|
Keþtiya azadiyê RUKIYE OZMEN Li
ser vêxakê bi hezar salan e guneh li ser
gerdena wê bûbûn qeyd û di zende mirovahiye
de zingar girtibûn ku li benda
vekirine bûn. Zingena kilîtetevlî baye
demsala zer bû. Ji bilindahiya çiyayan xwe
ber bimesîlan ve berda. Lêvên
qeliþî ye ser rudêmên axa adanji
vexwarina rondikên sor
westiya û hawara
xwe gihandin Cudiye Pîroz. Çiyaye
serbilind piþtî beriya hezar salan
keþtiyek dinji nav mijangen xwe berda
li ser derya ji hestan furyayî, ber bi
dile Zîne ve… Kur û keçên berevanê Zîne bûn
xwe ji kendalên bê pir
berdabûn tevî
zaroken li ser xaka xwe firþike penaberiye
vexwaribun… Mem’an singa
xwe debû baye þîn ji Baþurê Dil, ber
bi Bakurê Dil ve dimeþiyan. Þilêran serê
xwe bilind dikirin û behn didan bûk û
zavayên ku bi keskerenge jîndariye wergirtibûn.
Semawenda wan bi kirasên keskesor
digriya stêran xwe li ber fermîskên çavên wan
yên tîrej ji agir ranegirtibûn. Reþa
perda þeve ruye xwe nixumandibûn.. Li
destên wan hesteye Berzencî,li piþta
wan teriþek ji þelema Mele Mistefa û
ji singa wan beriya Qadî Muhemed difuriya, bi
stêrrkên çavê Leylayan dirihreþka Bekoyan
birîn, Xabûr sipî û Sermest
xecxecok avdan. Keþtiya azadiyê li
ser ramusanê dildaran diherikî ber bi
warê Selma ve... Dil
ji þeyda diçû. “Tu
mebê bê ser û bê samanim, Gulê
baxê îremê Bohtanim, Þebçiraxê
þebê Kurdistanim.” Kevoken
sipî ye ser helîna xwe qirumî bi
sed salan, çivîken xwe bi þîne bayê
bajare Pêxemberan firandin ber bi Girava
Mifta Azadiye ve. Keþtiya
aþtiye dimeþî li ser milen ciwanan...
Ref bi ref pêl bi pêl
mezin dibû dîlana
sozdayîyen xewna Xanî. Bave
zaroken agir û rojê. Rengê
murekaba wî zer niqutî. Va
edî hun þiyar in xwedî yekitî û reber
in Bi
pênûs û huner in We
diyarkir kir ku Hûn
welatperwer in. Êdî
bi we bawer im. Keþtî
li ser gurze sond û peymana dimeþiya
nava þaneþina Birca Belek Giyana
Bedirxan ji sirgune vedigeriya himbeza
zeroken xwe Bilura xorte
çeleng di
hungura tavehîv
û berbangê de
olan da. Strana azadî
û serbestiya Kurdistane Dinehwirîne û
dengê wê stranê, mîna
tîrejen rojê ên pak û zerîn dikeve
nav dil û guhen me. Tu
xemrevîna dilketiyên welate min. Abidîne
fitîla Newrozan endamê laþe
xwe winda ditîn û tiliyên xwe yên xwîn
jê zuha bûwî bilind dikir... Qîzen
bajare Gerzu Bakur da (Cizîr)tevî
Berîvan, rondikê qerqaþ pê mijangê
xwe þeh dikirin û ruyê çilmisî ji
nuve geþ dipiþkivîn. Keþtiya
aþtiye li ser destên rumete diþemitî
li ser riya Hevrîþîm re giran giran
demiþî... Baven piþtxuz bûyî mecnunen dil
be kopal dibeziyan ber bi hembeze
ve. Keþtî
difiriya li ser dilen Tîtiyan ber bi
gunde Silîle ve. Dengê giyana gulekirî dihat
digot; Lawo ji beriya we pore me
sîs bu.. Dayîkên þeydayên kezebê çavên xwe kilkiribûn xwe, reþiya
xwe qetandibuûn zaroken xwe
yen mahkumê azadiyê bi lêvên xurînî bejna
delalên xwe radimusandin ji kerba
be hempa. Deþta Mezobotomya ruye
xwe ye betonkirî diqelaþt û pêþengiha bermahiye
xwe vedikir. Þîne sayiya ezman
qube pîroz li Tora bidin li gerdena
xwe neqisandibû… Keþtiya
me li ser kenê zelal, bi uxur re
diherikî ber bi dilê zîne
ve kelha ku bedena
xwe ji êþên zarokên roje hunandiye u
dîroka ariyan di ruye xwe de vaþartiye bejna
xwe sipî xemilandibû û bi germiya
agirê reþbiskê Zekiye pêþwaziya rêhevalên
Mazlum dikir… Amed
bajare raza dilan, Xwiþka
Mehabad… Hezkirya
Hewler Birîna
Qamiþlo. Buka
welate min… Serhildan te xweþik
e… Bi xweþikbuûna te ez qeþeng nazelîn
dibim. Ez
li te,tu li min, Mem li Zîn bila her pîroz bin...
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org