PANZDEHÊ
SIBATÊ
Rûkiye Özmen
Sibat bi bê ûsiliya wê ya ku dihundire di þev û rokê
de dikare bibe berf, baran û tavik nasbû, lê me gelekan ne dikarî bawer
bikira, ku wê ew þeva di nava reþmija xwe ya sar de guhartinekê li ser me jî
çêke û dîrokê li me gelek barbike. Ecawîtê ku xwe wek mecbûrkirina
xwarina mafê mirovan didît li ber objektivan rawestibû, ji serî heya binî
di nava xofeke bê hempa de dilerizî û di got Serokê PKK li vir e.! ew deng
xwîn di rayê min de qerisand dilê min ji hestan hate guvaþtin, awirên min
þikestin wek ez ji ser rûyê cihanê biþemitim û bikevim valehiya gerdûnê:
Ramana min îdî ti hevok saz ne dikirin, tenê pirsên mîna ku
min çiqasî hewlda ji bo ku ez nekevim nava vê bêrûmetiyê, di serê min de
dixiþmijîn. Li nava kolanên betonî min digot qey hemû mirovan goreyên reþ
kiþandine serê xwe. Gel berî berbangê raweþehabûn kolanan, hesabê li ser
maseya gilover hatibû kirin, kurdan nedihiþtin li sûkê derkeve û dîrok
dihate berevajîkirin, temenê hatî danîn, ku li ser bazara parvekirinê hatibû
kirin, kurd hemû aliyan ber pê diçûn da biparêzên.
Mal jibîrbûbûn, kolan bûbûne mal, sir û seqem birçî
û tî, ji her dilekî parçeyek hatibû revandin û qefes kiribûn li geraveke
bi kesayetan xwe dabû naskirin. Li Strasburgê çalekiyek li ber devê
parlemana Ewropa hebû; xelekek ji wan çalekiyên ku bi mihan bû didomandin.
Me çend hevalan hevpeyvîn çêdikir, dema
min nêrîna nemir Dr. Rodî standibû li ber agirê ku destên xwe yên
sar germ dikir, darikek li nava agir da û got, em ji vî agirî hez dikin, berê
ev agir bi xwîna me vedimirandin, lê îro ew xwîn bûye benzîn û em
berdidin ser agir, ji lew wê ev agir timî geþ be.
Herroj bi dehan parlemanter ji her alî dihatin û serê
xwe dixistin ber xwe, di ber me re bi lez diçûn hundir. Erd di bin lingê me
de dibû herî ji ritmik û xweliya nav daran, ew herî jî qeþa digirt, hiþk
dibû, car caran me naylonek dadinî û em bi ser xwe ve diçûn. Çadir hebûn
lê ji bo zarok û dayîkan bû. Kursiyên dirêj ên darî me didan ba hev û
betanî digirtin piþta xwe û me xwe li ber agir germ dikir.
Ew hefteyek bû, ku çalekiyê li wir bê navber didomand.
Çend roj bûn gotinên ku hin kurdên qels û ji xwe re kor bixapînin di hin
rojnameyên ku bi salan e ji bo tunebûna Kurdan hewl didin derdiketin:
Wê þevê televiziyonek li ciyê çalakiyê danîn û me guhdariya nûçeyên
Med-Tv kir. Dozgerek çûbû giravê
û gotibû, ev tiþtên di rojnaman de belav bûne nerast in. Ciwanan dest bi dîlanê
kiribûn. Polîsên ku ji bo berevaniyê hev diguhartin wê þevê tevgereke ji
yên þevên din cudatir hebû, min ji hevalekî re got, evqas erebe ne yên ji
bo guhartina berevanîyê ne, wî got ditirsin ji lew pir hatine, hîna me
axiftina xwe didomand, ji niþkê ve êrîþ anîne ser me. Bombên agir û bombên
mijê avêtin me, lê em di nava daran de bûn, ji lew zêde bandor li me
nedekir, hin kesên temenmezin û zarok gelek ji bêhnê dilburî dibûn.
Kameraya min di erebê de bû. min got ezê wêneyan bikiþînim, lê li ber
erba me agir bi erebeyekê ketibû û polîs ne dihiþit kes derbasî wir bibe.
Paþê kekê min çû kamera anî, hin min û hin wî, ji wê þeva ku þevek bû, jê rêsîna êþa sedsalan dihat, me wêne kiþandin. Di nava wê kelecanê de yekî darê xwe dihejand û digot, çima ev þer nakin, rawestiyane? Yekî din lê qulibî û bi henekî got, seatekê agirbest e. Her diçû hejmar zêde dibû, ji hezarûpêncsed kesî heya seat sisêyê þevê hejmar giha çar hezaran, kes raneket heta sibehê. Heft kes bi derbên biçûk wek þikestina serî û xirpiþandinê birîndar bûbûn. Ji nava çar hezaran sê kes revîbûn, polîsan ew girtibûn avêtibûn hepsê. Çadira ku ji erdê bi qasî sisê metran bilind, tiliya kesekê ku bomba agir a polîs avêtî û wî xwestî ji nav gel dûr bavêjê di destan de teqîbû û tiliya wî ya gizrê di nêvî re qutbûbû, wê qetê çadir qetandibû û di nava çadirê de ziçilîbû. Bi panzêrên biçûk dabûne ser cihên wek melbex dihatin bikaranîn û pêle amûrên muzîkê dikirin, teknîk tev hûr kiribûn. Merov digot qey nemir Mela Mustefa Berzaniyê rêber ew hevok ji bo vê rojê hûnandibû, ku gotibû li cem wan tonek petrol çêtir e ji deh ton edalet: Sedema wê êrîþê jî qaþo dengê muzîkê derdorên wir aciz kiribûn. Daxwaza ku wê ji parlemanê heyetek biçê Îmraliyê hatibû pejirandin. Deng hat, ku xortekî xwestiye xwe biþewitîne, dayîkekê qîrek da û got, ger hûn nasnameya xwe dixwazin, wan biþewitînin yên kezeba me þewitandine. Lê bêyî ku ew kes tu zirara fizîkî bibîne, agirê wî vemirandin: Li wir çalekî bi dawî bû û ji wir gel berê xwe da çalekiyeke din. Yên xwestibûn bi sira panzdehê sibatê germa panzdehê tebaxê sar bikin, keç û xortên ji bo rûmet û nasnameya xwe kalê Þêx Seîd fedîkar nekirin û panzdehê sibatê li panzdehê tebaxê mehr kirin. Va ye dîsa îro bi germiya agirê panzdehê tebaxê serma panzdehê sibatê tê þikandin; li Kurdistan û derve, bi teybetî li Strasburgê. Wê ev karwan her bimeþe heta ku em jî mîna hemû mirovahî bigihêjin azadiyê.