LI CIZÎRÊ NEWROZ PÎROZ BÛ
Rukiye Özmen
Dilopên ava zelal ji berfa spî, a bi wî kofî li ser kopên Cudî diniqutîn
erdê. Ji rûesmeriya axa adan a nû zayî, helm dilêliya û ber bi þînesayiya
esman ve bilind dibû. Qelfên ewran ên ji hev qetiyayî li jor sema dikirin û
xunav berjêr dibarandin. Kanî diteqîn, mesîl bûbûne avzêm, gulên nû piþkuvî
tacên biharê bûn. Giyanê tevizî bi pêjna evîna winda li xwe vedigeriya.
Gotinên di bin lêvan de, bi salan veþrtî, li kolanan bi deng dihatin bihîstin.
Kelecaneke bê hempa li ser rûyên bi hêvî dibeyivîn hebû.
Wê sê rojan dikan bihatana girtin, ji lew re, gel hev agehdar dikir, ji bo pêdiviyê
malê bêne kirîn. Sedem, bersiva kurt ew bû, wê pit giriya serhildana Misêbînê
bihata ne kirin. Li kolanê nîka li ser kû û kûdê dikan ê bêne girtin
germ bûbûn. Kalekî bi kopal got, dibêjin li Elihê jî dikan girtine.
Lê Pismamê min ê hîna mifte di destan de got, ku niha ji Elihê têm, dikan
tev vekirî bûn, lê îro lebateke ku nedihate fêhm kirin di nava gel de hebû.
Mêhvanê ku ji ber lêgerîna dewletê, ew sê roj bûn li mala me bû, her
qala coya berxwedana Misêbînê kiribû.
Rûyê wî yê esmer tijî ken bû, çavên wî yên belek hêvî jê pijiqîn
û got, wê sibihî Kurd tev ji gornê bidin xwe û ber bi jiyanê ve bimeþin.
Lekan lez dabûn amadekariya kozikan û di her kolanekê de panzêrek bi cih
kiribûn. Rûyê xwe, ji gunehkariya mirovan, bi maskên reþ bêçabûn. Berê
silahan dabûne kolanan tiliyên wan li ser teltikan bûn.
Bi tirs tev digeriyan, tirsa wan di rûyê wan de diyar dibû, ji panzerên xwe
danediketin, lê tirsê hikiya wan jî guhêrîbû, êvara bi lêvên reþidî
digotin gel: Herin malên xwe, ger hûn agir vêxin emê we bibine hepsê û
agirê didîtin vedimirandin.
Wê þevê xew reviyabû, bi bêriya keserên salan deqe dihatin hijmartin. Her
kes li benda sibehê bû, wê sibehî bi kirina me çi bibe?. Þevê perda xwe
bi lez hilandibû, dûyê reþ xwe bi þûn de vekiþandibû, bayê kur tirs dabû
ber singa xwe û ji wir dûr kiribû. Aso hîn dikeniya, lêvên esman sor dibûn,
rojê hedî hêdî bejn-pîroziya xwe nîþan dida û siha li ser Sefînê dimêht.
Tîrêjên xwe berdidan singa Dîcle, ne agir dikarî bi germa xwe þiliya avê
zuha bike. Ne avê dikarî bi cemidandina xwe têhna rojê sar bike. Av û agir
ji hev dûr, lê di rêya tîrêj û zelaliyê re hevdû himbêz dikirin.
Valahiya sibehê deng bilind bi guhan dida hesandin.
Fermandar sext li muxtar kiribûn, ger pê bisim, kesek tenê jî tev li mîtîngan
bibe, tu yê min li hember xwe bibînî û hesabê wê tenê tu yê bidî, tu
zanî gelek sucê te heye.
Çi texsî û dolmîþê ku biþixuliya, leþkeran lêgerîn li wan dikirin û
erebeyên ji derve jî bihatana, tîmên teybetî biþûn ve dizivirandin,
biryar dabûn, ku kes ji malên xwe dernekeve.
Lê herku roj bilind dibû, cîhan ronahîtir dibû, berî bi kelecantir hiþyar
dibû, bi hiþyariyê hêz xurttir dibû. Li gel hemû astekiyan jî, ji hemû
gundan çi bi peyayî, çi siwarî, bi taybetî xwendevanan xwe gihandibûn meþa
pîrozbahiyê. Eþîrên ku dijberiya hev dikirin, destên hev guvaþtin û mil
bi mil meþîn.
Jin û mêran bi cilên neteweyî dîlan digirtin, bi strana Herne Pêþ û Bêrîvanê,
li ber agirê pîroz û bi hîsên kûr dililiyandin. Dema rimiya agir bilind
dibû, ji çirûsandina agir, xal dikete keskesora li ser eniyên keçan, awir
ji çavên wan ji pêþerojê re diþêliyan. Wê rojê mija li ser mêjî belav
bûbû, cemeda li dora dil boyî xelkê heliyabû.
Neviyên Xanê xwe ji Beko vedizîbûn û hatibûne hevdîtinê, ji dilan çirûsk
dipijîqîn û pêt digirt, wê pêtê þopreþiyên koletiyê diþewitand.
Ronahî vebûbû, hemû kurdên li cihanê bi têhna wî agirî germ bûbûn, bi
wê germahiyê laþê çarparçe bi yek kiribû û jiyan ji nû ve zindî bûbû.
Bi kelecan em li ber dengubasê êvarî runiþtin, pêþî qala çend nûçeyên
bê wate hate kirin, ji niþkêve Cîzîr li ser neqiþê bi nuxteke sor hate
xuyakirin, bi wî dîmenî dilê me bi basikên bazihre li esman rêsiyan.
Spîkera ku dest û lêvên wê direidîn, digot bê îzna dewletê terorîstan
êriþ me kirine, du kes hatine kuþtin û pênc kes birîndar bûne, bi lez di
ser re derbas bû.
Ew hînî derewan bûbûn, ne do, lê bi gulbarîna wan, çar þehîd bûbûn,
bi dehan kes hatibûn birîndar kirin û girtin. Dema leþkeran li ber keviya çem
posterê Mistefa Kemal yê çîmento dîtibû, ku zarokan bi þelîtê
xirxirandibûne wir, bêhvila wî jê vekirîbûn.
Bi sedan zarok hatin binçav kirin, zarokan di îfada xwe de gotibûn, me xwest,
em wî ji þer dûr bikin, lê pozê wî di rê de þikest.
Wê rojê çar find pêketibûn, finda here geþ ya Abdinê ciwan bû, ku canê
wî yê nazik di bin lingên panzêrê de perçiqî bû. Bêhna xwînsoriya wan
þewq dabû ala bilindbûyî, bayê zer li þînesayiya esmanê Botan pirepir bi
wê alê xistibû.
Wê rojê bîst û yekê adara hezar û nehsed û nodî bû. Newroz li Cizîrê
pîroz bû.
Bi germiya wê rojê newroza we pîrozb e.