ÇÎROKA ‘DARÊN ÞIKESTÎ’

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbir@hotmail.com

 

Diyarî bo dayîka min Fatima Elî û tevahiya ‘darên þikestî!’

 

‘Çiqas jinê çê hene

Qismetê mêrê kotî ne!’

Dibêje Dengbêjê Beriya Jorîn

‘Darên þikestî ne jin!’

Gotina Pîrika min Þefîqeya Ferman e

‘Lê..!’ dibêje:

‘Jin, ji bo vê yekê ne!’

Ji dayîka xwe wisa dîtiye

‘Þikestîbûn qedera me ye keça min!’

Dibêje ji metika min a 16 salî re

Qeder e

Razîbûn jê re divê

 

Hê jî ‘Xecê û Besê qîzên bavê xwe ne!’

Dema Xwelîserê Bav ‘çog daniye û qîz anîne!’

Dayika Qirik li çayxaneya binê gund

Li ser ‘dam’ û ‘kiþikê’ bûye ne wisa?

 

Wey ‘xweliya heft gundan’ li serê me

‘Serê me bixwe’ ‘mêranî’ya me!

 

Me zû ji bîr kir

Gava ‘pariyek nanê tisî’

‘Misqalê zêr’ bû li nêv mal

Ew dayîk bû di ‘Qûþxaneya Çimbilþikestî’ de

Kevirên reþ ên hewþê dikeland:

‘Delalên min, nîv saetên din

Goþt û birinca me çêdibe!’

Heft nîv saet dida dû hev

Bi zikê birçî çav diket xewan

Dayîk li ber serê ‘sexelan’

 

We got bavê zarokan?

Li dîwana axe û keyalerên

Gundên cînar

Dikeland ‘çaya qaçax’ û ‘qehweya tehl’!

Zarok ligel dayîka dilsoz

Birçî û perîþan

 

Pîrê êdî bes e!

Bes bêje çîroka ‘darên þikestî’

Jinexasiya Xatê ya diya Silêmanê Mistê

Canejiniya Perîxana dayîka ‘Ehmed’ û ‘Evdile’

Edaleta Þemê ya diya Filîtê Quto

Ji min re bibêje

Ne ‘darên þikestî’

‘Gulên piþkivî’

Bîne ziman ji kurê xwe re!

 

Tebax 2004 Stenbol

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org