Ziman nasnameya neteweyan e

 

 

RUKIYE OZMEN

 

 

Parastina zimanan erkeke mirovahiyê ye, ji ber ku ziman mekanîzmeke ji bo hemû pêdivîyên jiyanê ye. Mirovên xwedî ziman xwedî  nasnameyê ne  jî, yên xwedî  nasnameya xwedî neteweyî ne jî. Lê ji ber ku zimanê kurdî ji aliyê dewletên despotîk ve hate qedexekirin û alavên wê hatin talankirin, bi taybetî li bakurê Kurdistanê, kurd bê nasname man û di qada navneteweyî de wekî netewe  nehatin nasîn. Pir bi derengî hiþmendiya parastina ziman li Bakur  xwe da hîskirin. Di vî warî de hin xebat hatin kirin, mîna ku sala 2006’an KNK’ê 14’ê meha gulanê wekî roja cejna zimanê kurdî îlan kir û ji sala 2007’an û vir ve biryar hate girtin ev cejin sê rojan were pîrozkirin.


Gelek aktîvîtên ji bo parastina ziman hatin lidarxistin, saziyên wekî Kurdî Der û TZP Kurdî, her di nav liv û tevgerê de ne. Gelo neteweyeke wekî neteweya kurd pir þênî, ev sazî û çalakî bersiva vî gelî didin? Bêguman na. Ji ber ku encama asîmîlasyonê, oto asîmîlasyon îro zimanê kurdî ketiya pêvajoya oto asîmîlasyonê ji lewre xebatên têne meþandin pir lawaz in. Parastina zimanan bi taybetî rewþenbîr dikin, lê di nava civaka me de berevajî vê yekê ye, gelek ronakbîrên kurd ên ku bi kurdî dinvîsîn û siyasetê dikin, di malên xwe de zimanê serdestan bikartîn in, ev yek jî di nava civakê de dibe numûneyên neyînî. Berê dewletê ziman bi pere dibir bajar û gundan, lê niha kurd bi perê xwe ziman dikirin û dibin malên xwe hîn dibin û bi zarokên xwe didin hînkirin. Zimanê ku em bi dayikê nav dikin, di bin navê kampanya yên hînkirin xwendinê de wan dayikan jî bi hêsanî hînî zimanê tirkî dikin, ew zu edabte dibin û bi wî zimanî dan û standina rojane dikin.


Berê niþtecihê bajarok û gundan zimanê kurdî zîndî dihiþtin, ji ber ku hilbirandina qût û berhemên xwe yên spî dibirin li bajara bi alavên ji wan re pêwist diguhartin.
Lê êdî gund û bajarokên bi bazara kurdî nemane. Gundîyê diçe bajar jî bi zimanê pergala hale hazir ku bûye zimanê bajarvaniyê diaxivê. Em dikarin vê xeternakiya di encamên hilbijartinan de bibînin.


Di hilbijartînan de ev yek berbiçav e, cihê ku kurdî lê tê axaftin, kurd li wan herêman dengên xwe bi dest dixin. Diyar e ku azadiya kurdan xwe di nav sînorê asîmîlasyonê dide xuyakirin. Ev jî li zengilê guhê me dixê ku ji holê rakirina zimanê kurdî bidarvekirina giyana neteweya kurd bi xwe ye. Ji bo ku em wekî erka sereke vî zimanî biparêzin û pêþbixin divê  çalakiyên xurt werin meþandin. Mînak nivîskarên kurd rêze  çalakiyan li dar bixin.


Malbat daxwaznameyên perwerdeya zimanê dayikê ragihînin rayedarên Hukumetê. Salan e gelek festîval çêdibin pêwiste di van festîvalan de ji bo teþwîqa ziman rêze aktîvîte hebin û berhemên bi kurdî xurt têde cih bigrin. Bi taybetî pêwist e mêhrîcanên zarokan werin çêkirin.


Eger li Newroza bi milyonan gel li qada kom dibe çima ji bo ziman bi milyonan daxwazname nikarin werin kirin?
Bi hêviya xurtkirina çalakiyan, cejna zimanê kurdî li hemû   kurd û dostên wan    pîroz be.

 
 
 
 :

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org