BÎRANÎN
 
Rûkiye Özmen
 
Dîwarê hêza min hilweþî dîsa,
ji ber nekarîna rawestîna rojê.
Bi neyîniya  ronahîyê,
di cihê xwe de timî reþ rûniþtiye,
û  serma li nava kolanan
mîna aþîtan diherike
Bê hêvîtî dîsa rêwî ye,
bi hatina li min dana.
Bayê qer li nava  gerdûnê
bê minet  xwe çerx  dike.
Þev  di nava reþahiya xwe de
dergûþa bêjiyan dihejîne
û zordarên zikbirçî
çav  berdidin  nanê zarokan.
Reþik bi salan mehkumê tazîbûnê hiþtine.
rijî hildikiþin nefesên wan
û  singên wayên qehwerengî
xwêhdana demûþî digire
mîna  koleyên ku pêþwaziya çemê Nîl dikirin.
Xerdelê bi tifalan didine mêhtin,
li þûna þîrê pêsîrên dayikan.
Hîna bihara Negazakî
û Helebçe hezinî ye
û bi ser pêçana  konê reþ  dinale.
  kirinên wan mekrohiya wan e.
Wilo guneh û  xeþîm,
wexta  ku min dixin razanê
nav nîvîna axê
çi zanin, ku ew jî wê li pey min bên.
Aram û leza wan ji navê mirinê re mirar e.
Ez  dizanim, ku em bi demê re bûn,
lê dem wê me li þûn xwe de bihêle û bimeþe.
Jiyan xewnek e ku ji hinan re  kurt e
lê afirandina ramaneke bi rûmet e
û  herdum finda wê þol dide  .
Jiyan ji hinan re nameyeke dirêje
lê xwendina wê birînek e
li ser rûye ku qet na qemiþe.
Navê me bi hevokên  reþ û  spî,
li þopên me têne kolan.
ji rojên ku salan ji me hildidin.
Wê bav ji lawan re dayîk ji keçan re
me bidine nasandin.
Emê bi xweþikî û gunehên xwe bêne bi bîranîn .
Wê vekirina perda þanovaniya me li ser dikê,
di çavan de li pêþedemê rûne.
 
23 11. 2000 Gosfelden