|
|
Ev
tablo xelata demokrasiyê bû
RUKIYE
OZMEN
-
-
Dema
her roj rûpelek ji
salnameyê dibe û wekî pelên
demsala payîzê ku bi penca reþebayê
ji þaxên daran tên dizîn û yek bi yek windadibin.
Her
salek jî wextekî ji temenê me direvînê û reqemek din li piþt
pêþhijmara xwe siwar dike. Bûyerê xweþ û nexweþ yê ku rûdayê
di salê de, di mejî û dilê mirovan de têþe digirin.
Ew rûdan têne arþîvkirin, paþê bi çalakî an jî li ser perda
spî tên siwarkirin dibine çavkaniya rasteqîn û ji bo ku mirov
xwe ji wan çewtiyan rizgar bikin dikevina nav hewildanan.
Her serê salê dewlet muçeya xwe dinirxînînin û ya sala nû jî
diyar dikin. Sermayedar kar û xisara xwe hesab dikin, feqîr tevna
xeyalên xwe li dardixin û carek din li benda hembêza xwena xwe ya
dahatuyê dimînin.
Gelê kurd jî sal bi sal xebat û tekoþîna xwe ya azadiyê
bileztir dike û her sal nêziktirî armancê dibe.
Sala borî di hefteya ya yekemîn a sibatê de bi pêþengiya DTP’ê
meþa ber bi Botanê ve dayî destpêkirin û karwanê aþtiyê ber
bi hembêza çiyayê Cudî ve çû. Hêviyên aþtiyê çandibûn
xelekek din jî li zincira azadiyê zêde kiribûn.
Newroza ku li qadan bi sed hezaran gel civandibû kevokên bask
betilî ji qefesê rizgar bûbûn û li asimana bi sema xwe bayê
azadiyê þêlandibûn û bandora xwe li hilbijartinan jî kiribûn.
Hilbijartina ku kurd ji her demê bêtir xwedî li vîna xwe
derketibûn dengên xwe duqat kiribûn.
Bi hatina qasidên aþtiyê ji Qendîl û Mexmûrê êdi bi baweriya
bi dawîbûna rijandina xwînê li sînga asoyê evîndarên jînê
wêneyê azadiyê nîgar kiribû.
Van govendên bi rûmet û bi hêz, dijminê aþtiyê tirsand û xwîna
zarokên kurdan tevî ya leþkeran li çiya dîsa rijand. Herî dawî
li kolanên Amed û bajarokê Kopê kurdên çalakiyên demokratik
dikirin bi guleyan hatin qetilkirin. Lê dîsa jî kurdan hêviyên
xwe yên aþtiyê ne þikandin û her xebat dewam kirin.
Rêze operasyon hatin lidarxistin li zîndanan cih nema ji mafparêzên
kurd.
Piþtre girtina DTP’ê ku yekane partiye temsila vîna kurdan li
parlamena Tirkiyeyê dikir hate girtin. Girtina DTP’ê têra
dilxweþiya dijberê aþtiyê nekir, îcar jî nêçîra
siyasetmedar û welatparêzên kurdan berfirehtir kirin û xelata
dawiya salê û encama berlêvekirinê tabloyek wer diyarî kirin ku
tenê pergala halê hazir a Tirkiyeyê dikarî ev qasî serkeftîbê
di hunera xwe ya dijmirovahiyê de. Ev tabloya ku siyasetmedarên
kurd destên wan bendkirî û li dû hev rêz kiribûn. Tabloya
Pablo Picasso ya bi navê Guernika anî bîra mirov.
TABLOYA GUERNICA Dema ku di 1936’an de li gundekî bi navê
Guernika ku dikete navbera sînorê Fransa û Ispanyayê li Herêma
Baskê, bi destûra generalê zalim Franko, alman ev gund
bombebarankiribûn, ji hezar û 500’î zêdetir mirovan jiyana xwe
ji dest dan. Þewekar Picasso bi vê komkujiyê gelek bandor bûbû
û tabloya wê komkijiyê nîgar kiribû. Dema ku li Parîsê di pêþengehekê
de serbazekî alman bi dilpiþokî ku lipê þengehêy jê dipirse
hosta ev tablo we nîgar kiriye? Picasso
bersivê didê û dibeje “Naxêr ev afirandin û huner ya we
ye.”
WÊNEYÊ TIRKIYEYÊ
Siyasetmedar û þaredarên kurdan dema destên wan kelepçekirî û
xistibûne rêzê pergala nijadperest tenê dikarî vê tabloyê bi
hunera xwe nîgar bike û wekî wêneyê Tirkiyeyê yê salê ji
mirovahiyê re diyar bike.
Ji bo ku durûtiya desthilatdariyê baþtir bê teþhîskirin ne tenê
di panoyan de divê pêþangêhên hemû kiryarên wan bên vekirin.
Da ku her kes bibînê bê çawa ew ji rondik û ji rayê qetîna
dilê keçên evîndar û hemû kurdan wêne nîgar kirine. Divê
wekî gelê Filîstîn û gelê Çînê çawa heftane pêþangehên
wêneyên îþkencê li hemu kolanê Ewropayê vedikin û wêneyan
belav dikin divê em kurd jî li welat û ji derveyî welat van wêneyan
belav bikin.
Bi hêviya ku þitla aþtiyê bihêz bilind bibe û azadiyê em hembêz
bikin dahatû û nûsala têkoþerê mirovahiyê bi taybetî li gelê
kurd pîroz be!
- :
|
|
|