|
|
ERÊKIRINA
BIRYARA FEREJINIYÊ
Rûkiye
Özmen
Biryara erêkirina pêþniyazzagona Ferejiniyê, destnîþana berterefkirina
nasnameya jinê ye. Wate û erka parlamentoyan ewe ku wekheviya civakê bi
berpirsiyariya sîncî û çerçewa azadîyê, li ser hîmê demokrasiyê mîsoger
bike. Ger mirov tenê bi feraseta sînor û nasnameyekê azadiyê dest nîþan
bike, wê naveroka xwe vala û bênirx bîmîn e. Naxwe ew welat bitêlên sînorkirî
wê biþibe zîndanên serî vekirî û herkesê ji xwe re li derfetên revê
bigere. Wê tu kes bi wan nasnameyan jî ne dilþa be.
Em dizanin ku civaka me civakekî feodal e û piraniya xwe ji kesên
bawermendên misilman pêk te, lê pêwist e, ev wek bihane neyê dîtin û
bi zagonên ku berî 1500 salî ku ew êdi bûne bela serê mirovahîyê, em
cîvaka xwe bi rê ve nebin. Mixabin bi sed salan e, em ji aliyên
desthiladarên statûkparêz û diktatoran ve têne birêvebirin. Wan edetên
xwe yên paþverû li ser me ferz dikirin û hemû biryarê dahatûya me ji
hêla van pergalên halêhazir ve dihatin meþandin. Lê tekoþineke pir
mezin û bedelek bêhempa hate dayîn, ji bo jiholêrakirana wan egeran. Pir
jinitî di nava me de heye, lê ew edet jî kevin bû, divê êdî ew were
binerdkirin.
Ji çar beþên welatê me yê îro ku em wek Kurd bi serbilindayî dikarin
xwe birêve bibin, ev bêjeya bi tekoþîna sedsalan bi xwin û rondikên
dayîkên Kurdan, îro gihiþtiye vê qonaxa birûmet. Em Kurd, ji bo ku wek
gelekî di dergûþa þaristaniyê de hatiye lorandin, þanaz in. Gelê Kurd
îro gihîþtiye rûmeteke bilind, divê em wê rumetê binpê nekin. .Em
heroj qala pênc hezar þehîdê Helebçe dikin û dilê me tim di þîna
wan de ye, lê dema mirov dinêre, li gor istatikên van 15 salên dawî, du
car li Helebçe jin binavê xwe þewitandin û xwe bi darve kirine, jiyana
xwe ji dest dane, ev çi nakokiye?
Keçek, ji ber ku hez dike, ji aliyê bav-birayê xwe ve tê kuþtin, tê þewitandin.
Lê mêrek dikarê pirjînan bîne. Ev yek Þêwe û mêzîna zilmê nîne ?
Bila bav be, bila mêr be û dijmin be, jinên ku dayik, xwîþk û qîzê
me ne, çawa wek meta têne bikaranin? Divê di parlementoyê de pêþniyazkirina
zagonên li hember van kuþtinê jinan werin kirin: Civakên pêþketî bi pêþketina
jinan xwe îro gihandine asta medeniyetê. Em Kurd in, bi dîrok, reng,
ziman û edetê xwe ji Ereban cuda ne. Nabe ku mêr, edet an jî zagonên ku
ji bo berjewenidiyên xwe yê tekakesî bînin û di civaka me de bixin
meriyetê. Nîqaþkirina vê mijarê bixwe ci yê? Çiqas
þerm e? Divê mirov li ser maf û wekheviya jin û mêr nîqaþ bike, da ku
jin bi xwe biryarên pêþeroja xwe bidin û rê nedin mêran ku bi paþverutiya
xwe asoya jinê tarî bihele.
Ppêwist e, jinên palementer bi lez dest bi çalekiyên pratîk bikin. Bi
awayekî girseyî li hemû qadên jiyanê xwepêþandanan li dar bixin.
Mamoste Bijisk û hemû, jinên xwedî pîþe dor veger karê xwe boykot
bikin. Bila saziyên jinan civîn û hevpeyvînan çê bikin û li her derê
kampanya imzan werê destpêkirin. Li ser vê mijarê bername di dezgehê
ragihandinê de bêne amedekirin û niqaþkirin. Lê ger ev biryara were
fermîkirin, em jî bine hevkarê wan gunehkarên ku deng dane vê biryara
ferejiniyê dernakevin.
Divê em ne zagon û edetên welatê paþverû, lê yê welatê pêþketî,
wek mînak bigrin, ji ber ku Kurd rûmetdarê jiyana herî baþ in.
24
Reþemî 2009 09:59
|
|
|