ZAROKÊN WELATÊ MIN

 

 

RUKIYE OZMEN

   
   

 
:
Roja Zarokên Cîhanê bê cudahî di nav zarokên Cîhanê de hevbeþî û pirrengîyeke xweþ pêk tîne. Ji bo mezinan balê dikiþîne ser pirsgirêkên mirovahîyê yên civakî. Yekitîya Netewên Yekbûyî di 20`ê Mijdara 1959`an de Danezana Mafê Zarokan îlan kir. Bi vê danezanê carek din da zanîn, ku wek di Danezana Mafê Mirovan de zelal e û di 1924 de berê jî bi Danezana Mafê Zarokan de hatiye îlankirin, mafê zarokan ji mafê mirovan, yên bingehîn in. Bê guman zarok ji her alî ve pêþeroja cîhanê û mirovahîyê ne. Ji ber vê jî ji bo ku zarok hîn baþtir bên parastin û xwedîkirin, hestyarî û têkildarî her berdewam in. Ji bo mafên zarokan Yekîtiya Netewan (UNO) di 20 Mijdara 1989`an de Peymana Mafê  Zarokan qebûl kirîye. Ew peymana han heta niha, ji aliyê bi qasî 200 dewletên endam ve hatiye îmzekirin 
Dewleta Tirkan, her ciqas ev peymana han qebûl kiriye û di 27`ê Çileyê 1995`an de pesend kiriye jî, lê mixabin ev peyman tenê di pirtukên sturê  ku direfande toz girtîde hen e. 
Peymana Mafê Zarokan ji 54 xalan pêk tê. Ji xalên peymanê, hinekên girîng ev in:

1- Divê her zaroyek hemû mafên xwe bistîne; reþ dibe sipî dibe, çi nijad û netew dibe bila bibe, zarok zarok e.
 
-A;Li welatê min; zarok  ji mafê xwe miaf tê  cîhanê, çermê wî ne kifþe, carîna ji lêdanê
 
binevþî carîna jî, ji coyê xwînê sore.  Zengîniya xaka wî geh  bi dizî geh  bi hiþkere    talankirin  û pê sileh tê kirîn , ew birçi  û bêxas li kolana li xeyal û hêvîyên xweyê dilgirtî digere, ji ber  netew û nijada xwe tê bêdengkir in mehkumkir in, li  ber singa diya xwe tê gulekirin.

2- Ji roja buyîna zarok de, mafê wî heye çi navî werbigire, an jî çi nijad û neteweyî.
 
-B: Zarokê welatê min, ji  bilî navên nijada  xwe,  bi  hemu navên  katilên netewe xwe  têne binavkirin, tevî nevê gund bajar û ciyê xaka wî, gulistan û ajalê wî av û çiyayê wî.
Ew netew,  nasnema û welatê wî.
 

3- Mafê zarokan heye ku ew di dibîstanan de bixwînin, û divê ku pêvajoya mejiyê wan bê li pêþxistin, ta ku ew karibin di pêþerojê de sûdekê li vî an wî welatî bikin.
 
-C: Zarokên welatê min. her sibeh bi derewa  li þuna kurd ez tirkim biwan   didin sundxwarin:
ji bo ku di  pêvajoya pêþketina mêji de bibine asteng, cebirxana vedibijêrin  carîna bi   kuntaxa silihan carîna   bi bimban  mijiyê wan belav dikin ji bo ku bê hiþbimînin.
 
4- Divê zarok berî hemû kesên din ji xeteriyan bên parastin û bên rizgarkirin…
 
-D:Zarokên welatê min, ciyê leyistokê wî tê mayinkirin da biling bê dest bimînin,
gundê wî tê þewitandin  û pêþeroja wî ji azadiyê tê rizgarkirin..
 
 
Zarokên welatê min  li helebçe bê nefes dikeve.,.
Li mahabat  ji singa diya xwe tê  ne dizîn.
Li  Amedê qesabê rupêçayî guleya direjî wan dikin.   .
.
Ez hevkarê zilma zarokê welatê xwe me, ku rastbê mafê zarokan heye, wek  parêzer min ew pirtukê di refan de  toz girtî de rupel bi rupel min li hev ne qulibandiye û diguhên keran de, neqiriye.
Ez guneh karê vê  bêsinciyê me  ku ji ber berjewenidiyê xwe yê tekakesî nanê wan pêþkêþî dijminê wî dikim. 
 
Ez hevkarê vê þermiyê wek malbat piþtgiriya inkarê dikim ku li ber devê hemû daîreyan bi sedhezaran kom nabim û nabêjim  dixwazim bi zimanê dayîka xwe bixwînim.
 
Ez  hevkarê vê tirsê me,  ku  qeyda di mejiyê xwede naþikînim û  dijminê mirovahîyê   baþ teþhîsnakim.
 
 
Ev hevokên jêr jî  bila em ji pênusa rewþenbîrê
Xelîl Cibran  fer bibin.
Hezkirina xwe bidin wan lê ramanên xwe nedinê çimkî wan ramanên xwe bi xwe hene. Hûn dikarin matî ji û çavneriyê li edenên wan bikin lê ne li canên wan çimkî giyanên wan di jîngeha roja sibê ve dijîn ku hûn di xewnên xwe de jî nikarin biçinê.
 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org