EVÎNA KU BI XWÎNÊ GIRÎ

RUKÎYE ÖZMEN

Pêjneke sivik bi ber ve hat û bi beþaþîyeke nerm heprî baskî de dirêj kir. Gotiyê, “Wê li benda te be, li bestê Þînê.”

Çavên wê tijî ronahî bûn, bi dîmenek û destekî recvînok heprî ji dest girt, di destên xwe de guvaþt û ber bi pozê xwe de bir û nefesek kûr kiþand. Nava wê tijî hezkirin bû û hêza evînê di çavan de rûniþt. Heprî êxiste stûyê xwe, hizreta reþ winda bû, bayê bêriyê perda þevê hilanî, ezman ji ber nebûna pêlên ewran rizgar bû. Þînîtiya deryayê jî li xwe siwar kiribû û bedena xwe bi stêra xwe, bi stêran xemilandibû, þola stêran lêlavan mêt.

Bi lez meþiya ber bi besta þînê ve heya gihiþte wir hilehil li ser dilan ket, nefes bi bi giranî dida û distand, xwêhdan li ser sînga wê dilop dilop digindirî, þil bûbû mîna di golekê de xwe noq kiribe. Mirêneke nazik ji bestê dihat û qermîçonkên pêlan li ser avê bûn. Bayekî hênik û nerm li hawîrdor diþêla, lavlavka ku xwe li bejna qirêmê qiraxê bestê alandî giran dihejand. Neynik ji ber piþtika xwe derêxist, kilçovê xwe di parûþk de bir û anî, di ber çavên xwe yên belek re kiþand.

Biskên xwe ji rast û çepê ve bi ser rûyê xwe yê gulhinarî de berdan, ku bêhna sabûna kîzwana ji wan difûrî û, xizêma sê-kuçikî li ser pozê xwe ediland(rast kir) . Bi firê ketin hestê bi salan di hêlîna dilê wê de qurim bûyî. Li ber têhna awirên çavên wê gulistanek piþkuvî û refê hêvîyên wê dimeþiya, çavên wê geþ û germ bûn, mîna pêtek agirê tîrmihê.

Ji bo leþker nebînin baþ li dora xwe nirî, nû rûniþt li nava nefela çar-pelîde, ku libê xunavê li ser diçirisî... Dengê xuþênekê li pêþber hat, bi xiþênê re da xwe, bi rabûna wê re, berî ber lingên xwe binêre, lingê çepê avêt binê lingê wê, li ser hiþkayiyekê siwarbû, lê qet bala wê nekiþand.

Mayin ser ax bû, nû çandibûn, bêyî tutiþtî hîs bike lingê xwe rakir. Bi rakirinê re teqêneke gelek bi xof û tirs çêbû, di nava toz û xumarê de ji erdê bilind pekî, li kêleka besê ket, lingê wê di gozikê re qutbûbû û mîna þehfelanê bi xwînê gilîz kir. Êþeke xerîb hîs kir, tevizînokên ji êgir di laþê wê de beziyan û her hêleke wê qolincî bû, laþê wê lerizî. Nava wê bi xwînê kelî û hêdî ew kel bi jor ve diçe heya giha gewriîya wê, gotinên wê bi nalîn di gewrîyê de xeniqîn, êdî nekarî qoziya xwe daqurtênê. Çengên wê perîþan di bere xiriqîn û lingên wê her yekî mîna feraþek pêve be wer giran bûn êdî li ser xwe ne radiwestan.

Hepriya xwe ji stûyê xwe derxist, li lingê xwe pêça û þidand, lê qet feyde nekir, xwîn difizikiya û xwe li hepriyê nedigirt, her deqeya ku derbas dibû êþa nava wê girantir dibû, dilê wê yê tenik hew jan radigirtin. Xwîna wê ya sor xwe dida hev û dibû gol, dimeyî mîna kezeba li ser axa qehwerî, axê singa xwe ya ziwa bi xwinê þil dikir heya terkê rûyê xwe digirtin.

Lêvên ezman sor bûbûn mîna bi xwînê vereþayî û jîyan ji westandinê xam dibû, ketibû nava gelîyê bê hêviyan, derbasbûna sînor jêre bû xewneke di nava asoya mijê dîlgirtî de, xeyalên wê di nava têla stirî de bê hal gevizîn. Di cihê xwe de rûniþt, dilê wê li ser hev lêdida, ji ber windakirina xwînê, kezeba wê pûç bû û ji têhna diþewitî. Bi teniþtkî bi alîyê avê de xwe kiþand, giha ber avê û heprîya wê ji lingan bû, bê deng di avê de qulibî. Ji niþka ve heprî li nava xwe werda û bi xwe re herikand. Bestê rengê xwe yê sipî bi xwîna wê ya sor guhêrand. Destê xwe dirêj kir, daku çenga xwe tijî av bike, lê teliyên wê reidîne û destên wê vajî bûn, avê xwe di nav tiliyan de negirt. Lêvên wê jenîn, bêriya di nava perê dilê wê de ketiye lîs sarbû. Janeke kûr li nava wê xwe hilavêt, hûna zicra dilê wê, yê ku nû evîn dinasî, tirsa vizêna bayê reþ hêdî hêdî ji jiyanê kovî dikir.

Rû-dîmê wê tuzaveke xwêhdana tîr girt û guleke ken-çilmisî li ser herdu lêvên wê runiþt. Awirên wê jar li piþt heprîya nava pêle sor de þêliyan û wilo bin sînore derbas bûn. Evîn bi xwînê digirî, çavên wê bi xemgînî li nêrîna ava sor qurimîn, lêlaveke kesk di neynika, ku xwe tê de li ser sînor didît direqisî. Rondikek bi þewat bijangên wê þiþt, cara dawî hevdu himbêz kirin, xilmaþ bûn, ji xewek bê xewn û hilçenîn re, li sînor dinêrîn heya çika deryaya wan û çira wan vemirî.