JI WEÞANXANEYA DO’YÊ
4 BERHEMÊN SALIHÊ KEVIRBIRÎ
 
 
 
 
 
 
FILÎTÊ QUTO
20 Kilam & 20 Qewimîn
Salihê Kevirbirî
Weþanxaneya Do, 172 Rûpel, Stenbol, Kurdî/Kurmancî
Çapa Yekem, Weþanxaneya Pêrî, 2001, Stenbol, Kurdî/Kurmancî
Wergera wê, di sala 2004’an de ji hêla Evrensel Basýn Yayýnê ve, li Stenbolê hate weþandin.
Ji bo çapa yekem Hasan Kaya, ji bo çapa duyem jî Gabar Çiyan du pêþgotin nivîsîne û her du pêþgotin jî di çapa nû de cih digirin.
 
"(…) Serpêhatiyên mîna Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê, Emînê Perîxanê, Biþarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in. Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz biparêze, wan vejîne.
Nivîskar Salihê Kevirbirî di serdana xwe a Swêdê de qala xebatên xwe li ser van nirxên pîroz kiribû. Dengbêjiya Kevirbirî jî heye. Lê qet nebûye cihê niqaþê. Kevirbirî bi xwe gelek kilaman zane û bi formek modern dibêje. Kevirbîrî bi berhema “Filîtê Qûto”, 20 serpêhatiyên klasîk pêþkêþî xwendevanan dike. Di dawiya pirtûkê de wêneyên gelek kesên hunermend û kesên bi serpêhatiyan re têkildar hatine bicîkirin. Formê dengbêjiya Kevirbirî di pirtûkê bi xwe de jî tê dîtin. Serpêhatî bi du forman tên ronîkirin:
Kilamên orîjînal li ser serpêhatiyê
Pêþkêþkirina serpêhatiyê bi formê nivîsînê/senaryo…
Herdu form mecalê didin neslên nû ku karîbin serpêhatiyan baþtir fêm bikin. Berhema Kevirbirî, ji kesên dixwazin ji awira sînemayî, þanoyî, edebî û hwd jî li ser van serpêhatiyan bixebitin jî deriyên nû vedike. (…)”
 
Gabar Çiyan
 
 
 
SEDSALA QÊRÎNEKÊ
KARAPETÊ XAÇO
Salihê Kevirbirî
(Wergera Ji Tirkî: Þerîf Derînce)
Weþanxaneya Do, 144 Rûpel, Stenbol, Kurdî/Kurmancî
Pirtûka dabaþa mijarê, bi zimanê tirkî berê du çap kirin. Çapa yekem di sala 2002’yan de ji hêla Weþanxaneya Sî’yê, çapa duyem jî di sala 2005’an de ji hêla Weþanxaneya Elma’yê ve ku her du weþanxane jî li Stenbolê ne hate weþandin. Nivîskar Mehmed Uzun û Weþanger Muslum Yucel ji bo kitêbê du pêþgotin nivîsandine.
 
“ (…) Wexta Salihê Kevirbirî ku yek ji guzîdetirîn nifþa rewþenbîrên kurd ên ciwan e,  ji min re got, wî Karapêtê Xaço ziyaret kiriye û dixwaze derbarê wî de kitêbekê binivîse, ez gelekî dilþa bûm. Piþtî sedsalekî, rewþenbîrek ê encax bibe nevîçirkê dengbêjê mîrasa wî jê dewr digire û derbasî nifþa xwe dike. Salihê Kevirbirî berê jî antolojiyeke dengbêjan amade kiribû.
Di vê xebata xwe de Salihê Kevirbirî nîþanî me dide ku ji hostayên gotinên qedexebûyî ev yek hîn bûye: Divê tu tiþt winda nebe, ji bîran dernekeve û neçe, her gav di tarîxê de bê qeydkirin, mîrasa ku heyî her gav bê parastin û derbasî nifþên nû be. Xebata Kevirbirî hem panoramayeke balkêþ a çaxên em têra xwe nizanin dide, hem jî mîraseke bêhempa ji me re dibexþîne.
Ka em hemû tiþtî li aliyekî bihêlin û bikevin kûrahiyên vê dewlemendiya ku Salihê Kevirbirî nîþanî me dide, da ku em giyanê xwe hinekê dewlemend bikin...”
 
Mehmed Uzun
  
 
 
HEVÎRTIRÞ
Makale & Portre
Salihê Kevirbirî
Weþanxaneya Do, 184 Rûpel, Stenbol, Kurdî/Kurmancî
Kitêb ji gotar-nivîsarên Salihê Kevirbirî yên di malper-kovar-rojnameyan de hatine weþandin û nehatine weþandin pêk tê. Cîgirê PEN’a Kurd Mustefa Reþîd, bi pêþekeke herikbar û rewan behsa serpêhatiya nivîskarê me yê ciwan dike. Kitêb ji bêhtirî 60 gotaran pêk tê ku piraniya wan di navbera salên 2006-2009’an de hatine nivîsandin.
 
“(…) Kitêbkirina gotar-nivîsaran ji bo parastinê, bi ya min rê û rêbazeke pir baþ e û ya herî aqilane ye. Bifikirin, nivîskar an rojnamegerek di maweya nivîsandina xwe ya salên demdirêj de, bi sedan nivîsên cihêreng dinivîse. Gelo heger mirovekî zêde ne rêkûpêk be, ji sedan nivîsên xwe yên çapkirî, dikare çendan bîne deyne ber we? Bi ya min wê bersiv “neyînî” be. Lê dema ew nivîsar bibin kitêb? Nivîskar çiqas tevlihev, nerêkûpêk be jî, dikare nivîsarên xwe yên ku bûne kitêb biparêze. Bi gotineke din, mixabin rêje û ihtîmala badilhewabûn û wendabûna kovar û rojnameyan -nexasim di nava kurdan de- pir zêde ye. Lê wendabûna kitêban zehmet e û parastina wan hêsan e. Sedema min a ku ez nivîsarên xwe yên di kovar û rojnameyan de çapbûyî de, wekî kitêb ji nûve çap dikim ev e…”
 
Salihê Kevirbirî
 
 
 
TEYÎBA MIN
Gotûbêj & Lêpirsîn
Salihê Kevirbirî
Weþanxaneya Do, 252 Rûpel, Stenbol, Kurdî/Kurmancî
”Teyîba Min”, pirtûkeke gotûbêj û dosyayan e. Ji sê beþan pêk tê. Piraniya gotûbêj û dosyayan di navbera salên 2005-2009’an de hatine nivîsandin. Çi nivîskar, çi siyasetmedar, çi rewþenbîr, çi hunermend, çi ji kesên rêzê, jin û mêr bûne mêvanê Kevirbirî û pirsên  wî bersivandine. Her wekî di kitêba ”Hevîrtirþ” de kiriye, Cîgirê PEN’a Kurd Mustefa Reþîd, pêþekekê ji bo kitêba ”Teyîba Min” jî nivîsandiye. 
 
“(...) Lewre, kesên ku dixwazin van taybetmendiyên nirxdar qezenc bikin, bila nivîsên Salihê Kevirbirî bixwînin. Naverok çi dibe bila bibe, Salih li ser çi jî binivîsîne, hem spehî dinivîsîne, hem jî germahiya çand, civak-jiyan û zimanê kurdewar dixe nav. Bi ser de jî mijarên ku li ser wan dinivîse, bi rastî jî balkêþ ango serincrakêþ in. Min bawer e dema ku we dest bi xwendina vê pirtûkê kir, hûnê di demeke kurt de xwe bigihînin dawiya pirtûkê û hewl bidin, ku hûn pirtûkên Salih yên din jî bi dest xwe ve bînin û bixwînin. Ez serkeftin û pêþveçûnên hên mezintir ji nivîskarê meyî ciwan Salihê Kevirbirî re dixwazim...”
 
Mustefa Reþîd
 
 
 
 
 
Salihê Kevirbirî
Salihê Kevirbirî, di sala 1973-yan de li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc, Edeneyê kiriye.
Di sala 1992-yan de bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Piþtî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kiriye.
Di destpêka sala 1997-an de hatiye Stenbolê, di heman rojnameyê de bûye Berpirsiyarê Karê Nivîsaran û ji ber vê peywira xwe, bi dadgeh, girtîgeh û dozgeran re nasraw bûye.
Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat; nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên bi navê Ozgur Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiþ, Radikal 2, Milliyet Populer Kultur, Milliyet Sanat, Taraf, Bîrgun, Esmer, Multîkultî, Çavreþ, Tîroj, Evrensel Kultur, Gulîstan, Rûdaw, Çira, Yeni Gundem, Jiyana Rewþen, Avaþîn, Nûbihar û Nûdemê de hatine weþandin. Vê gavê di malpera Netkurdê de, di quncikê xwe yê bi navê “Hevîrtirþ” de bi domdarî dinivîse.
Nivîskar, li ber qedandina “Antolojiya Dengbêjan” e û li ser romana “Koçero” kar dike.
Kevirbirî, Endamê Navenda PEN-a Kurd, Endamê PEN-a Navneteweyî û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

 

 


Berhemên Salihê Kevirbirî;
Filîtê Quto: (Kurdî), Weþanên Pêrî 2001, Stenbol.
Çapa Duyem: Weþanên Do-yê, Cotmeh 2009, Stenbol
Bir Çigligin Yuzyili; Karapetê Xaço: (Tirkî), Weþanên Sî 2002, Çapa Duyem; Weþanên Elma 2005, Stenbol
Gera Pênûsê: (kurdî) Weþanên Sî 2003, Stenbol
Kürt Halk Türkülerinden Seçmeler: (Ji kurdî bo tirkî werger: Mazlûm Dogan) Weþanên Evrenselê–2004, Stenbol
Bir Dunya Ozani: Sivan Perwer: (Ozanekî Cîhanê: Sivan Perwer) (tirkî) Wesanên Elma 2004, Stenbol
Qêrîna Sedsalekî Karapetê Xaço: Weþanên Do-yê, Cotmeh 2009, Stenbol
Hevîrtirþ: Kurdî, Gotar-Makale, Weþanên Do-yê, Cotmeh 2009, Stenbol
Teyîba Min: Kurdî, Hevpeyvîn-Lêkolîn, Weþanên Do-yê, Cotmeh 2009, Stenbol
 
Berhemên ku Salihê Kevirbirî wergerandine;
Buyuk Dagda Kuçuk Koy
: (Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk), Orhan Çelîk, roman, ji tirkî, Weþanên Elma 2006, Stenbol.
Sagýrtaþ: (Kevirê Ker); Orhan Çelîk, roman, ji tirkî, 2007, li ber çapê ye.
Kumluk Diyar: (Diyarê Qumî), Orhan Çelîk, roman, ji tirkî, 2008, li ber çapê ye.
Agrý Dagý Efsanesî: (Efsaneya Çiyayê Agiriyê); Yaþar Kemal, ji tirkî, 2007 li ber çapê ye.
 
Weþanxaneya Do / Do Yayýnlarý
Þehît Muhtar Mah. Ýstiklal Cad.
Nane Sok. No: 5/5
Taksim-Beyoðlu / Ýstanbul
Tel: (0212) 243 01 56 - 0546 722 19 46 - 0535 815 01 20
Faks: (0212) 252 70 48

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org