ÇÎROKÊN GELERÎ

 

 Rûkiyê Ozmen

 

 

 

Du hîmên edibiyatê hene. Yek, ya edebiyata kilasîk, ya din jî ya edebiyata modern e.

Edebiyata modern bêgoman li ser hîmê edebiyata kilasîk mezin dibe. Bi nûjeniyeke piralî ve ber bi asoyeke geþ ve diherike û ew dibe pirek, di navbera rabirdû û dahatûyê de.

Edebiyat pir bi þax e, Ji wan þaxek jî ku her tim zîndî ye û ciyê xwe diparêze, me diajo nava kevnekûrahîya dîrokê, ew jî çîroka gelerî ye. Di demsalên zivistanan de, dema ku malbat bi xizim û cîranên xwe re, êvaran li dora sobê li hev kom dibûn, pîþtî derbirîna çend peyvguhezî û meseleyên kin re, êdî bi çîrokan þeva xwe dibuhurandin. Bi kelecanek bê hempa dilê herkesî bi lehengê çîrokan re diavet. Carinan bi lehengê çîrokan re cîhan ji xirabiyê pak dikirin, carinan jî, ji jiyanê xemgîn dibûn. Li gor atmasfora çîrokan giyana wan diliviya.

Çîrokin hebûn ku çend þevan berdewam dikirin. Mîna çîroka Çin û Maçînê, Teyrê Sîmir û hwd. Mixabin êdî ev þevbuherk nemane. Li dewsa wan þevbuhêrkan weþanên bi deng û bi dîmen cîh wergirtine.

Netewên li dîrok û nasnemeya xwe xwedîderketî û azad, ji berîya sed salan û vir ve çîrok, metelok, bi giþtî zargotina xwe berhev kirine, mîna pirtûk çap û tomar kirine.

Bi pêþketina teknolojîyê re êdî ev kevnekurahîya dîrokê bi rêya alavên ragihandinê yên wek Tv û alema nîgaþî; li ser dik û li sîneman têne temaþekirin. Di Tv´an û sîneman de nemaze ji bo zaroyan filimên karton û fabil, bi giþtî ji bo mezinan jî, fîlmên civakî, mîtololojî  û hwd. tên temaþekirin. Ger em bibêjin destan û mîtolojî ewil li ser axa Mezobotamyayê hatiye hûnandin, wê ji realîtê ne dûr be. Li vir Destana Gilgameþ mînakeke berbiçav e. Sedema bingehîn bêgoman ji ber Neazadiya me ye. Jixwe kelepûra me jî, mîna dîroka me nehatiye nivîsandin, nebûye pirtûk û di refan de rêz nebûye ku di pêþerojê de em jî, mîna netewên din ji paþ û pêþ ve bejn û rûdêma xwe di neynika xwe de bibînin.

Çanda çîrokên gelerî ya ku mîrata ji kalên me derbasî nivþa me bûye, pir caran ji ber çewt têgihiþtinê peyv û hevok, carinna jî, naverok hatiye guherîn û her yekî li gor xwe peyvên din bi ser ve zêde kirine. Ev yek jî, bûye sedem ku çîroka li gundekî an jî li herêmekê bi versiyonekê bihata gotin, li gund an herêmên din bi versîyoneke din dihate vegotin.

Ev çîrokgotina pirrengî carînan di nav kesên guhdarvan de dibû sedema niqaþan.

Mirov dikare bêje, çîrok di lîteretûra me de þaxa herî xurt e. Ji ber ku ew jî wek stranê ji asimlasyonê xwe parastiye û sînorên halê hazir ên siyasî jî, nekarîn wan qels bikin. Mirov bi alîkariya van çîrokan, hîna di temeneke piçûk de cihana ajalan û xwezayê nas bike.

Lê bi hewldana politikayên qirkirinê yê ku ti sînoran nanasin, ev pergela halê hazir, bi teybetî bi valekirin û wêrankirina gundan re, çîrok jî di bin xirbehan de fetîsîn.

Li aliyê din, ev çanda me ya devkî ya ku bi sedan sal e, ji aliyê kal û pîrên me ve, hetanî roja îro hatiye gihîþtiye nifþa me, êdî ketiye ber xetera tunebûnê. Sedema yek, ev çand nayê vegotin û nayê guhdarkirin. Ya din jî, ev kal û pîrên me yên ku ev çand vedigotin, yeko yeko diçin ser dilovaniya xwe û ew gencîne yên ku ti carê em nikaribin bi dest xwe bixin û sûdê jê bigirin, bi xwe re  binerd dikin. Bi vî awayî ew jî tên jibîrkirin.

Lê di warê berhevkirin û tomarkirina zargotina me de, gelek berhevker û lêkôlînvanên hêja jî hene. Em van xebatên wan girîng û pîroz dibînin û bi rêzdarî wan û xebatên wan silav din. Bê goman ev xebatên wan birêzanên hêja tenê têr nakin û divê hê zebatên lezgîn bên kirin.

Naxwe emê nîfta gencineyên xwe bidin destê dizên wan nirxên xwe û di pêþerojê de emê malê xwe ji dizê ku me mifta deriyê xwe dabûyê bikirin.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org