Pirtûka nû ya Sirrî Ayhan bi zimanê almanî derket

 

TAXI INTERNATIONAL

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

 

Yekem car di Îlona 2002’yan de hevnasiya xwe da me. Bi riya telefonê bi Serokê PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco re ketibû nava têkiliyê û doza beşdariya civînê kiribû. Piştî ku pêşniyaza wî ji hêla Haco ve hatibû pejirandin, di roja yekem a civîna PEN’a Kurd ku li Mulhaim Ruhr’a Almanyayê pêk hat de li me qisidî! Di civîna ku sê rojan berdewam kir de, bi rastî jî bi tevgerên xwe yên cihêreng, çalak û ji adetê der bû ‘gula civatê’! Navê wî ciwanmêrê hanê ‘Sirri Ayhan’ bû.

 

Ayhan heşt sal in ku li Dusseldorfa Almanyayê ajokariya taksiyê dike û nanê zarokên xwe li ser dîreksiyonê kar dike. Di sala 1961’an de li Kolika (Kahta) Adiyamanê (Semsûr) çavên xwe ji jiyanê re vekirî ye. Ev 15 sal in ku terka welatê xwe kiriye û di şertên dijwar de li penaberiyê ‘hewl’ dide ku bijî. Her roj bi dehan kesên ji çand û zimanên cihêreng li taksiya wî siwar dibin.

 

Sirri Ayhan ne wekî nivîskarek, lê wekî ‘ajokarekî taksiyê’ beşdarî li civîna PEN’a Kurd kiribû. Her çiqas wê demê ne xwedî pirtûk bin jî, xwediyê bi dehan nivîsar, belge û wêneyên taybet bû. Tûrikê xwe yî ku ji nivîsar, belge û sûretên mirovên cihê cihê xalî bû dabû milê xwe û hatibû civînê. Di civîna navborî de, serpêhatiyên xwe û kesên li taksiya wî siwar bibûn ku bi awayekî trajî-komîk nivîsandibû û bi zimanekî nîv-edebî honandibû rapêşî dêhn û bala me beşdaran kiribû.

 

Xwediyê van rêzikan, piştî civînê bi çend rojan nivîsarên Sirrî Ayhan ku ji serpêhatiyên wî û kesên li Taksiya wî siwar bibûn pêk dihatin, bi xwe re birin Stenbolê û ligel hevalê xwe Îkram Balekanî li ser kar û xebat kir, edîtoriya wê pêk anî û ji weşanê re amade kir.

 

Li gorî baweriya min ew civîn bû sedem ku jiyana Sirrî Ayhan ji hêla ‘edebî’ ve serdanpê guherî! Lewra di maweya Îlon 2002-Îlon 2004’an de Sirrî bu xwediyê sê pirtûkên hêja. Yekem bi kurdî (Jiyanên Nîvco, 2002 Weşanên Pêrî Stenbol, bi wergera Îkram Balekanî), duyem bi tirkî (Eksik Hayatlar -Jiyanên Nîvco- 2003 Weşanên Pêrî Stenbol), sisê bi almanî (Taxi International, 2004 Verlag Neuer Weg)

 

Taxi International, di nava xwe de dîtin û ramanên kesên li taksiya Sirrî siwar bûne ligel wêneyên wan dihewîne. Jixwe armanca Sirrî Ayhan di heft salên ku ajokarî dike de ev bûye: Ev kesên li taksiya wî siwar dibin, heger bipejirînin dê bi zimanê xwe ramanên xwe ji deftera ku Sirrî dirêjî wan kiriye de binivîsin. Paşê ku gotina wan dîsa ‘erê’ be dê wêneyekî xwe radestî Sirrî bikin û dê Sirrî ew wêne bi ser nivîsarê ve deyne. Her wiha di pirtûka bi navê ‘Taxi International’ de neh (9) gotarên balkêş ku ji serpêhatiyên ajokar-siwarî hatine pê bala xwendevanan dikişîne ser xwe.

 

Sirrî Ayhan pirtûka navborî, ji bo ku li dijî nîjadperestiyê têkoşîneke giranbûha dane wekî diyarî pêşkêşî Nelson Mandela û Îsmaîl Beşîkçî kiriye

 

Endamê PEN’a Kurd Sirrî Ayhan, îsal beşdarî li Festîvala Navneteweyî ya Frankfurtê kir û pirtûka xwe ya ku hê nû ji çapxanê hatibû ‘Taxi International’ îmze kir.

 

Serxêrê be kekê Sirrî!

Pênûsa te ter, riya te vekirî be..!

 

Ji bo agahiyên berfirehtir: www.sirriayhan.com