ZIMANÊ ME EM IN
Rûkiye Özmen
Gotinek heye dibêjin, ger hêzekê yan dewletekê
cihek dagîrkir û sîstema xwe li wî cihê dagîrkirî xiste jiyanê, wê
demê ew tê wateya serkeftina wê hêzê.
Dema îro em li piþt xwe dinêrin, heme nêzî qernekî di
ser me re derbasbû, ku dagîrkerên Kurdistanê xwestin sîstema xwe ya asîmîlasiyonê
bixine jiyanê; bi taybetî dewlataTirkiyê bi
her awayî hewlda, zimanê me ji holê rake û bide jibîrkirin.
Kurdekî ku bi gotineke kurdî diaxivî, heqê wê gotinê
cezayê peran lê dibirî, diavête zîndanê,
ew surgûn dikir û dikuþt.
Bi medya xwe ya bê çavkanî û bi mûzîk û çanda kurdî,
ku li ber çavên her kesî mîna çanda Tirk dida û dide nasîn, li gel hemû
zordariya bê hempa jî, dagîrkerên Tirk nekarîn bi wê xewna xwe ya her li
bendê bûn þabibin.
Ev daxaznameyên ji bo
perwerdeya bi zimanê dayîkê têne pêþkêþkirin nîþana rastiya vê
yekê ye.
Tirk ditirsin, ku „türþüyê“ wan bê nav bimîne û
were ser eslê xwe, ku navê wî yê rastîn tirþo ye.
Ez nizanim gelo qet Tirkek, Erebek an jî Îraniyek dema bi
zimanê xwe axiviye hin kesan jêre gotiye bi vî zimanî neaxive, ev ziman
qedexe ye.
Çawe ti kes nikare nebûnek wek hebûn bi mirovan bide
bawer kirin, wisa ti kes nikare hebûnekê jî wek nebûn bi mirovan bide
bawerkirin.
Qet ji bîrnakim, ew roja ewil, ku ez bi keyf û kelecaneke
mezin çûbûm dibistanê, roja din ez hînî tîpa „A“ yê bûbûm.
Lê dema ez bi dotmama xwe ya li kêleka min runiþtî re
bi kurdî axivtibûm, memosteyekê ku bi nijada xwe Laz bû bi çavekî tijî kîn
li min nêrtibû û gotûbû (Kürçe
yasaktir birdiha Kürçe kunuþmayin ) Kurdî
qedexe ye careke din pê neaxivin, cara yekem bû, ku ez bi gotina
„qedexe“ hisiyabûm.
Wê demê ez tevlihevbûm, dilê min perçebû, lê hêrsek
jî bi min re çêbû.
Dema ez çûbûme malê, min ji bavê xwe pirs kiribû, çima
memoste gotiye zimanê kurdî qedexe ye?!!
Bavê min qala pir tiþtan kiribû, lê du tiþt di bîra
min de mane, yek, ku gotibû zimanê kurdî, ew dibêjin qedexe ye, ne ku qedexe
ye, ew zilmê dikin.
Dido, min pirsa ala me kiribû, kesk û sor, roja zer-zêrîn
di nav de ji min re boyax kiribû.
Mamoste paþê bi gotinan nema, dema bêhnvedanê li derve,
zarokên dilpak mîna sîxur dixist nava me, ka wê kî bi kurdî biaxive, da
here ji mamoste re gilî bike.
Ji lew re, hên di wî temenê biçûk de, di navbera
zarokan de pevçûn çêdibûn, ew temelê sîxuriyê ji wir diavêtin.
Wexta ku em ji welat koçberî Almaniya bûn.
Ez ji welat dûr bûbûm, lê hezkirina navê wî di dilê
min de veþartîbû, ez ji xew
radikirim û diketim nava gera bêriya hezkirina wî zimanê ku ez bûm.
Ji rojname û kovaran carina heya çarê sibehê min
dixwend; ez þagirteke bê mamoste bûm, lê bi yara xwe re evîndareke bi civan
bûm.
Bi taybetî Kovara Hawar bi hawara min ve hatibû, ji bo ku
ji mal neçim mêhvandarî û dîlanan
îleh min bihaneyek dêrêdixist.
Dema nivîsa min a yekem bi kurdî li ser parastina zimanê
kurdî di Kovara Jina serbilind de hatibû
weþandin, hinekî têhna min þikiyabû û dilê min hênik bûbû.
Hemû ziman xweþ in, lê zimanê kurdî wer xwezayî ye,
dema ku merov pê diaxive xweþiya wî di rû de dikene.
Ger nav „zimanê dayîkê“ ye, bê guman barekî giran
dikeve ser milê dayîkan. Ji ber ku ya zarokan mezin dike ew e.
Ger zarok pênc seatan diçin bi tirkî perwerde dibin,
nonzde seatên din li mal in.
Niha perwerdeya bi zimanê kurdî li welat qedexe ye; ev
rastiyek e. Lê li Ewropa serbest e; ji
mîliyon û nîvê pirtir Kurd li Ewropa hene, lê dîsa em bi wê
qedexeyê radibin û rûdinin; em bes hînbûna xwe nabînin. Di ser de jî Kurdên
Rojhilat û Baþur jî hîndikin.
Li gel evqas
derfet û azadî, rojnameyên me bi tirkî ne, gelek
bernameyên me yên TV’yê bi Tirkî ne. Saziyên ku me temsîl dikin,
di wan de bi tirkî tête axivtin, bi tirkî radibin û rûdinin.
Dema qal tê kirin, dibêjin, kes bi kurdî naxwîne, lê
belê me çiqasî hewl daye, ku bi kurdî nehatiye xwendin gelo?.
Ger em ji dil bixwazin, emê tevî vê kampaniyaya rewa û
mafdar bibin. Heya niha ev eyb û gunehê ku bi me dikin, em jî jê ne bê par
in.
Ji îro pêde, divê ne bi teorî, lê bi pratîk Kurd
helwesta xwe diyar bikin.
Divêt em þoreþeke zimanê kurdî bikin; nivîskar bi nivîsa
xwe, siyasetvan bi siyaseta xwe, bernamevan bi bernameya xwe, wergervan bi
wergeriya xwe.
Tenê bi vî hawî em dikarin xwe ji vî gunehî biþon .
Berî herkesî, em qedexeya li ser zimanê xwe ji nava xwe
rakin û azad bi Kurdî bifikirin.
Lê wê sibehî zarokên me hesabê vê yekê ne tenê ji Tirkan, dê ji me jî bipirsin; nizanim kî wê çawa bersivê bide pirsa wan.