Xeyalên
wî pêre dibeþiþîn
Rukiye
Özmen
Deftera ku diya wî jêre ji bajêr kirîbû, tevî pênusekî
reþ û jêbireke þîn, hên êvarê xistibû çente. Daku dilê wî rûne û
tu kêmasî nebin, careke din li çenteyê xwe nihêrî.
Ji pêjna pêyên wî diya wî ji xew hilçenî ?got lawê
min hîna zû ye, here saeteke din ji xwe re rakeve. Lê ji kelecanê xew ji mêj
de ji balê reviyabû, çû melbexê þipya du pariyên nan li tûka mêst dan,
xwar, diranên xwe firçe kirin, li ber neynika kevîþikestî guliya xwe þehkir,
onlika reþ li xwe kir û yaqa spî li dora stuyê xwe girêda.
Zendê xwe yê zirav li derbenê centê xwe hilkiþand,
xatir ji diya xwe xwest û bi ber dibistanê ve meþiya. Xuþêna bayê peyîza
pîr pelên daran ji þaxên wan diqetand û di nava lingê wî wer dikir.
Dilê wî yê biçûk ji pêjna firêna basikên beytikekî xurttir lêdixist, xeyalên wî yên hînbûna xwendin û nivîsê êdî ketibûn rastiya bicihhatinê. Ji awirên wî bextiyarî diþêliya, lingên xwe yên zirav û dirêj mîna yên kengiruyan li cot hildidan û didanîn; wer bi lez dimeþiya, ku ew rêya du kelometre dirêj qet bala wî nekiþand, wisa di demek kin de ew li þûn xwe hiþt û gihiþte dibistanê.
Piraniya zarokan li hewþa dibistanê kom bûbûn,
mamoste zengil da destê zarokekî ji bo ku þagirt li ser dengê wî herin
hundir. Ji sedema ku hevalên wan qala lêdana mamoste kiribûn, zarokên ku navên
wan nû hatibûn nivîsîn diristiyan, ji çavên hinekan libên rondikan hûr
dibariyan, mîna xunavê li ser destên wan daleqehayî paqiþ dikirin, hinan jî
xwe di nava dawa kirasê diya xwe de vediþart, hinên din jî kenê xwe bi girî
û tirsa wan dikirin.
Di sinif de, têra rûniþtina bîst zarokan cih hebû, lê zarok ji bîstan
bêtir bûn. Ji bo cih ji xwe re vala bikin, hevdu bi ser hev de tehf didan. Ew
bê his li ser keviya kursiyeke bi toz û nîvþikestî, ku weke deydikê
dihejiya û zîqezîq jê dihat runiþt; li dîwarê dibistanê nihêrî. Hawîrdor
ji wêneyên M.Kemal nixumandî bû. Di nêrîna wênan de kûr bûbû; ji niþkê
ve ringên ji derî hat, mamoste bi destek cilên qehwerî, qerewatek nîvkevnî
li stû girêdayî kete hundir. Zarok tev rabûne ser xwe, ketin rêzgirtinê;
mamoste gote wan rûnin. Wî li ber masê deftera navan derêxist ?got kesê navê
wê/wî hat xwendin bila rabe ser xwe û bêje ez li vir im. Dest bi xwendina
navan kir; yên navên wan hetin xwendin destên xwe hildan? gotin em. Mamoste bi hêrs ?got ev çi nav e? Ev nav qedexe ye. Dema gotina
“qedexe” bihîst, dilê wî yê tenik, yê ku nû dipiþkuvî çelmisî,
tiliyên wî lerizîn, tuzavek xwehdana hûr li devrûyê wî yê esmer girt,
kela wî tijî girî bû, ji derî vîna wî, sînor kete nava hîs û ramana wî,
ya ku nû li dora xwe dinihêrî.
Mamoste ?gotê: Tu lawê kê yî? Wî serê xwe da erdê
û axîneke kûr kiþand, newêrî navê xwe bêje. Hên li dibistanê ne hatibû
qeyd kirin. Tenê ji bo ku nameyên bavê xwe bixwînê dixwest hînî xwendin
û nivîsandinê bibe.
Mamoste ?gotê: Ev nav kê li te kiriye? Got
bavê min ? Got ma bavê te heye? Serê xwe bi tirs berjêr kir, mîna ku bêje
erê. Piþtî nasandina navan mamoste gote ?zarokan: Herin bêhnvedanê. Zarokan
ji þabûnê kire qîreqîr û hevdu cirandin. Ji lezê leyîstokan, mîna ku bi
rojan di hundir de dîl mabin, vêce azad bibin, wer bi kêf bi derve bezîn.
Mamoste
ban kiriyê û got ? Tu neçe, ezê bi te re biaxivim! Bi
tirs þûnde vegera û li ba mamoste rawestiya.
Ji çekmeça masa xwe pirtûkeke ku wêneyên erebe, keþtî û firokan
li ser bû derêxist, di bin simbêlên xwe yên belek de, bi kenekî derew û
çavekî tijî hêrs pirtûk bi ber ve bir û got: Ev ji te re, ji xwe re lê
binêre, bi keyf dest avêtiyê, rûpel bi rûpel quliband û bi dilþahî lê
nihêrî.
Mamoste got: Ger tu bêjî min bavê te çûye kû û
kengê tê malê, ezê pir pirtûkan bidim te. Ez dixwazim wî nas bikim, da ez
bêjimê ku te li dibistanê qeyd bike. Çavên wî li hev qulibîn û ronahiya
wan melûl bû, devê xwe tijî kir da bêje, lê gotina diya wî bi bîra wî
hat; ?divê tu ji tu kesî re qala hatin û nameyên bavê xwe nekî, ger tu qal
bikî leþker ên pêbihisin, wê me dîsa bibine hepsê, wê li min bixin tuyê
dîsa bigirî û ewê bi te bikenin. Jibîrnebûna wê xofê di giyana wî de
timî zindî bû. Mamoste hewlda, ku wî bixapîne û jê bibihîse, ka bavê wî
kengê tê malê, daku lê gilî bike û wî bide girtin. Lê belê hemû pirsên
wî bê bersiv hiþtin. Dema tiþtek jî dev wî negirt, dest avête þiveke tûyê,
ya ter û rû bi kelem, ku li ba wî bû û got ?: Destê xwe veke û heya jêhat
çar þiv li dest dan, þivê cihê xwe kûr, bi þevtê sor yê xwînrijiyayî
di nava kefa destê wî yê nerm û nazik de çêkir.
Bi hêrs got ?: Eger tu dixwazî werî dibistanê tu û
bavê xwe tevde werin? Eger bavê te neyê te qeyd neke, tu nika were here mal.
Ew laþê weke keremperê sivik wer xam bû, ku mîna giyan jê hat kiþandin
lingên wî nedikarîn di bin de xwe ragirin û bimeþin.
Piþta wî xûz bû, sinif li dora serê wî zivirî, bi
bêdiliyeke reþ rahiþte çentê xwe, bi qevzên giran hêdî hêdî ji
dibistanê derket. Her carekê bi þûn xwe ve dinêrî, pêjnek kûr ji nava wî
dihat, mîna ku pêre xeyalên wî dibeþiþîn û digotin li me vegere, dilê wî
li nava hundirê dibistanê xwe pêçabû, bi mehan bi bêriya wê xewnê xwe þadikir.
Çenteyê xwe li pey xwe dixirxirand û bê hiþ ber bi
mal ve meþiya, heya gihiþte mal, diya wî hate peþiyê, ew hembêz kir û got
?: Min firavîna te amede kiriye?. Bi dengekî ketî got ?: Ez ne birçî me?.
Dema dayîkê rûdemê wî wilo zer dît gotê ?: Tu û
hinan pevçûne??. Got: Na, zarokan qerebalix dikir, serê min diêþe, ez
dixwazim hinekê xwe dirêj bikim?. Onlika xwe avête derekê û çente avête
derekê, xwe xiste quncikekî xênî, eniya xwe da dîwêr û kûr ponijî. Ramana
wî bersiv nedida janên dil û þikestina hêviyên wî.
Daku diya wî astengiyan dernexe, qet qala xwe û mamoste
nekir, xwe xiste nava ciyan û raket. Roja din hinekê dereng çû, dema giha
wir zarok ji mêj de ketibûn sinifê. Destê xwe li derî da, mamoste got:
Derbas be?. Dema kete hundur, gotê ?min ji te re gotiye, ku navê te tuneye,
heya bavê te navê te qeyd neke, tu nikarî werî?.
Mina ku kêrek li kezaba wî bikeve, bi dilek þikestî
þûnde vegera, hinekê li derve rûniþt û fikirî ji bo ku rêyekê bibîne,
da hînî xwendinê bibe. Çav bi pencereyê ket, ku nizim bû û tehtek diket pêþber
pencerê. Çû du kevir danîne ser hev, mîna pêpelûkê çêkir, bi keyf li
ser rawestiya û çavdêriya texte û rabûna zarokan kir, ka wê çi hînbibin.
Mamoste tîpa ?A? li ser texte nivîsand û yek bi yek
zarok rakirin, ji bo hem li ser texte û hem jî li ser defterên xwe binivîsin.
Wî jî pênûsa xwe bi destê xwe girt û li ser pera spî tîpa ?A? xêzkir.
Dema nihêrî ku wek ya ser texte ye, þabûnê di nava wî de pêl da û hicza
wî þikand. Berevaniya xwe jî dikir ji bo ku mamoste û zarok wî nebînin.
Dema zarok derdiketin bêhnvedanê, bi lez ji ber pencereyê bi dûr diket, daku
giliyê wî neyê kirin. Tirsa wî ya mezin Qaso bû, ku ji hêla mamoste ve
weke sîxur hatibû wezîfedar kirin. Kesê ku bi kurdî biaxiviya wê ji
mamoste re bigotana. Cezayê wan jî anîna þîr, penîr û hêkan ji mamoste
re bû.
Yên ew tiþt neanîbana, wê li ser lingekî saetekê li
pê rawestabûna. Her roj, mamoste çi tîp nîþî zarokan dikir wî ew li ser
deftera xwe dinivîsî û li ber tepdê çêdikir heya hînî tevahiya tîpan bû.
Hevalên wî ji diya wî re gotibûn, ku mamoste kurê wê ji dibistanê
derxistiye û nayê dibistanê. Dema ku jê pirs dikir digot: Ne rast e, eva
dersa min ya îro ye?. Mamoste daye min. Hevokên nivîstî raberî diya xwe ya
ku qet yek tîp jî nedinasî dikirin. Bi wî awayî diya xwe dida bawerkirin,
ku ew diçe dibistanê.
Ji bo alîkariyê çû mala hevalê xwe Reþo, ewê ku di
dibistanê de pir zîrek bû. Lê Reþo got, ku ?tu jî arîkariya min a
quraftina tirî bike, vê mehê ezê jî bibime arîkar?. Wan þertên hevdu
pejirandin û ji hev re bûn du hevalên ji dil.
Piþtî dibistanê bi hev re diçûn nava rêz û tirî jêdikirn.
Ji bo ku diya wî tê dernexe, xwe ji gemarê diparast û sola xwe diþiþt.
Demo diya wî jêre digot ?çima wisa tu dereng dimînî? digot ku ez diçime ba
hevalên xwe, dersa xwe çêdikim. Ew bi fikir bû, zu têdigihiþt, bi rojan bi
pêþ diket. Dema ku hîsa serkeftina xwe dikir, hezkirina xwendinê westandina
wî lê dixiste þabûn û hêviyan xwe li ser dilê wî hêdî hedî mezin
dikirin.
Di demeke kin de, ku ewqas hevî nedikir, hînî xwendinê
bû. Þevekê got: Dayê! Nameyên bavê min bîne da ez bixwînim?. Bi çavekî
xemgîn got: Lawo! Min nameyên bavê te tev þewitandine, ez bi kesî ewle
nedibûm, ku bidime xwendin û di mal de jî, ji sedema sergirtina malê ya leþkeran
tirsîm, ku wan di mal de bigirin, min ceza bikin û êdî min hew berdin, tu jî
li kolanan bimînî?.
Nava wî keliya û jana têde pêl da; rondikek zuha ji
çavê wî gindirî, perda xeyalên wî kete ber gura bayê gerokên sar, deng jê
derneket. Qasekê wilo ma, serê xwe hilda, çav bi darê ket û bezî bin dara
nava hewþê, binê wê kola, ku carekê dîtibû diya wî name xistibûn wir.
Bi þiyarî çend tevþo li rûyê erdê dan, bi qaser tiliyekê kola, qetek
naylon bi devê devþo ve hat û qatekeke biçûk ji nava naylonê pekî. Dilê
wî coþ bû, rahiþtiyê û gote diya xwe: Te ji min re rastî negot, ev
nameyek e?. Dayîkê got: Dibe ku vê dawiyê, dema leþkeran ez birim hepsê, hîngê
hevalên bavê te xistibinn wir. Tu bi lez biqetîne, hîna tukesî nedîtiye. Lê
belê, guh neda diya xwe bi çavekî fereh û birçî kûr lê nihêrî daku
bixwîne. Ji ber ku diya wî dar avdabû, av çûbû ser, hibrê bi carekê
kaxeta sipî xistibû rengê þîn, bêjeyek tenê jî nedihate xwendin. Çiqas
hewl da, lê tiþtek fehm nekir. Kizên li nava wî furiyan, hulma xemgîniyê
xwe li ser rûyê wî da rûniþtin, destê xwe danî bin arçena xwe û bêdeng
ma, bi carekê her tiþt ji bîrkir.
Diya wî, bi tiliyên xwe yên serqermiçî porê wî da
hev û serê wî maç kir. Got: Lawê min xemgîn nebe, wê nameyên bavê te bên,
tu yê wan ji min re bixwînî. Ew bi ser xwe ve hat û xwe avête hembêza diya
xwe.