15 SAL GOTINA “KURDÎ-KURMANCΔ:

NÛBIHAR

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Di weþangerî, rojnamegerî û kovargeriya kurdî de hin weþan hene ku bûne klasîk. Gelek caran mirov dixwaze li ber destên xwe bibîne. Sûdwergirtina ji wan berheman çêjeke mezin bi mirovan re dide peydakirin. Bo nimûne Hawar, Ronahî, Kurdistan. Her çiqas li gorî van berhemên binavkirî, xwediyê temeneke kurt be jî em dikarin navê Kovara Nûbiharê li van berheman zêde bikin. Li gorî bîr û boçûna min, Nûbihar jî ketiye nêv klasîkên kurdan!.. Ev 15 sal in ku Nûbihar, bi gotina “kurdî-kurmancî” bi me re ye, dibe mêvanê pirtûkxaneya me ya kurdewarî. Dibe mêvanê dilê me yê “tî û birçiyê” zarbêjiya edebî. Bêyî ku xwe bispêre hêz û derdoran, 15 sal berdewamiya berdevkiya gotina kurdî, kurdewarî, ramyarî, edebî ne karekî hêsan e. Gelek caran jî bû pêþengê manewiyata îslamiyên kurdewar û klasîkên medreseyan.

Belê 15 sal ne kêm e! 15 sal, 100 hejmar… Di weþangeriya miletên pêþketî de, her çiqas 15 sal maweyeke kurt be jî, di weþangeriya kurdan de, bi weþana kurdî 15 sal maweyeke têrtije û demdirêj e.

***

Di destên min de jimareya pêþîn ango jimareya yekemîn a Nûbiharê heye. ‘Nûbihara Rengîn’, ‘Nûbihara Miradan’. Çend agahiyên teknîkî yên jimareya yekemîn dixwazim bi boneya 100’emîn jimareya Nûbiharê bi we re parve bikim:

Li ser berga pêþî ya kovarê ev agahî hene:

Nûbihar, “Mehnameya Çand û Huner û Edebiyatê”, Hejmar: 1, Sal: 1, Çiriya Pêþîn (Cotmeh) 1992, Biha 8.000 TL (Lîreyê Tirk). “Ne zalim be, ne mazlûm!” sernavê berga navborî ye. Berg, bi xêz ango tabloyeke Hebîb Sadiqî yê bi navê “Habîl û Qabîl” hatiye xemilandin. Di kunyeya kovarê de; Mahmût Yarlug wekî Xwediyê Kovarê, Sabah Kara, Berpirsiyarê Giþtî, Suleyman Çevîk, Berpirsiyarê Nivîsaran û M. Arifoglu jî wekî Midûrê Dezgehê hatine destnîþankirin. Kovar li navnîþana “Fevzipaþa Cad. Baþhoca Sok. 49/1 Fatih-Ýstanbul” dest bi weþanê dike û maweyeke dirêj di heman navnîþanê de xebata xwe berdewam dike.

“… Mirovê ku heq bixe bin lingê xwe, pê bilind nabe. Heq li ser piyan bilind dibe û bilindvanê xwe jî bi xwe re bilind dike. Di heq û heqîqetê de, bilindvan û bilindbû yî bi hev re ne. Wextê bilindvan heq bilind kir, heq jî bilindvan bilind dike…” Ev beþek ji pêþgotin ango nivîsara yekem e ku bi navê Nûbiharê hatiye nivîsandin û bi van hevokan jî bidawî dibe: “Xwiþka delal û birayê hêja! Heger kovara me Nûbihar vê hesret û arezûya bihara biratî û heqaniyetê di dilê me de heþîn û geþ bike, besî me ye. Bi hêvî û ûmêda wê xweþbextiyê… Selam û rehmet û bereketa Xweda li ser hewe be…”

“Ne zalim be, ne mazlûm!” sernavê nivîsara duyem a kovarê ye ku ji hêla Sabah Kara ve hatiye nivisandin. Her wiha di jimareya binavkirî de bi navê; “Ey gelî kurdan” (Mela Seîdê Kurdî), “Jiyanname û têkoþîna Bedîuzzeman Seîdê Norsî” (Suleyman Çevik), “Newaya mutrib û çengî” (Mela Ehmedê Cizîrî), “Rojnama ‘Volqan’ û ‘Cemiyeta Îttîhadî Muhemmedî’” (Osman Tunç), “Miletek þîzofren” (Mersabîzade), “Du qise ji jiyana Pêxemberê Ekrem” (Azad), “Serhildan / 1” (Bager) nivîsar û helbest cih digirin. Li hêla din Berpirsiyarê Giþtî Sabah Kara, bi Serokê Mazlum-Derê M. Ýhsan Arslan re gotûbêjeke cêjdar kiriye di heman hejmarê de.

***

Me di destpêkê de got, gelek caran bû pêþengê klasîkên medreseyan. Nexasim nifþên salên 1990’î ku ez bi xwe jî yek ji wan im, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Mele Ehmedê Batê, Baba Tahirê Ûryan, Siyahpûþ û gelek navên din ji Nûbiharê fêr bû, guh da beyt, qesîde û helbestên wan. 15-16 salî bûme, dema jimareya yekem a Nûbiharê derketiye. Heta ji min tê, bi taybetî di 10 salên dawî de hewl didim xwe bigihînim tevahiya hejmarên Nûbiharê. Bi qasî dizanim ji 9 cildên kovara rengîn, xwediyê 6-7 cilda me. Dewlemend im yanî..!

Di warekî de ji xwe amil im; ji weþangeriya kurdên bakur haydar im. Bi taybetî dikarim bibêjim ku min hay ji weþangeriya piþtî salên 90’î baþ heye. Li gorî hêz û qeweta xwe, bi awayê giþtî dikarim analîza wan bikim. Xweþhaliya min a li ser Nûbiharê li ser sê esasan e. Yek; rêkûpêkiya weþangeriyê, didu; kurdî-kurmanciya wê ya rewan û herikbar, sisê; welatperweriya li ser bingeha mazlumiyetê…

Gotineke xweþ; 15 sal, 100 hejmar...

Hêviyeke xweþ; 150 sal, 1000 hejmar!..

Çima na?

 

rojnameger@hotmail.com

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org