Rûkiye Özmen
Min,
Nesrîn û Delalê
berî heftiyekê civan dabûn hev, ku emê biçine ber seqlanê li piþta
bajêr. Hîna zû ez rabûm, min xwe li hevda û derketim; piþtî seatekê ez
gihiþtim cihê civana me. Min nihêrt, ku Nesrîn ji min zîrektir e, wa gokek
xistî destê xwe, bi tena serê xwe dileyîze. Bi bazdana wê a bi gokê re
pora wê ya reþxelek bi bayê nerm, li ser rûdumê wê yê gewher dîlan
dikir. Bihna gul û giyayê li ber pozê min difûrî. Min silav dayê, bi
silava min re Delalê jî bi ken got, rojbaþ; kenekî tijî bextiyarî li ser rûdêmê
wê yê genimî rûniþtibû. Min got Delal:
Îro ji seda sed tu bi telefonê Þêrzad
re axivî!. Bi lêvên xwe yên qelew û sor kenî û got: Tu giyanê(ruhê) me
dixwînî; bi telefonê ez pêre neaxivîme. Lê belê pêre dest avête tûrikê
xwe yê bigulivandikên rengareng, nameyek jê derêxist û got, berî ku ez bêm,
min li qutiya nameyên xwe nihêrt.
Þêrzad ev name ji min re þiyandibû û
bi dengê bilind dest bi xwendina nameyê kir. Dema min da xwe, da ez hinekî jê
dûr bikevim, wê got, ger tu herê kûderê ezê dengê wê bigihênim te û
dengê xwe bilindtir kir. Þêrzad
hevokên tejî hest li pey hev hûnandibûn.
Giyana min: Dema ku ez li wir, ez ji vir xerîb bûm, niha li vir ez ji te xerîb
bûme û bêriya te nahêle ez ji bêrîbûnê rizgar bibim; li vir her deng xweþ
e, lê dengê te ji nav wan naye, tenê di guhê min de dixuþe, her gul bi bêhn
e, lê bêhna te ji wan kêm e, tenê di sînga min de difûre, li rûyê þîne
sayî yê esman her stêr geþ in, lê ne mîna
rûyê te yê sêvîn e, tîrêja rojê nava merov diþewîtîne, lê ne
mîna tîrawirên te, min sermest dike û di dilê min de tovê jiyanê diçîne.
Li milêkî nameyê pelek xecxecok û yek nêrgiz danîbû û gotibû: Heta
bigihêjin destên te belkî hiþk bibin, lê hestên min herdem þil in û bi
ferhenga evîna me mezin dibin.
Ezê serê mehê bêm, silav ji wan çavên te re, ku her þev di nîra wan de,
li ser xaka azad te himbêz dikim. Nefeseke
kûr a tejî bêrî kiþand, li ber avê rawestiya û kûr li avê nihêrt. Tîrêjên
rojê bêyî ku avê biqelêþin, xwe berdabûne binê avê û li ser rûyê ava
qermîçonk þewqa xwe diyardikirin.
Delalê di ber xwe de got: Ev tîrêj diþibihin awirên Þêrzad,
ku di dilê min de veþartî, niha ji dûr didine min; di cîhanê de tenê çavên
min wî dinasin. Ji bo ku hinekî bêriya wê belav bikim, min got Delal! Te ji
kû Þêrzad
nasî? Got ku ev pirsa ji min tê kirin, ez jî mat dimînim, ne merov hev nas
dike, hezkirin merov dide naskirin.
Û domand...gelek Kurd ji bajarên cur bi cur ên baþur mecbûr bûbûn, hatibûn
Çolemêrgê, ez ji bo arîkarî diçûm ba wan, me hev naskir; piþtî çend
mehan ew vegeriya Dihokê. Ez jî ketim ber pêlên koçberiyê.
Evîna xakê û hezkirina wî, dilê min teng kiribû ji xakê dîmen di hiþê
min de mabûn; ji wî jî bîranîn mabûn. Rojekê ezê biçûma mêhvandarî,
li rawestgeha tirenê me hev dît, wî zû ez nenasîm, lê hezkirina min zû ew
bi min da nasîn. Min ji xwe re
digot, ger xortek bi kurdî ji min re bêje: „Ez ji te hezikim“, ezê jiyana
xwe bi wî re parve bikim. Þêrzad
kesê yekem bû, ku li ber qiraxê kaniyekê bi lêvên þermok serê xwe xistibû
ber xwe û gotibû, ew ji min hezdike. Lê malbatên me li hember hevjîna me
derketibûn, me ji hev re gotibû, ku emê bi kesek din re nezewicin. Deh sal
derbas bûbûn, lê soza me qet nelivîbû.
Min yarî kir û got, belkî te bi dengekî bilind gotibe, wî jî dengê te
kiribe, an jî te gotibyê ji min re weha bêje. Goka di destan de avête min, lê
goka wê ne wek dilê wê xwedî þans bû û li min neket.
Nesrînê got, Delal emê kengî li dîlana we bableken bireqisin? Delalê got,
ger Xwedê hezke, sala bê emê biçine welat, dîlana xwe bikin; ji ber ku me
herduyan dibistan xilaskir û em dixwazin herin li wir xizmeta gelê xwe bikin.
Em
bi gotina vegera wan dilþabûn, lê ji ber ku emê delfetê tevilêbûna þahiya
wan nebin, em xemgîn bûn.
Delalê li me nihêrî, ku em hinekî xemgîn in. Delalê gote Nesrînê: Te ji
kû Serhat nasî? Nesrînê bi
dengekî nizim got, li zanîngihê me hev nasî.
Delalê
bi lêvên kenok got: Nesrîn xeyala ku min kiribû, bû rastî,îca çi xeyalên te hebûn.
Nesrînê got, dema xet kiþandibûn, merivên me pir li hêla serxetê mabûn.
Ji lew, ev peyva serxet û binxetê ez diêþandim û didame ponijandin; ji bo
ku ez ji vê hîsê rizgar bibim, weke wan digot, min xwest bi xortekî Serxetî
re bizewiciyama û ew xet rakira.
Bi evîna niþtiman ez jî mîna te giham armanca xwe.
Pêre çîzên bi tela Nesrînê ket. Serhat jêre mesaj bi tirkî þiyandibû
û gotibû (senî seviyoru)ji te
hezdikim. Nesrînê dema li mesajê nihêrt sore-þermînî bûbû û got, vî
çi nivîsiye? Ka bixwîne! Min got na ez naxwînim, israr kir, min got dibêje
ew ji te hez dike, lê wer xuyaye, hezkirina te têra wî nake, dixwaze te hînî
hezkirina tirkî bike.
Hinekî
hestên Nesrînê germ bûn, keyfa wê di gewrîya wê de ma, dest bi bersiva wî
kir, pêle alfebê kir, bi dengê bilind got û di ber re nivîsand: „Bi kurdî
bêje ez ji te hezdikim lo“ û niçe niç pêket. Min got, tu ji ramana serxet
û binxetê xilasbûyî, lê li xwe miqate be tu nekevî tirk xetê.
Bi þûnve çend peþkên avê li min û Nesrînê ketin. Nesrînê got, niha
kele qijên bû, çi zû bû baran?! Dema ez li xwe qulibîm, min nihêrt Delal
wa avê li me dibarîne. Ji xwe Nesrîn hên birojî bû, heme çû li ber sekinî,
bi herdû destan av avête nav çavên wê, merov digot qey ketiye ber þapa
meha gulanê, av ji her derê wê de dihate xwar.
Çendî Delal hêrs jî bû, lê li xwe neanî der, pîþtî em hinekî bi topê(gokê)
leyîstin û me çi
gul, giya, mil û pêlên avê dîtin, me hinekî aliyê xwe yê xeyalî dehfda
û dîmen di giyanê xwe de zîndî kirin; þibihande biharên welat. Êdî
hewesa me ya mayîna li wir þikest. Hewa jî gezekî bûbû, me got em herin
mal. Me da pey hev û em meþiyan. Em hatin ber bi mal ve; li bayîyekê em
rawestîn da em rojnameyekê bikirin. Bi hemû zimanan rojname hebûn jî bilî zimanê
kurdî; me bi yek hizrê li hev nihêrt. Delalê gotin ji dilê xwe kiþandin û
got: Nesrîn bi hezkirina me ya xortên baþur û bakur wijdanê me rihet nabe,
were em xwe hînî nivîsandidina kurdî bikin; xwendiniya me baþ bû.
Ew çend hefteyên mebûn, me bi rêya pirtûkan xwe hînî nivîsa kurdî dikir
û piþtî demekê me bi kurdî baþ dikarî binîvîsta.
Em
rojekê çûne komelê, seatekê rûniþtin. Kesên ku kurdiya wan ji ya me baþtir
bi tirkî diaxiviyan û kesekî ji bajarê Nesrînê jî li wir tirkî
diaxivî. Me got qey em çûne qehwexaneyeke li Enqerê?! Nesrînê da xwe û bi
hêrs got: Rabin! ez ditirsim em li vir hînî zimanê „hîç sevmiyorum“
bibin, bi hînbûna wê ya wê hevokê em keniyabûn.
Em vegeriyane mal, min li qutiya nameyan nihêrt, nameyeke mezin û stûr têde
bû. Min bi lez name vekir. Wê nameyê ji mesaja Nesrînê pirtir û bi qasî
nameya Delalê dilê min þakiribû. Dostekî romanek û rojnameyeke Azadiya
Welat þiyandibû.
mizgîniya
wê di demeke nêzîk de rojnameyeke xwerû kurdî dê bête weþandin ji min re
nihêrtibû.
Bi wê keyfê min kurtehelbestek ji Delal û Nesrînê re jiyandibû „bi navê
zimanê evîna me“.