HÊVIYÊN
DI DIL DE HILGIRTÎ
RÛKIYE
ÖZMEN / MARBURG
Pîþta wê xwûz bûbû, parsiyên wê yek bi yek dihatin hejmartin. Herdu
hinarekên rûyan tew bi tew bi ser hev de nijnibûn, bijangên wê yên jor
kurisî bûn û yên jêr weþiyabûn. Li ser çavên wê tuzavek reþ raniþtibû.
Kuçika nava wê timî pêketîbû, têhnek bê hêvî dida gewiya wê, lê berî
ku keviyên çavên wê þil bibin û rondik bikevin herikandinê, baweriya wê
ew têhn dimêt û bi þûnde dida vegerandin. Ji tirs û xofê dûr, konekî
zer li peravê dilê xwe vegirtibû, bi hezkirin di bin de hêvî dilorandin. Li
nava nayloneke ku li ber tavê meriqî, di ber keviya zinarekî de, li ser du þivên
darê rayêxistî, bi evînek veþartî hînî jiyandina jiyanê dibû.
Bayekî nerm, bê deng rûdêmê wê firikand û ji xew hilçenî, bi destê
xwe yê ser tiliyan terikî, du kulm av avêtin rûyê xwe, bi ser xwe hat,
zeraqeyên ronahiyê wek þevtên keskesorê, ji dizî ve, di bin kolika wê re
xwe didane xuyakirin. Porê xwe yî gewr, ji þûn ve hûna, destmala xwe ya
belek da dora serê xwe û lewendiyên xwe li zendên xwe badan. Di ser xwe re
meyizand, lêlavên ewran spî bûn, ezman kirasekî þîn bi ser singa xwe de
berdabû, tîrêjên rojê li pêþber diþêliyan û di bin basikên xwe de ber
bi gund ve dibir.
Lingên wê sivik dipekîn, her ku nêzîk dibû, bêriya wê herikandina
xwe xurtir dikir, bi hêztir dilê wê dida lêdan. Dengê xwezayê bilind bû,
wexma axê, hilma avê, gûþêna bayê, bihna giyayê dev û pozê wê bi xweþbînî
himbêz dikir. Lê ker bûbûn berqef û ji wan dengê cotkaran nedihat. Gulên
mêrgê çilmisî û ji bêriya bilûra þivanan sernixûn bûbûn. Mexel lal bûbûn
ji ber nebûna bêrîvanan. Konekî reþ xwe li ser gund vergirtibû, li ser stûnan
qijakan hêlînên xwe çêkiribûn.
Dema gihiþte serê gund careke din vegera wan rojên xedar û wan rojên reþ
deqe bi deqe di çavan de zindî dibûn. Dîmenê kenê ser lêvên leþkeran ku
xwîn pekandibû, li kolanên ku têde bi gava pêþî dest bi rêwîtiya jiyanê
kiribû kete bîra wê, hatin dêran li nava gund bariyan, guloka ku ji kela wê
ya bi mehan hatî rêstin, bi êþ vereþiya. Ew dema ku bi rojan bê av û bê
xwarin mayî, kazkazên zarokan ji ber xwestina mêhtina pêsîrên diyên xwe
û nalîna nexweþên bê çare, qêrîna qîzên ku biskên wan di nava destên
biqirêj de dihatin veçirandin û lêvên wan ji ber xuþandina bi erdê ve þiq-þiqî
bûn, di guhan de deng didan. Di çavan de rûniþtibû wêneyê dayîkên li
nava serên xwe dixistin, ji ber êþan dilê wan diþewitî û xwîna kezeba
wan bi devê mûçinga guh dihate dohtin û guliyên reþ ên xortan di bin potînê
lewitî de dihatin sihirtan...
Pêtên agirê bê dû li nava wê xwe hildavêt, pêlên janê çemê
kezeba wê dipijand, jiyan ji ronahîyê dûr di nava zilomatê(tariyê) de mabû.
Li dora xwe dimeyizand, çavên xwe li malê digerand, ji bo ku malê bibîne. Lê
mal wer wêran kiribûn, ku dîwarên hewþê û ode ji hev ne dihatin naskirin,
hêkên çûkan bi serê serdoran ve perçiqîbûn, keleþkorkên hacî-reþkan
bi zikê ber malê ve hiþk bûbûn. Werîsê deydikên zarokan bi stûnan ve
qetiyabûn. Meþk bi lewlebanên xwe ve çiriyabûn, nivînên ji liva berxan li
ser yanan bûbûn þikêra toza reþ. Embarên genim û ceh, kuwarên nîsk û
êrd berdabûne erdê, þekir û dema çayê tev li hevdu kiribûn, rûnê malê
helandibûn, bi ser werkiribûn û bi darikekî kuftikê agir berdabûnê.
Ka di kadînan de kizirî bû. Baxçika
ji lûfik û gorên rêsî, ku hên cihêzê bûkaniya wê têde bû di sundoqê
de li ser astêr pêçava agir pêketibû. Çavên wê mîna du pizotan diçirisîn
û dûmana ku bi ser gund ketibû, bûbû fetisandina pêþeroja hêviyên
zarokan. Qijêna agir þax û guliyên darên hurmî û darên miþmiþan bi tîrên
reþ birîndar kiribûn, sozên keç û lawên hezkirî giriyabûn. Jiyan li ser
wê bihuþta cîhanî bi birîndarî zorî koçkirinê bûbû. Lê di dilê xwe
de hêvî hilgirtibûn, dilê wê li kolan û bênderan neqiþ bûbû.
Ne taviyên biharê yên bi þape, ne jî qijêna kelegerma havînê û babelîsoka har nekarîbûn þopên lingên wê, awirên çavên wê û hestên dilê wê ji wan kolanan winda bikin û bidin nixumandin. Ne jî þûrê înkarê karîbû wê hêza girêdana wê ya bi wir ve bibire. Tewê goþtê sînga wê bûbû ji ava jêderên wan kaniyan. Nefesa xwe ji bayê berbangê dikiþand. Evîna wê ji birûskên taviyên biharê bû, li wir ketibû. Vîna wê ji bilindbûna wan stêrên ku li ser serê wê digeriyan bû, bi wê axê re bûbû yek, berî ku bi xwe zanibe. Derna ku jê dûrketibû bûbû xerîbê hebûna wê û li xwe digeriya, dilê wê êþiyabû û ew bi ser xwe de kiþandibû, bi benê ne xuyayî, bi gihiþtina wir ji nû ve xwe di zikê jiyanê de himbêz kir. Bi baweriya xwe ya bê hempa, dest avête tevþo û temelê dîwarê xwe kûr kola, berê reþ nijinand û ji axa sor dot, serî bi þaxên berûwan ava kir, li hewþê dareke çam çand û ji nû ve dest bi rêwîtiya jiyanê kir.