|
ÇÎROKÊN
“BIHUÞTA LAL” SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
“Derbe”,
çîroka Seydoyê Biro vedibêje ku bi serê xwe ev serpêhatî trajediyek
e. Behsa psîkolojiya mirovekî piþtî derbeya leþkerî tê kirin ku derbe
ango cuntayê, tirsa mirovekî ji eskeran çawa çar qat zêdetir kiriye.
Tirsekî wisa ku ji roja pêkhatina derbeyê mirov çûyîna nava nivînan
ji bîr bike, doxîna mirovî ne ji helal û ne jî li heramê re vebe! Apê
Reþoyê ji Gundê Fitinê, di kurteçîroka bi navê “Wan Salan” de cih ji xwe re terxan kiriye. Nivîskar, di vê
serpêhatiyê de salên þoreþgeriya xwe vedibêje ku ew dem jî rastî
derbeya leþkerî hatine. Her wiha nivîskar bedewiya salên raborî ji dorhêla
Dêrika Çiyayê Mazî vedibêje ku ev bedewî xwe li Binxetê û Çiyayê
Kurmênc jî dide nîþandan. Serxet û Binxet di kêm serpêhatiyan de wisa
xweþik li hev tê: “Gava
mirov bi piþt malên Fitinê diket û qiyameyî Textê Gewr dibû, di nav
darên tehew, behîv û mêwên tirî de gundikeki ku çend malek bû xuya
dikir. Navê wî gundikî, Erbelûþ bû. Her sal di Newrozê de li ser
zinarên derdora Erbelûþ û Fitinê, li serê timikên herî bilind, li
ser Tûmikê, Pozê Hûto, Pozê Holê, Pozê Þîn û li ser Textê Gewr me
çend agirên xurt dadidan û berê xwe dida Binê Xetê, Çiyayê Kurmênc.
Gava ronahiya agirên me xwe digihand kurdên binxetê, wê wextê wan jî
agirên xwe xweþtir dikirin û bersiv didan kurdên Serxetê…” "Gewrê"
serpêhatiya bûkeke ciwan radixe ber çavan. Gava li ber çavên Gewrê
destên mêrê wê kelemçe dikin û ji Îstasyona Trênê ya Diyarbekirê,
bi trêna sewqiyatê diþînin eskeriyê bûkeke du mehî ya terî-teze ye.
Gotinên li pey mêrê xwe, li pey rabûna trênê ku vedibêje û dilorîne
nivîskar bi vî awayî darêjtiye ser pelikên kaxêz: “Marê
Reþ, marê reþ, te çer xortê mîna beranekî ji xwe re daqurtand û tu
çûyî?!” Ji ber ku çîrok di serdema Herba Koreyê de derbas dibe,
em dikarin bibêjin ku serpêhatî di destpêka salên 1950’î de pêk
hatiye. Tê kifþê ku zavayê du mehî bûye ‘seferçî’. Di serdemên
kevin de ji kesên ku diþandin herbê û piraniya wan nedihatin an jî piþtî
gelek salan kêm kes ji wan vedigeriyan re, ‘seferçî’ digotin. Vêca
piþtî ‘sefer’ ango çûn û nehatina mêrê Gewrê, jiyana jina ciwan
serdanpê diguhere, derûniya wê xerab dibe, gelek caran ji ber nebûna
‘hevþabûn’ û kesê di nava ‘sing û beran’ bi nava poxan û bênderên
gund dikeve, dîn û har dibe. Ev jî dibe sedem ku pêrgî dab û nêrît
ango kevneþopiyên civaka paþdemayî bibe. Qayîþkêþan û xirecira di
nava bûk-xesûtiyê jî, aliyeke din a vê serpêhatiya cegersotîner e. Di
"Bayê Xurifî" de serpêhatiya
Apê Seydî ya mîzahî, di ”Teyrika
Bihuþtê” de serpêhatiya kezebþewat a Pîra Fatê û nedî-nebûyîna
keça wê ya ciwan Þukranê heye ku bi xwendina vê kurteçîrokê re pûrtê
canê mirov radibin. *** Bi
bîr û baweriya min Selahattin Bulutê ku berê li ser Rojnamegerê Kurd î
Þehîd Hafiz Akdemîr û Þoreþgerê Kurd î Mezin Edîp Karahan bi tevahî
sê pirtûk amade kirine, bi vê xebata xwe ya spehî, nefeseke nû li Wêjeya
Kurmancî zêde kiriye. Þêwaza ‘Çîroka Nûjen’ bi awayeke hosteyî
û serkeftî hatiye pê. Wêje, estetîk bêyî ku serî li nepixandinan bê
xistin baleberz e. Devoka Dêrikê ku devoka nivîskar e, cêjeke xweþ daye
tevahiya çîrokan. Selahattîn
Bulut, di sala
1954’an de li Dêrikê hatiye
dinyayê. Enstîtuya Perwerdehiyê li Mêrdînê qedandiye. Li Dêrikê û
li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî, di
sala 1981’î de hatiye girtin û di Hepisxaneya Diyarbekirê ya Eskerî de
heþt salan girtî maye. Di sala 1997’an de li Stenbolê Kitêbxaneya
Medyayê ava kiriye. Li ser jiyana Hafiz Akdemîr û Edîp Karahan sê kitêb
amade kirine. Di hin rojname û kovaran de nivîs û çîrokên wî hatine
weþandin. ‘Bihuþta Lal’ kitêba
wî ya yekemîn e. Bihuþta
Lal, Selahattin Bulut, Weþanxaneya Avesta 2006, 72 Rûpel, Kurdî |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org