ÇAVÊN KOÇBER

 Rûkiye Özmen

 

Bi destê xwe yê çepê erçena xwe þidandibû, serê xwe bi þelpeke reþ girêdabû û ber bi jêr ve kûr dinihêrt. 

Bêdengî li nav rûyê wê yê ji êþan qermîçonk bi ser hev de nijinî qerisî bû.

Bi tiliyên xwe yên esmer ên ku dilerizîn wêne ber bi min ve dirêj kir, rondikek sipî ji þewata kezeba wê niqutî û bijangê wê yên werayî þekir.

Bi destmala ku janên wê yên þil li xwe zuha kiribûn, careke din bi maliþtina wê rondika ku bi axînê dixeniqî þil kir. 

Bi kelecaneke xemgîn min wêneyê Berfînê ji dest bir û li ser kefa destê xwe fereh girt, bilindahiya bejnê li ser kaxeza sipî û stûr, bê giyan rawestiyabû.

Pora wê ya dirêj a rengaxînî xwe li namilên wê yên zirav pêçabû û heta bi navtengê þêliyabû.

Zilfên tenik xwe li ser rûyê genimî þemitandibûn û li ser zeniya wê ya sêvînî ji rast û çepê ve rûniþtibûn.

Bêriya zarokatiya wê ya nîvcomayî li ser çavên wê yên koçber paldabû.

Mîmikên wê yên zelal birûsk ji xwe veweþandibûn û di bin bijangên reþedirêj de bi  kesk li aso dinhêrtin.

Li ser lêvên wê yên sor û qelew biþirîneke nerm xwe diyar dikir û bi keyf li derdorê dinihêrî.

Lê malbat bi çavvekirina wê ya cîhanê keyfxweþ nebûbû, bi wê ramana ku malbat bi wê bi dûndan nebûba.  

Hîna ew zarok bû, malbatê ew ji warê wê dûr kiribû, di ser sînorên nenas re qefastibûn û berê wê dabûne çiyayên bê rê.  

Bi derbasbûna salan re bejna Berfînê jî bilind bûbû.

Awirekî jê dil biribû û ji xwe vala bûbû, ji hezkirina wî hatibû dagirtin. 

Lê ji ber pir xwestina qeleng hêza evîndarê wê têra bargirtina wê nekiribû û ji hev qetiyabûn.

 Bi wê veqetînê bexteweriya wê hejiyabû, xeyalên wê hatibûn kuþtin û asoya wê ya sipî perdeya reþ bi ser de hatibû berdan.

Baweriya wê þikestibû, awir di çavên wê de qerisîbûn.

Gizgizîna lêvên wê tevizîbû û hest di dilê wê de xeniqîbûn.

Ji hevalên xwe yên ku ji çandên cur bi cur li dibistanê nasdikirin pir þerm dikir:

Xemên wê lal bûbûn û agirê dilê xwe di hinavên xwe de bi barîna rondikên veþartî geþ dikir.

Êdî sînor ketibû navbera wê û malbatê. Jixwe li gor zagonên ola malbatê ji xortekî Êzidî pêve nikarîbû hezbikira. 

Hiþê wê têra edetên ji sed salan mayî û li vî warê ew edet pir ecêb têne dîtîn nedikir. Xilasiya xwe di terikandina malê de dîtibû, derfetên malterikandinê pir bûn, bi rojan nehatibû malê û li malên hevalên xwe mabû.

Lê kesayetiya wê nedikarî wan edetên hevalên wê jî ku hertiþt beredayî bû ragire.

Piþtî heftiyekê vegerabû mal, lê bavê wê ew red kiribû, ew li hember biryarên malbatê derketibû ew gunehkar bû, ji ber ku wê namûsa wan binpê kiribû û kes bi wan hisandibûn.

Ew êdî di nava du çandên rast û çepên hev de bê biryar mabû û lingên wê di rêya herduyan de jî diteqinîn, nedikarî xwe xilaske û xerq dibû.

Hîsa xwekuþtinê hiþ û dilê wê dagir kiribû, êdî tenê li mirinê difikirî, agir, av,  xeniqandin, an jî avêtina bin erebeyekê li ber çavan rêz dibûn; kîjan rê wê zûtir wê bikuje.

Êvarî tiþtên xwe yên taybet li xwîþk û birayê xwe belav kiribûn.

Piþtî raketina tevan, ew bi destmala diya xwe ya belek û tevî kursiyeke sor diçe banyoyê û destmalê davêje çingalê banyoyê û dike qulpoxî. 

Ew diçe ser kursî û destmalê dixe stûyê xwe, bi serpoza xwe kursî tehf dide û ji bin lingên xwe davêje.

Destmala belek her saniyê damarên qirikê bi ser hev de diþidîne, qoziya wê difetise, pêlên reþ xwe bi ser çavên wê yên têr cîhan nedîtî ve berdidin.

Dilê wê lêdana xwe sist dike û hemû adetan bi xwe re dixeniqîne heta giyan ji bedena wê ya gewher xwe vedikiþîne û li pey xwe cendekê bi kurbankirî ji tewanbarkirina adetan re dihêle.  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org