ÇÎROKNIVÎS HELÎM YÛSIV:
‘ÇÎROK
JI BO MIN ENCAMA ÞEWATA RÛH E!’ *
Çîroknûs Helîm
Yûsiv, yek ji pêþengên kurteçîroka kurmancî ye ku berhemên wî bi
zimanê kurdî û erebî derçûne. Di sala 1967’an de li bajarokê Amûdê
ya Baþûrê Biçûk hate dinê. Heta niha pênc berhemên wî yên bi navê
Mirî Ranazin, Mêrê Avis, Jinên Qatên Bilind, Sobarto û Memê bê Zîn
bi zimanê kurdî li Stenbolê ji hêla Weþanxaneya Avestayê ve hatine çapkirin.
Ji bilî Sobarto, çar berhemên din kurteçîrok in. Sobarto roman e. Mêrê
Avis, yekem car li Þamê bi zimanê erebî hatiye çapkirin. Her wiha
berhema wî ya bi navê ‘Mirî Ranazin’ bi navê ‘Ölüler Uyumaz’
ji hêla Rahmî Batur ve hate wergerandin û ev berhem jî di sala 1998’an
de ji hêla Weþanxaneya Avestayê ve hate weþandin.
Helîm Yûsiv ev
çend sal in ku li Almanyayê jiyana xwe berdewam dike. Wî li ser kurteçîrok,
Wêjeya Kurdî, werger û pirsên bi van mijaran re eleqedar pirsên me
bersivandin...
******
![]() |
|
Yek jê ‘Qonaxa
Hewarê’ ye ku wekî ‘Qonaxa Destpêkê’ tê nirxandin û þîrovekirin.
Bi taybetî kesên wekî Nuredîn Zaza û çend navên din ku di kovarê de
dinivîsîn, pêþengên serdema navborî bûn.
Piþtre, wekî
‘Qonaxa Duyem’, em pêrgî nivîsandinên salên 1970’yî tên. Di vê
merhaleyê de em rol û girîngiya ‘Baþûrê Rojava-Kurdistana Sûriyeyê’
dibînin. Di vê pêvajoyê de yekem pirtûka kurteçîrokê ku li wê erdnîgariyê
ronahiyê dîtiye, ‘Hêsir û Baran’ a Bavê Nazê ye.
‘Qonaxa Sêyemîn’
destpêka salên 80’yî û destpêka salên 90’î destpê dike. Di vê pêvajoyê
de dîmena kurteçîrokê zelaltir dibe, rewþa çîrokê jî geþtir dibe.
Wekî tê zanîn, di çarçoveya guhertinên siyasî de ku li Tirkiyeyê pêk
tên, di pêvajoya îro de tesîreke ‘çak’ di vê geþbûnê de dike...
Emê sohbeta xwe
ya li ser vê qonaxê berdewam bikin. Lê gava te behsa serdema ‘Hawar’
û ‘Ronahî’yê kir, di serê min de bû ‘girêk’! Tê gotin ku dîroka
çîrokê berî Hawar û Ronahiyê destpê dike. Ji bo destpêka kurteçîroka
kurdî behsa salên 1912-1913’an tê kirin...
Belê rast e, gava
bi giþtî em behs bikin, em
dikarin bibêjin ku Kurteçîroka Kurdî di sala 1913’an de bi ‘Fuad
Temo’ destpê dike. Lê min behsa ‘Pêvajoya Çîroka Kurdî ya Nûjen’
kir. Her wiha piþtî salên 1913’an û Fuad Temo; ango di destpêka salên
1920’î de jî em rastî çend navên girîng tên. Her wiha li baþûrê
welêt, piþtî salên 1925’an, çend navên girîng derketin. Lê em
dikarin 20 salên di navbera 1910-1930’yî wekî salên haziriya serdema
1932’yan binav bikin. Sedem jî ev e ku xebat û lebatên ‘tek û tûk’
di van salan de hatine kirin, ji ber vê yekê, pêvajoya salên 1932, ji
serdema beriya wê cihêtir tê nirxandin.
Niha jî dixwazim
ku tu bi kurtasî be jî behsa çîroka xwe bikî. Bi giranî Helîm Yûsiv,
tu xwe di kîjan merhaleya çîroknivîsînê de dibînî, ango tu nêzîkî
çi ekolê yî?
Tiþtê ku ez li ser
xwe ango li ser çîroknivîsariya xwe vebêjim, ji min bêhtir karê kesên
din e. Bersiva pirsa ‘Helîm
Yûsiv xwe li ku dera çîroknivîsariyê dibîne?’ heger hebin! karê
xwendevan û rexnegiran e. Lê
dikarim behsa têkiliya xwe bi çîrokê re bikim.
Çîrok ji bo min tiþtekî
zatî ye, encama þewata rûh e. Þewata dil e, þewata hestan e. Çîrok
gelekî girêdahî dil û hinavê mirov e. Her wiha girêdahiyê tecrûbeya
wî/ê ya þexsî ye. Çîrok ji bo min berhema þewateke ferdî ye...
Wê gavê pirsa
xwe bi vî rengî bikim; gava tu dinivîsî, xwe di nav psîkolojiyeke çawa
de dibînî?
Tu demên taybet ji
bo nivîsandinê li ba min tunene. Ji ber vê yekê hew te dît ku ez li
qehwexaneyekê me û hestên nivîsariyê hat! Çîrok ji bo min mêvanekî
kevnare ye. Wekî mêvanekî modern, berî ku bê te agahdar nake. Carinan
li kolanan, carinan li malan, carinan li qehwexaneyan mirov rastî wî mêvanî
tê. Tu cih û devereke taybet ji bo hatina wî mêvanî tuneye. Lê her dem
deriyê dil û mejiyê min ji mêvaneke wekî çîrokê re vekirî ye.
![]() |
|
Nivîskarên ku fantazî û xeyal di berhemên wan de hebûn bêhtir bala min dikiþandin û hê jî dikiþînin. Nivîskarên gelek realîst ku pênûsa wan wekî ‘kamera’ kar dike û her tiþtî wekî ku dibû dinivîsandin, li ser min kêmbandor bûn.
Heger navê çendan
ji wan bidî...
Belê, bo nimûne
‘Kafka’. Her wiha Edebiyata Emerîkaya Latînî ku di navbera jiyana me
û jiyana wan de gelek xalên hevbeþ hene. Yek ji wan ‘Gabriel Garsia
Marquese’ bû ku heta dawiyê min nivîsên wî li ser ‘Makondo’
dixwendin, tim sîlûeta bajarê ku ez jê me ‘Amûdê’ dihate ber çavên
min. Dema min ev ciwanmêrê hanê dixwend, min digot ev nivîskarekî ji Amûdê
ye û li ser Amûdê dinivîse. Lewre jî Edebiyata Emerîkaya Latînî, her
bala min kiþand ser deverên ‘reþ’, deverên ‘nedîtî’.
Dixwazim vê yekê
bibêjim; nivîskar li gorî baweriya min bi ‘çavê sêyem’ dinivîse.
Wekî her kesî bi du çavan li dora xwe dinêre, lê tiþtê ku kesên din
nabîne, ew dikare bibîne. Tiþtê ku tu kes nabêje, ew dibêje. Lewre jî
hemû nivîskarên ku bi çavên sêyem nivîsandine, di avakirina hiþmendiya
min a wêjeyî de kevirek danîne ser kevireke din!
Mexseda te ji nivîskarên
nexweþ çi ye ku tu behs dikî?
Wekî tu dizanî
Dostoyevskî nexweþ bû, nexweþiya ‘etrê-sarayê- lê peyda bûbû. Ji
layê rûhî ve nerehet bû, kêfa min ji berhemên wî re tê. Nexweþekî
wekî Kafka dîsa wisa. Kesên wisa di jiyana xwe de, ne wekî kesên normal
bûn. Li gorî gotina Salvador Dalî; ‘Gava ku çavên xwe digirtin,
derdora xwe baþtir didîtin!’ Di reþahiyê de zêdetir ditîtin, di nava
xeyal û fantaziyên xwe de bêhtir dikaribûn serdestî rastiya jiyanê
bibin.
Wê gavê tu dibêjî;
‘Ji bo wêje û edebeke çak, pêdivî bi delodîniyê heye!’...
Bi wateya ku ez dibêjim,
gotina te rast e. Gava ez behsa ‘dînbûn’ û ‘nexweþiyê’ dikim,
di nava du kevanan de dîtinên xwe der dibim. Ez behsa ‘dînbûna fîzîkî’
nakim, lê ez behsa ‘dînbûna felsefî’ dikim. Divê nivîskar gelek
caran ‘aqilê’ xwe li ser refikê bihêle da ku tiþtên baþ û cihê
rapêþî wêje û wêjehezan bike.
Ji ber ku tu bixwe
ji wê erdnîgariyê yî, hinek jî em behsa wêje û çîroka ‘Baþûrê
Rojava’ bi naveke din ‘Kurdistana Surî’ bikin.
Heger bi kurtasî
bibêjim, bi taybetî di 20 salên dawî de wêje û edeba kurdî di nav
kurdên sûrî de gelek hatiye guhertin û bi pêþ ketiye. Piþtî salên
80’yî geþbûneke baþ di warê nivîsandina kurmancî de li dar e. Bi
taybetî, di warê çîrok, helbest û rojnamegeriyê de pêþketin hene.
Her wiha rewþa rewþa romanê neþibe celebên din ên edebiyatê jî,
dikarim bibêjim di vî warî de hewldanên çak hene. Gelek nav û tecrûbeyên
ku di baweriya min de ji bo rabirdûyê ‘stêrkên geþ’ in derdikevin
holê.
Em bi þans in ku
‘Qonaxa Edebiyata Kurdî ya Nûjen’
ku bi tîpên latînî pêk hat, li wê derê pêk hat. Mebesta min Qonaxa
Hewarê û destpêka rewþenbîriya kurd ya destpêkê ku piþtî salên
1920’î berê xwe dan ‘binxetê’ ye.
Ez bixwe xweþbîn
im ku di rojên pêþ de, dîmenên çîroka kurdî, helbesta kurdî û
romana kurdî li ‘Baþûrê Biçûk’ zelaltir bibin. Bes qelsiyek heye;
nebûna rexnegiriya kurdî. Heger kurd di warê rexnegiriyê de ‘zendan
badin’ dê gelek aliyên tarî yên wêjeya kurdî ne tenê li Baþûrê
Biçûk, dê li çermedorê welêt derkeve ronahiyê.
Te ji bo binxetê
û di warê çîroka kurdî de bêjeya ‘stêrkên geþ’ bi kar anî. Ji
bo xwendevanên parçeyên din jî binasin, dikarî navê çendan bidî?
Ji bo ez piþtgirê
pexþanê me, bi taybetî jî warê min kurteçîrok e di serî de Bavê Nazê
tê bîra min. Di van salên dawiyê de jî 4-5 nav hene ku ez çîrokên
wan xweþ dibînim. Yek ji wan Fewaz Hisên e, yek ji wan Kamîranê Haco
ye. Pîr Rûstem heye. Her wiha Xemgînê Remo heye, Ciwanê Evdal heye.
Helbet çend navên din hene ku niha nayên bîra min.
Birêz Yûsiv,
dema tu dêhn û bala xwe didî bakur, bi awayeke giþtî dibînî ku piþtî
salên 1990’î geþedaneke ‘kurdewarî’ heye. Li ser vê yekê dîtina
te çi ye û heger em bixwazin ku tu çar parçeyên welêt û Qefqasyayê
bidî ber hev, dê tu ferq û meyliyeke çawa bînî zimên?
Bersiva vê pirsa
te, li gorî baweriya min hewceyî lêkolîneke berfireh e. Di destpêkê de
ji bo bakur dixwazim çend xalan zelal bikim. Ji bo pêþveçûneke giþtî
di warê edebiyatê de, amadebûna þert û mercên siyasî pêwîst e. Ji
bo vê yekê jî, peydabûna jiyaneke demokrat pêwîst e. Jiyan û edebeke
bêsansûr û bêqedexebûn lazim e. Dema ev yek pêk were, dê bêhtir rê
li ber jiyana kurdewarî û edebî vebe.
Gava em li bakur dinêrin,
dibînin ku mixabin þert û mercên siyasî ne alîkar e ku ziman, wêje û
çanda kurdî geþ bibe. Her çiqas bi awayeke fermî, qedexekirin kêm bûbin
û li gorî berê þert û merc ji hêla dewletê ve hatibin baþkirin jî,
legalkirin û rakirina qedexeyan li ser pelên kaxezan de maye.
Helbet di vî warî
de ne tenê dewlet, her wisa hêzên siyasî yên kurd bixwe jî gelek caran
dibin asteng û kelem. Bi kurtasî, li bakur wêjeya kurdî bêxwedî ye, bêpiþt
e, bî îmkan û bêaborî ye.
Ev pirsgirêkên heyî
nayê wê wateyê ku serdanpê hêviyên mirovan bêne birîn. Ji ber ku hêviya
min bixwe ji bo wêjeya kurdî li ser kesan ava dibe. Gava ez bala xwe
didime çend nav û tecrûbeyên li bakur ku di van salên dawî de dinivîsin,
kêfxweþ dibim. Bi þanazî mirov dikare pêþwaziya wan navan bike. Yek bi
yek ji wan navan bihêvî me.
Helbet di nava
girseyeke ‘qirase’ ango nifûseke gewre de li Bakurê Kurdistanê navên
ku di warê edebiyatê de derketine pêþ wê gelek kêm bin. Dîsa
jî ez bawer im di mejiyê te de çend nav hene ku pêþeroja wan di
warê ‘kurdî’ de vekirî ye û serkeftî ne.
Li bakur jî dema
mirov xwedî insaf be, dê nikaribe bi çend gotinan behsa edebiyata kurdî
ya li vê derê bike. Çarçoveya ku ez behs bikim jî, tiþtên ku agahiyên
min in, tiþtên ku haya min ji wan hene bixwe ne. Ji bo Bakurê Kurdistanê
te xwest ku ez çend navan bidim. Di warê çîrokê de, Hesenê Metê navekî
girîng e ji bo çîroka kurdî ango çîroka kurmancî. Her wiha Firat
Cewerî divê bê gotin. Ji bilî van navan Çiya Mazî, Dilawer Zeraq,
Yaqob Tilermenî. Ez van navan wekî nimûne dibêjim. Gelek navên din jî
hene ku dikarin di warê çîrokê de bibin þahidên rasteqînî yên
serdema xwe.
Navbera te û
çîrok an jî romana tirkî çawa ye. Ez ne þaþ bim bi riya wergerê
hevnasiya te çêbûye ne wisa?
Belê rast e. Ji ber
ku ez bi zimanê tirkî nizanim, dibim mehkûmê wergerê. Rastiya wergera
ji tirkî bo erebî û ji erebî bo tirkî li gorî min qels dimîne. Gelek
navên girîng hene. Bo nimûne gava ku ez têm Tirkiyeyê ez rastî gelek
navan têm ku ji bo wêjeya tirkî gelek giranbûha ne. Lê mixabin pê
dihesim ku ev nav ji bo zimanê kurdî û ji bo zimanê erebî nehatine
wergerandin. Her wiha jî li Suriyeyê navên gelek girîng hene ku ji bo
zimanê tirkî nehatine wergerandin.
Ev demeke dirêj e
ku ez rastî navên Orhan Kemal û Yaþar Kemal hatime. Bi riya wergerê min
ew nav nas kirin û ew xwendin. Vê dawiyê Orhan Pamuk di warê romanê de
ji me re nasraw bû. Berhemên van camêran, ji bi kurdî, çi bi erebî ez
diþopînim û dixwînim. Her wiha ji berê de helbestên Nazim Hikmet û
çîrokên Ezîz Nesîn ji berê de li erebî hatine wergerandin, bi wan
wergeran cihê xwe di dil û mejiyên me de çêkirin. Bo nimûne, çîrokên
qerfî yên Ezîz Nesîn bi riya wergera erebî, tesîreke baþ li ser nifþên
nû yên nivîskarên li Suriyeyê kir.
Ne tenê nasîna
min, nasîna gelek nivîskarên kurd ên baþûr ji bo edebiyata tirkî,
mixabin bi van çend navan tenê heye. Wekî tu dizanî bi sedan navên girîng
hene di edebiyata tirkî de, lê ji ber nehatine wergerandin, em nas nakin.
Nivîskarên ku bi
eslê xwe kurd in lê bi zimanên din dinivîsin hene. Wekî nimûne jî navên
Yaþar Kemal û Selîm Berekat derdikevin pêþ. Li ser vê yekê bîr û boçûnên
te bi çi rengî ne?
Gelek zelal e! Ev
rewþ rasterast bi rewþa kurdan ve girêdahî ye. Rewþa kurdan a taybet ew
e ku zimanê wan li welatên ku lê dijîn de hatiye qedexekirin. Ev
qedexekirin ku sedem ku nivîskarên kurd bi zimanên din binivîsin. Ji bo
nirxandina berhemên van nivîskaran demeke taybet divê. Te mînaka Selîm
Berekat da. Selîm Berekat nivîskarekî kurd e, hemû berhemên wî bi erebî
ne. Her wiha Yaþar Kemal kurd e, tevahiya berhemên xwe bi zimanê tirkî
dinivîse. Li hêla din Elî Eþref Derwêþyan û Mihemedê Qazî nivîskarên
kurd in, lê berhemên wan bi giþtî bi farisî ne. Bo nimûne Mihemedê
Qazî yê Kurd, bêhtirî 50 pirtûkên navdar ji wêjeya cîhanê
wergerandine farisî. Tesîra wî li ser wêjeya farisî zelal û berbiçav
e.
Wekî em dizanin,
te bi zimanê erebî dest bi wêjeyê kir. Paþê tu vedigerî zimanê dayîka
xwe. Di veguherîneke bi vî rengî de çakî û xerabiyên sereke çi ne?
Bi
riya her du zimanan; bi kurdî û erebî min edebiyat nas kir. Lê ev nasîn
zêdetir bi zimanê erebî pêk hat. Zimanê kurdî wekî deverên din li
Suriyeyê jî qedexe bû. Ji ber vê yekê jî derfeta çapkirina berhemên
bi kurdî gelek zehmet bû. Lewre jî pirtûka min a yekem ‘Mêrê Avis’
di sala 1991’î li Þama Suriyeyê bi zimanê erebî û bi navê ‘El Recûl
el Hamil’çap bû. Ji ber ku ev pirtûk bi erebî derket, wisa hate fêmkirin
ku cara yekem min bi zimanê erebî dest bi edebiyatê kiriye.
Lê
pirtûka min a yekem, ‘Mirî Ranazin’ li Stenbolê ji Weþanxaneya
Avestayê di sala 1996’an de derket. Wisa hat fêmkirin ku min bi erebî
destpê kiriye, paþê vegeriyame kurdî. Min bixwe bi her du zimanan dinivîsand,
lê weþandina berhema min cara pêþî bi erebî pêk hat. Piþtî
1992’yan li Tirkiyeyê qedexebûna zimanê kurdî rabû, hinek derfet pêk
hatin ku weþanxaneyên kurdî vebin.
Ez
hê jî bi zimanê erebî dinivîsim. Hê jî hem bi kurdî hem dixwînim,
hem jî dinivîsim. Dilê min heye ku wisa berdewam jî bikim. Lê hesretek
di dilê min de heye û dê ev hesret her û her di dilê min de bimîne, ew
jî hesreta zanîna hemû zimanan e. Xwezî min bizanibûya bi hemû zimanan
bixwenda û binivîsanda, bi zimanê çivîkan bixwe jî! Ji ber ku ev êþ,
keser û hesretên di dilê me de kom bûne, ne zimanek, ne du ziman; belkî
hemû ziman werin cem hev dîsa jî nikaribin derbibin.
Kekê Helîm, bi vê
pirsê dixwazim dawî li gotûbêja me bînim; Te piraniya berhemên xwe li
welêt afiranndin. Ligel ku ev çend sal in ku tu li dîasporayê ango li
Ewropayê dijî, berhemeke te ya bi navê ‘Memê bê Zîn’ darkete
ronahiyê. Dîaspora ji te re çi anî, ji te çi bir?
Ji
bo min nivîsandin girêdahiyê hûndirê min e. Ez li ku bim, rola cih li
ser nivîsandina min gelekî qels e. Ji ber ku nivîsandin ji bo min þewateke
þexsî ye, ez bi ku ve herim ew þewat bi min re tê, lewre jî dê eþqa
min a nivîsandinê bi koçberî û dûriya ji welêt kêm nebe.
Hatina
dîasporayê gelek rê û derfet ji mirovan re vedikin. Her wisa gelek caran
ev yek dibe sedema zehmetiyên giran jî. Gelek caran tiþt ji mirovan winda
dibin. Yekem car gava ez ji welatê xwe dûr ketim, hê kêliya ku ez di
balafirê de bûm, pê hesiyam ku camek, þûþeyek di dilê min de þikest.
Ezê vê þikestinê tu carî nikaribim bicebirînim. Gava mirov piþta xwe
dide diya xwe, piþta xwe dide welatê xwe çi mecbûrî be, çi jî bi
xwestek be gelek tiþt ji mirovan wenda dibe. Lê ez dîsa xweþbîn im ku
gelek caran derbederî û fermalûbûn ji bo nivîsandinê dibin materyalên
baþ.
*
Beþek ji vê gotûbêjê li Stenbolê di kovara du mehî ya tirkî-kurdî
‘Tîroj’ê de hate weþandin