Van hefteyên dawî,
dîsa niqaþên li ser çareseriya pirsgirêka kurd gihiþte asta herî
bilind. Serokkomar, desthilatdarî û muxalefet, dema ku ji Enqerê
dur dikevin li bajar an jê li welatên ku serdaniya wan dikin, li ser
pirsgirêka kurd qala formulên cuda û nimûne ji welatên ku di aliyê
sosyoetnik de wekî Tirkiyeyê ne didin.
Lê ji aliyên din jî, bênavber operasyon, hewayî û bejayî didomîn
in. Ne arteþa ji desthiladariyê re dibeje çima ev pirsgirêka tê
nikaþkirin, ne jî desthiladarî qala operasyonên tên meþandin
dikin. Di halê hazir de her du alî ça vên xwe ji hevre digrin bi vî
awayî heta pêþerojê encama vê rastiyê bê dîtin. Serokkomar
Abdulah Gul di serdana xwe ya Bexdayê de peyva Kurdistan bikaranîbû.
Pîþt re jî çû þamê û got pirsgireka kurda ya herêmî bi
bilindkirina standarbûna demokrasiyê wê bê ça reserkirin. Di
serdana xwe ya Qazekistanê de çareseriya pirsgirêkê dubarekir.
Bêguman dema kîjan partî dibê desthiladar, mesela kurd di nava þer
û niqaþa çareseriyê de dibê û tînê, bi vî awayî dema
desthiladariya xwe û her wiha xapandina gelê tirk û kurd direj dik
e. Dema ku mirov hinek baldar be dê bibîne ku desthiladariyên bist
salê dawî de, hemûyan di niqaþ li ser çareseriya pirsgirêka kurd
de hebûn.Lê ew jî tev durî bajarê Enqereyê, ya di serdaniyê xwe
yê Amedê de, ya jî ji derveyî sînorê tirkî.
Suleyman Demirel di dema serokweziriya xwe de gotibû ez realita kurd
dinasim, Tansu çîler dema bûbû serokwezîr û çûbû Îspanyayê,
ji bo kurda qala modêla baskê kiribû. Lê di van salê
desthiladariya Silêman û Demirel û Tansu Çiler de, þerêkê qirêj
li hemberî kurda hatibû meþandin, bi hezaran gund hatibûn þewitandin
kurd ji cîh û warê xwe hatibûn koçberkirin û hîna li hestiyên
zarokên xwe digerin. Serokwezir Tayib Erdogan jî wek yên din jî
durî bajarê Enqereyê got ku pirsgirêka kurd pirsgirêka mine jî.
Dema merov van daxuyaniyên rayadarên dewleta tirk guhdar dike. Serpêhatina
Muso Kovexî, ku di folklor û zargotina kurdî de cihekî wî heye,
li bîra mirov tîn e. Muso Kovexî ji gundê kovexêbû û serkêþê
gundbû, Kovex dikevê rojavayê Cizîra Botan: Her çendî dijberiyek
di navber Mîr û Muso de hebû jî, lê tim Mîr rûmetek mezin dida
Muso. Dema ku mîr xulamê xwe rêdikirin bo bêþ û xercê gundiyan,
Muso her dibêje ez xercan nadim û xulamên Mîr vale vedigerînin, lê
Mîr ji ber vê helwestê, her emir didê xulama ku Muso biçi balê
ji bo çi xercên xwe nade.
Muso dema diçe ba Mîr, dibêjê mîrê min ez ê xercê xwe bidim…
Mîr dibêje xulaman biçin gundê kovexê û hinek axa wir tev Muso bînin
vir, wê axê bixin bin xaliyê û Muso li ser wir runênin; xulam diçin
pey Muso ku Mir gazîkiryê, hinek ax jî ji gund tev Muso bixwe re
dibin, wê axê dixin bin xaliyê dema Muso tê ba Mîr li koçkê çiyê
ku lê runê jê re nîþan dikin.
Mîr carek din dibeje çima xercên xwe nadê? Muso pir bi hêrs dibêje
ez tu bêþ û xercan nadim kesî. Wê demê Mir fêm dikê ku mesela
axê ye û ji bo ser jêkirina Muso, banî celada dikin. Pîþtî Mîr
hinek difikirê dibe Muso ne merê kuþtinêye wî berdin.
Hêvîdarim ku êdî rayadarên tirk, cihê ku daxwuyaniya lê didin,
ji wî cihî hinek ax bixwe re bibin bixin binkursiyê xwe ku niqaþa
çareseriya pirsgirêka kurd li hundurê parlemntoyê de bikin, û êdî
werê têgihiþtin ku çareseriya mesela kurd ne di nava rijandina xwînê
de ye
-