Rukiye Özmen
Ewrên spî giran bûn, mija gewr navbera erd û esman zevt
kiribû. Miþêna bayê ku diþêliya bêhna kizûr û seqemê jê dihat.
Xwezayê kirasê gewr ê cemidî bi ser singa xwe de berdabû.
Gelî, ji kuriyên berfê miþt bûbûn, hîna berfa spî bê
navber dibariya. Li gund ne bijîþk ne jî
dermanxwane hebû, rê hatibûne girtin. Ew sê roj bûn li ber halê xwe
dida, di nava sanciyan de digevizî,
jana xwe di nava wê de hildikir,
her endamekî laþê wê êþek cuda dida û qurpênî bi movikên piþtê
diket, mîna ku biþkin. Lêvên wê yên sor ên ji pelê xecxecokê qeliþî pûç
bûbûn ji mêhtin û cûtinê, tipikên xwînê ji wan dinuqutîn û dadiketin
ser zeniya wê ya sêvînî. Rûdêmê wê yê hinarî ketibû rengê zehferanê.
Mijangên wê yên dirêj î qeytanî ji þilbûna rondikan
xusî girtibûn.
Çavên wê yên fereh li spîtiya berfê hilnedihatin; bi
vekirinê re dineqihan û careke din miç dibûn.
Pêlên bayê hiþk ji berfa li erdê her carekê nofek
radikir û li ser serê wê de didêra. Ling û destên wê tevizîbûn, hew
tevger dikirin. Giyanê di nava bedena wê de hêza xwe winda kiribû, êdî
bi xwe ne dihesiya. Dema terektor bilind û nimz dibû, axîn ji kûraniya
nava wê dikiþiyan, pîrika por sîs a piþt xûzbûyî
bi wê taqeta xwe ya lawaz hêz didayê û radigirt. Þofêr bi lez
terektor diajot, da bigihêjêne bajêr, lê pira li ser avê bi dînamêtan
hatibû roxandin.
Þofêr hewl dida ji bo derbasî aliyê din yê avê bibe;
dema pêle gazê dikir, birêneke bilind dida, ku gelî diþarand, dûyê rêþ
bi hewa diket û ronahî di nava xwe de difetisand û ji cihê xwe nedilivî.
Di valehiyê de tekel dizivirîn, çiqas kevir diavêtin
bin tekelan jî, lê qet feyde nedikir. Heya gihiþtibû wir, rêya ku du seat bû,
danekî rojê li wan derbas bûbû. Serê xwe danî ser dîreksonê, fikirî ji
bo ku çareyekê bibîne. Her carekê dengê nalîna wê dikir, mîna ku bi kêra
kuh ser dilê wî were qelaþtin.
Ji bo derbasbûna avê mecal nedidît û di nava bêhêvîtiyê
de dima.
Pîrikê tiliyên xwe danîn ser çengan, ku nezmê wê
qels dijenîn, bi dengekî xemgîn got: Ka em wê nagihên vî kavilê han, da
em agirekî vêxin; nexwe wê biqefile.
Pîrikê tevî þofêr bi kujikê betaniyê girtin û birin
di kavil de danîn.
Hin aliyê kavil ji þewatê hêre girtibû û hin jê
herifîbû. Ew axa adan bûbû rijî, rah têde miribû ter nedibû, ku bizrik
xwe biafirînin û bipiþkuvin.
Kêzik û kurmik qeliyabûn, dengê kund û qijakan jî
nedihat.
Bêçaretiyê serê xwe bi ser wan de nixûn kiribû, pêjna
mirinê lê dixiste guhê wan, jiyan mîna serma ku destê wan xumorkirî, hîsê
dilê wan jî bûbûne sembelîtik, di çavên wan de, hebûn tev bêwate bûbû.
Pîrika bi salan re bezî, bi ser lêvên xwe yên qermiçî
minminand, ma ev hal e, mirov biqîmeta xwe nizane.
Dilê xwe xistine nîrê zilmê û li ser singa xwe diajon.
Bi dijberiya rûmeta xwe tenê namînin û her weha dijminiya lawir û giyayê jî
dikin. Dehl û rezên vira bûbûn ilhamê evîndaran û tev wêran kirine. Ev
hov in dixwazin jiyanê li vî warê pîroz kor bikin.
Þofêr bi dengekî xemgîn û bi mehdeke tirþeþor serê
xwe da ber xwe û got, ne takek qirþik ne jî þivikek heye, ku mirov agir bike.
Ezê biçim, ka hinek mazot naînim. Çû xertûm ji sindoqê
derêxist û serîkek xiste depoyê.
Serê din xist devê xwe û bi wê nefesa xwe ya westiyayî
heya jê hat mazot kiþand.
Bi kiþandinê re zimanê wî
bi dijwar tujiyê þilbû, bi lez serê xertûmê ji devê xwe derêxist
û danî ser devê metre heya bi nêvî bû. Bi destê xwe yên tevizî rahiþt
metre û mazot bi ser hin kincên ku ji bo paqijiyê bi kar dianîn de reþand.
Bi dehan cara çeqmeq çeqand heya ku pêket. Piþtî agir
berdayê, rimiya agir xwe li nav barîna berfê ber bi ewran ve bilind kir û
esman sorbelek kir.
Pîrikê, di ber re, bi berfê dest û lingên wê yên
giyan di wan de cemidî mist dan, ji bo ku xwîn li nava laþê wê de bigere.
Têhna germê dayê û berada wê þikest. Ji niþkê ve qîr
û hewar pêket, birh dihatinê, çeqên ji parsûyên wê dihatin û dinanên wê
disîqan. Tiliyên destên xwe dixist devê xwe û gez dikir. Perda reþ bi ser
çavên wê de xwe berdida, guhên wê giran dibûn, zimanê wê mezin dibû, di
devan de, tenê dengê xov û hîsê mirinê dihatinê. Pirika ku gelek caran þahidiya
jiyana nû kiribû, bi herdû zendên xwe yên hestîqewîn digirt, zikê wê
misdida û digotiyê, qîza min nefesa xwe rehet bide û bîstîne. Tuzavek xwîdana
tîr diçirisî li ser eniya wê ya gewr, tevahiya endamên laþê wê jandida,
ji kefteleftê careke din bêhêz ket.
Di nav gavên mirinê de canek ji canekî dihate xilaskirin
û hiþê wê diçû.
Ji niþkê ve pora serê wî xuyabû, bi hatina
wî ya dinyayê re wîqên pêket.
Bi wîqêna wî, bêhna tirsê belav bû û pêjna mirinê
reviya.
Pirikê bi lez bi paçekî pak ji þiliya avasorkî zuhakir
û roviya dirêj bi meqesê birî û xiste nava pêçeka ji þiadeyê hatî çêkirin de, ku mîna þîr spî û bi
gulên rengîn neqiþ kirî û zarok da ber singê wê. Laþê wê yê westiyayî
ji êþ û janan hêdî hêdî ditevizî.
Bi kerba þewata kezeba ku du zarokên mirî di dil de bû,
bi wê mêhlê destên xwe yên qels pelandiyê, da maç bike lê zendên wê arî
nedikirin, sisit bûbûn. Nava wê kelî û pêl da, ew hilma pêlan ber bi jor
ve fûriya, rondikên þabûnê xwe berdan çavên wê yên kanî çikiyayî,
nefesek ji bêhna wî kûr kiþand.
Wê bêhnê êþ û jana roja pê da windakirin, xem û kulên
mihan pê da jibîrkirin.
Hêvî û heskirina xeyalên salan li nava wê dema reþ de
pê da hîskirin.
Çira wê pêket, biwîna wî giyan da wir û hêvî ji
mirinê vegerand. Pîrikê serê sînga wê guvaþte ser lêvên zarok ji bo
firek bibe.
Lêvên xwe yên nerm û sor tama ewil tamand.
Hêdî hêdî dinyayê veda, perda ewran qetiya û ewr ji
hev belav bûn. Rûpîroziya rojê hên qamekê
xwe nîþan dida û amedekariya hilkiþandina xwe ya piþt çiyan dikir.
Bi tîrêjên xwe cara dawî ji wê rojê ew himbêz dikirin. Mîna keskesor rijiyabe, lêlan û xalên renge reng diçirûsîn li ser bereqiya rûsipiyê berfê. Li terektorê siwar bûn û bi dil tijî û awir germ berê xwe dane malê.