EVÎNA JÎNA AZAD
 
Rukiye Özmen
 
Di nava reþahiya
dîwarên çar alî de
ku xwe sînor dinasin kerr û kor,
li hember hestên min yên bi tevger.
Di navbera bistikên zirav û tûj de,
berî her kesî bayê reþ tê ba min
berevanîya çerxê.
Qeyda destê min
ji zilma xwe re dikeve girî,
di himbêza rivzê zingar girtî de.
Ji þerma gunehkarên jînê,
beton qeliþiye.
Dara li min dihijmêrin ji tirsa xwe,
yên ku dixwazin mekrohiya xwe
ji xweþikbûnê re
bikin xwazgînî.
Lê bi pola hatiye rêstin bawerîya jînê,
dorpêç bûye li dilê min.
Pê vêketiye çira  hêviyê.
kirime çiya ji sebrê re,
kirime evîndar ji evînê re.
Bi giraniya þevê re
li ber pencerê aso esmer e,
ewir li pêþiya stêran semayê dikin ,
tenahiya min li siha xwe digere
ji tava heyvê dûr.
Mizgîniya biharê,
bêhna nêrgizan
dipijiqîne li ber pozê min.
Di xeyala azadiyê de
Di nava xunava
sînga min a girtî de,
avjêniyê dikim.
Pêlên awirê min tîrêj didin
li ser eniya dilketiyan.
Bifire kevoka min,
ber bi  ronahiyê ve,
silavan bigihîne
Bûka du can .
va ye ji min desmalek diyarî,
pê rondikên zarokan bimale.
Hinek ji hêrsa min
Di nava cendekên tevizî de bicih bike.
Ji kaniya dilê min a derbûyî ji hezkirinê,
ji wê avê bide dayîkên kezeb þewitî.
Bila gur be ronahî, di çavên raketî de
alîk ji kela min di nava dilên þikestî de raxe.
Bila vegere li ser hemû lêvan ken,
da geþ bibe ji kerba min agir
Û  bifetise reþî ji dohnê  laþên Dehakan.
Silav bide hemû canan kevoka min.