Ava bûzê, memikê qîzê!

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

 

- Ava bûzê ava termûsê!

Ji ‘Gok Taksî’ heta ber ‘Sînema Mehtabê’ þûþeyek av jî nefirotibû. Pê hesiya ku milekî wî qerimiye, termûsa spîboz da destê din. Kevnika xwe ya ku qirêja heft rojan li ser e, ji berîka xwe ya paþê derxist, xwêdana eniya xwe paqij kir. Deh-panzdeh metro meþiya, li ber ‘Çayxana Xerziyan’ sekinî. Deriyê darîn hêdîka vekir, li ocaxa çayxanê mêze kir. Zekî Hoste di destan de çaydana çimbilþikestî, serê xwe ji piþt ocaxê rakir:

- Çi ye kuro, li çi dinêrî?

- Remzîko li vê derê ye xalo?

- Kîjan Remzîko?

- Remzîkoyê Ehmed Zoqo, qey êdî li vir naþixule?

- Ha tu behsa Remziyê neviyê Mihemed dikî. Na Xwarzê! Ev 15 roj in ku dev ji kar berdaye. Te got ‘Remzîko’ min þaþ kir. Bes me jê re ‘Remzî’ digot...

Xatir xwest û derkete devê derê çayxanê. Li bin kela-kela germa havînê berê xwe da ‘Îstasyona Trênê’, qîr da xwe:

- Ava bûzê, ava heyatê! Av bidim xalo? Metê ava min qerisî ye ha!

Sîraco, 16’ê xwe xilas kiribû, ketibû sala 17’an. Sala ku dest bi dibistana seretayî kiribû ji ber bêkariyê mala xwe anîbûn Batmanê. Gelek caran dema ji mektebê dihat, çentezenda xwe diavêt qûncikeke xanî, pariyek nan ligel xiyar an jî bacanekî sor dida destê xwe û berê xwe dida ‘Garaca Midyadê’ Bavê wî li ser tebleyeke sê teker fêkî û sebzebe difirot, dabara zarokên xwe pê dikir. Ev þeþ sal in êdî riya xwe bi cihê ku bavê wî fêkî difirot, naxe. Ji ber ku di sala xwe ya 10’an de bêbav ma! Di êvareke ku ji mektebê ligel çend hevalên xwe vedigeriya malê, li ber ‘Aþê Zekî’ rastî cendekê bavê xwe hat. Bi du guleyên ‘xayîn’ ku ji piþta xwe ve xwaribû hatibû kuþtin ‘Evdilhelîmê Xerzî’. Roja ku bavê wî hatibû kuþtin, dayika wî ev gotin l3e kiribû: ‘Êdî rîspî û sermiyandarê malê tu yî Sîracê min!’

Piþtî xwendina 5 salan Sîraco êdî nema mekteb xwend. Sermiyandariya 5 kesan ne hêsan bû. Du xwiþk û birayekî wî hebû. Pakîze 12, Fatîme 10 û Mûrad 8 salî bû. Her sê jî mekteb dixwendin. Birayê wan nexwendibû lê soz dabû ku heta xwendin hebe, xwiþk û birayên xwe bide xwendin. Dayîka wan jî di 38 saliya xwe de bi makîneya xwe ya dirûnê karê terzîtî û dirûtinê dikir.

Kuþtina bavê wî her ji bo wî bibû kûl û birîn. Gelo ji bo çi nehiþtin ku tevî xwiþk, bira û dayîka xwe bi bavê xwe þa bibin? Her gava ku ji dayîka xwe sedema vê yekê dipirsî, çav li dayîka qirik sor dibûn, girîn dikete qirikê, gotin demên dirêj jê çênedibûn. Paþê jî digot;

- Bavê we ji ber þerefa xwe hate kuþtin! 

‘Ji ber þerefa xwe hate kuþtin!’ gelek caran bi saetan diponijî û ji xwe dipirsî; ‘Ji ber þerefa xwe mirov çawa tê kuþtin?’ Paþê hîn bû ku mirov ji bo þerefa xwe biparêze tê kuþtin jî. Kemalê Dermanfiroþ ku cînarê wan bû, rojekê gazî wî û Remzîkoyê hevalê wî kiribû û behsa bavê wî jê re kiribû. Gelek caran kitêb û nivîsarên bi kurmancî di berkêþka tabla xwe ya fêkîfirotinê de, vediþart û gava kirêdar (miþterî) kêm dibûn, xwe dida qûncekî tablê û dixwend. Cend caran ji ber vê yekê dihatin ew tehdît dikirin û ‘baþebaþ’ jê re digotin. Gelek caran jî ‘baþebaþ’ên wan bi kurmancî ya ‘gewr’ bû. Bi kurmancî jê re digotin; ‘van qezeteyên kurdçî û komûnîstan nekire û nexwîne!’ Sîraco, ji Kemalê Dermanfiroþ hîn bibû ku bavê wî ji bo çi hatiye kuþtin.

Jixwe ji bilî Remzîko herî zêde ji Apê Kemal hez dikir. Her gava ku av, dendik, þerbeta xwe difirot, beriya ku biçe malê, seriyek li dermanxaneya Apê Kemal dixist, qasek ji xwe re sohbet dikirin, paþê xatir dixwest û diçû malê. Her jê dixwest ku behsa bavê wî jê re bike, wî jî dikir.

Va ye dîsa sohbeteke bi vî rengî qediya. Rabû ser xwe, xatir jê xwest. Beriya ku derkeve derve, Apê Kemal kitêbeke kurmancî li kaxezek pêça û xiste binçengê wî. Biþirîneke zirav li rûyê Sîraco peyda bû. Bavê wî hate bîra wî. Lingekî wî li derve, xatir jê xwest. Çend gavên destpêkê hêdî hêdî avêt, paþê lezand. Çawa ku hê ava wî ya firotinê di termûsê de heye, gazî kir:

Ava bûzê, memikê qîzêêê!  

Sermawez 2004 Stenbol

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org