Kengî
ez rastî dîmeneke Helebçeyê bêm bîranînên zarokatiya min a
binhiþ, wekî filmekî li ber çavên min re derbas dibe. Vê carê
jî bi darvekirina Alî Hasan el Mecîdî, ango bi leqabê Kîmyewî
Elî, ev dîmenên nayên jibîrkirin di hizir û giyana min de zîndî
kir.
Þevek
sar û bi baran bû wekî her þev me teva bi baldarî TV temaþe
dikir, çendî min ji nûçeyan fêm nedikir jî lê bi teþwîqa
bavê min me lê temaþe dikir ango tenê çavên me li TV’yê bû
û em li bendê bûn nûçe zû biqedin bi hêviya belkî fîlmek
derkeve û em lê temaþe bikin. Ji xwe tenê kanaleke bi tirkî hebû
ku ew jî TRT bû. Ji niþka ve axîn ji bavê min hat “Zilma hûn
dikin Xwedê li we vegerîne” Ew dengê bavê min ê tim bi
hezkirin û merhemet tona wî guherîbû xemgînî û acizî dengî
wî bala min jî kiþandibû li ser jina Bêjer (spîkêr) ku qala
giyanên parçebûyî dikir çawa ku kom bi kom pêxwas çav bi
rondik li nav hereyê û çiyan de ji ber mirinê direvin ber bi
Bakur ve.
Nezî
salek derbas bûbû kekê min dema çûbû Amedê ligel xwe hin karê
destan ku bi tayê rengreng hûnandî anîbû tevî kaseteke
hunermend Hesen Þerîf bi navê ‚Baran barî’ ku stranek li ser
Helebçeyê bû û digot “Hîtler rabû ji Bexdayê:“ Rojek din
dîmenê helebçiyan di TRT’ê de nîþan dan ku dimen ji TV yek
fransizan wergirtibûn di dema Xanima Daniel Mîtterrand hatibû
ziyaretiyê û xebat dabûn destpêkirin ji bo hinek ji wan
penaberan bibe Fransayê. Min pir meraq dikir ku wan penaberan bibînim,
kampeke penaberan ku di navbera Mêrdîn û Qoserê de hatibû
avakirin bûyera ku þehr xistibûn nava xwarina wan de di nav her
kesî de dihate axaftin. Hîn ji kuþtina kurdan têr nebûbûn û
dilê Baasiyan rehet nebûbû, ji lew diviyabû yê sêkerat jî
dikirin li hela din a sînor wan jî bikujin da bigihine armanca
xwe. Rojek tevî malbatê çûbûm Mêrdînê ew dîmen ku ew du sal
bûn min di TV’yan de didîtîn edî zîndî li pêþberî min bûn.
Jin û mêrên bi cilên kurdî di bin çadiran de bûn, derdora wan
ji têlên strî dorpêçkirîbû, leþker di kozik û derdora kampê
diçûn û dihatin. Ez ji wan dûr ketibûm min li piþt xwe niherîbû,
lê ew her nêzî min û didilê min de man bê ku min tu wateyeke fêmdarî
bidima wê helwesta xwe.
Dema
ez bi darvekirina Kîmyewî Elî hisiyam ev dîmenê zarokatiya min
careke din zindî bûn. Kîmyewî Elî pismamê Sedam, mîmarên
partiya Baas û qesabê kurdan. Rûreþên mirovahiyê, bûne qatilên
xwîna bi sedhezaran kurdan. Bi darvekirina xwe jî bi sedan sirên
li ser Enfalê jî bi xwe re binerd kirin. Bidawîbûna þerê 8 salên
di navbera Iraq û Îranê de, bi angaþta leþkerê Îranê ketine
Helebçe, di 16’ê adara 1988’an Artêþa Iraqê li Helebçe kîmya
barandibûn û 5 hezar kurd jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran
jî birîndar û koçber bûbûn. Cîhan bêdeng û lal mabû ji ber
ku tev hevkarê vê komkijiyê bûn. Holanda, Amerîka, Rusya û
Almanya ev dermanên kîmyewî yên bi navên wekî siyanîd
hwd. firotibûn Sedam û di ser Tirkiyeyê re biribûn Iraqê. Eger
kurd hemû aliyê vê komkujiyê aþkera nekin wê zarokên di hembêza
bavê xwe de ketî xew û dayikên rû bi asîtê þewîtî me efû
nekin. Eger em hesabê vê hovîtiya ku þerma mirovahiyê ye yek bi
yek pirs nekin, wê ev hov ji vê hêzê bigirin û wê li kirinên
xwe poþman nebin. Eger xwînrij neyên cezakirin wê kulîlk li
Helebçe nepiþkivin û þehîd û her ji me dilmayî bin…
-
-
-
- :