TABLOYEKE
BI ÊÞ
Rûkiye
Özmen
Bi hêtên
ji kilsê sipîkirî ve,
wêneyeke mezin hebû,
ku du mirovên bi þal û þapik
þelemên gulhur ji rîsê rengînî hûnayî li
bejna wan þidiyayî bûn. Destmalên belek, kufî bûn li ser guliyên
wan ên reþ. Li kêleka wêne, turikek bi gulîvandikê, ku bi tevnê hatiye
çêkirin daleqandî bû. Li her çar aliyên odê doþekên singer danî bûn,
li ser doþekan balgiyên rû etîmînî bi gulan neqiþkirî li rêz danîbûne
ber hêt. Hundir gundek ango taxek bû, surgunî
wî bajarê xerîb bûbû. Jinên nafser û bûkên nû bi edeb li ser doþekan
runþtibûn û pala xwe dabûne balgihan. Li her aniþkeke odê du jinan serê
xwe nezî hevkiribûn, nimz dipeyivîn, qala êþ û bîranînan;
qala xewn û hêviyên xwe dikirin.
Her dem
derbas dibû, jin pirtir dibûn, çi mêrên derbasî oda mêran dibûn, xatûna
wî jî dihate oda jinan, bi xemgînî û germ dayîka reþgirêdayî, himbêz
dikirin. Çendî ji kesê çûyî li ser dilovaniya xwe agehdar jî bûbûn, lê
careke din ji dayîka wî dixwestin fêr bibin. Dema dayîka wî qala çûyîna
wî ya li ser dilovaniyê dikir, çavên wê yên westayî ji rondikan zuha miç
dibûn û di nav navan re çîroka temenê wî û bîr anînên wî yên germ di
nava hev de digot, carina radiwestî, kela wê tijî dibû û di qirika wê de
dixitimî; peyre rondikeke hûr û zelal digindirî
ser ruyê wê yê genimî. Wê demê keserek dikiþand û hinekî rehet dibû.
Çar jinên ku ji dûr hatibûn bi hev re derbasî odê bûn, heznî tev rabûn
ser xwe û her yekê cihê xwe ji bû yan din vala dikir û bi milên wan
digirtin, digotin hûnê li cihê me rûnin.
Pîþtî
ku serxweþî li dayîka reþgirêdayî dan, hevala wê herdû destên xwe bi
namilên wê de anîn û ew hembêz kir; got erê xwîþkê, me ji ber mirinê
bazda, lê li vir bi mirinekê em du caran dimirin, yek mirin e, yek xerîbî
ye, hîna ew qîra domama min di guhê min de ye, ku di heþta xwe de bi bihîstina
xebera teqîna mayînê li texsiya merê wê, ku her endamekî laþê wî ji
cihekî dabûne hev.
Dilê me bûye
kelekek û di nava derya derdan de noq bûye. Ma wê êdî dilê me çawa bikare
van êþan ragire û wê kaniya çavên me heya kengî têra herikînê bike.
Li kêlaka din
dayîkeke ku ji êþan qermîçonkên xwe li ser rûyê xwe yê ciwan nijinandibûn,
got ew dîmen her dem li ber çavên min e, lawê min ê biçûk bi tifinga ku
bi zorê dabûn bavê wî, leyîst bi yek guleyê bavê xwe kuþt, ew bû
melkemotê wî, zarokên min êtîm man û ez bûme koçera bê zozan.
Dayîkeke din
ku reþ li ser þîn girêdayî, destên xwe hejandin û got Xwedê ji we razîbe,
bihêlin carek din ez binehwirînim, hûn vî destî dibînin? Min bi vî destî
çavên lawê xwe yên reþbelek girtin, xwîna wî bûbû gol û kesên ji ber
bombebaranê bazdidan li xwîna wî diþimitîn, bi þûn xwe de dinêrîn û ji
ber mirinê direviyan.
Keçeke fedyok
ku li dawiya civatê rûniþtî, serê xwe dabû ber xwe û nimz minminand,
xelek di destê dezgirtiya birê min de ma, hema gornên miriyên we diyar in, lê
em nizanin gorna wî jî heye yan na .
Bi gotina wê
keça ku hîna bêhn û germiya welat jê dihat, xwîna tîr bi lez geriya, nava
tevan kelî û kezeba wan þewitî. Birînên neqemiþî careke din vebûn, bi hênceta
wan gotinan rondikên wan,
ku di dil de veþartî dibarîn li ser rûyên wan aþkere gindirîn.
Odeyeke biçûk,
ku bêhna mirinê mezin jê dihat, li wir tenê girî hebû, li wir tiþtek
mekroh û jibîrkirî hebû, ew jî ken
bû. Ken cêwiyê girî bû, lê cihê xwe jî dabû girî, ji lew re girî xweþik
bûbû.
Ji hina axîn
dihat û ji hinan dengê îskan dihat, ji hinan jî dengê lorîkên êþê
bilind dibû.
Zirênî bi
telefonê ket, piþtî ku sê caran lêda, bangkirin dayîka reþgirêdayî:
Were telefon ji welat e, dixwazin bi te re biaxivin. Dengek û pêjnek hate bihîstin,
deng got kezeb û pêjin jî mirêna wê ya ketî erdê bû.
Dengê ji aliyê
din yê telefonê kur û xemgîn dihat, digot niha em ji goristanê vegeriyan,
ger xwelî bibariya wê ji mirovan neketiba erdê. Du jinan destên xwe avêtnê
û ji erdê bilind kirin. Hin ava koloniya di ber pozê wê re birin. Piþtî
demekê hinekê bi ser xwe ve hat, piyaleke av dane dest, qurtek bi lêvên xwe
yên qeliþî mêht û þûþe danî erdê. Serê
xwe bir û anî, got: Lawo ! Birîndaro lawo! Min bûyîn û mirina te dît, lê veþartina te ne dît.
Kurê wê yê
þeþmeheyî qêrînî pêket, ji oda din keçeke ciwan kurik anî û da ber
milan. Wê di nava wî agirê veþartî de ew himbêz kir û bedena xwe ya þîr
lê zuhabûbû xiste deva, destê xwe bi porê wî yê nerm ve bir û anî û
nefeseke kûr ji bêhna wî ya pak kiþand.
Li çavên wî
yên biçûk nêrî, got arama min, hêviyên mezin di çavên te de diçirisin,
bi roniya wan te hinekî agirê nava min vemirand.