|
Ji
pênûsa Orhan Çelîk - Keserek ji Welatê Serhedê: “Li
Çiyayê Mezin Gundê Biçûk”
Romana Nivîskarê Kurd Orhan
Çelîk ya bi navê orjînal “Büyük Dagda Kücük Köy” ku di 2001 an
de li Stenbolê ji hêla “Belge Yayinlari” ve bi zimanê tirkî hatibû
çapkirin, ji hêla “Weþanxaneya Elma” yê ve, bi navê “Li Çiyayê
Mezin Gundê Biçûk” li zimanê kurdî hate wergerandin û çapkirin. Weþanxaneya
navborî di maweyeke kurt de, ev berhem jî tê de mohra xwe li binê 62
berheman daye ku jimareyeke mezin ji vê rêjeyê berhemên bi zimanê kurdî
ne. *** “Bêdengiya ku yekser li nava
odê xwe da der, bi lêxistina derî betal bû. Þêxo ji cihê xwe pekiya,
derî vekir. Bêyî ku wê bibînin, dizanibûn ku jina li nava derî, yek
ji wan jinên ku xizmeta nava malê dikir bixwe bû. Tepsiya çayê ji
destan wergirt anî hûndir. Îskanên çayê yên li ser tepsiya paxir, ji
Þezo destpê kir, li civatê belav kir. Îskana herî dawî ji xwe re hilanî
û li cihê xwe yê berê rûniþt. Hê cihê qûna xwe xweþ nekiribû,
careke din tingînî ji derî hat. Þêxo hê mecal nedîbû ku rabe ser xwe
û derî veke, Zulfînaz kete odê. Derî hate girtin. Zulfînaz berê xwe
da civatê û got; ”Hûn bi xêr hatin!”. Piþtre jî çû li kêleka mêrê
xwe rûniþt, li zilamê xwe zivirî û got: ‘Zulmat Beg, ka tebeqa xwe
bide da ku cigareyekê ji xwe re bipêçim!’…” *** Zulmat Beg, Ziboyê serþivanê
Gundê Gewro îsal bi tena serê xwe þandibû ber pêz û jê re gotibû ewê
paþê çend kucik bide wî. De were keriya qirase bi tena serê xwe bêyî
kucikan îdare bike! Nexasim jî bi þevan! Ji tirsa gûr û çeqelan dilê
Zibo wekî aþê seradê lê dida. Holika xwe ya sala par ku ji bo parastina
baran û tîna rojê û razana þevê, bi qirþ, dar û pariyên naylonê
saz kiribû, îsal bi zor û heft bela di nava cend rojan de çêkiribû. Di
salên borî de wî ev kar di nava rojekê de dikir. Rebeno vê carê ji ber
bizinan derfet nedîbû ku zûtir holika xwe lê bike. Bi gav û saet li pey
wan bû. Ya bi xêr ji ba Xwedê ku vê carê baran nebarî bû û rezîl û
riswa nebûbû! Ji ber ku bizinan dabû hev, êdî dikaribû bi rehetî
berika xwe raxe ber holikê û ji hewana xwe ya avê re jî cihekî baþ bibîne.
Hinek çavên xwe bigirta û raza dê çawa bûya gelo? Kûmê xwe ji serê
xwe derxist û bi hinceta balgîvê, li ciheke baþ danî. Dema ku çavên wî
çû ser keriya bizinan ku her yek bi cihekî ve belav bûye, dev ji niyeta
razanê berda. Bêhna wî teng bibû. Bi awayekî hêrsbûyî xwe bi xwe
got: - Tifî li we! Pezê zindiq jî li xwediyê xwe çûye. Jixwe gotina
weliyan e ku dibêjin; "Keriya ku li xwediyê xwe neçe heram e!"
Ma qey ne pezê Zulmat Beg e? Pezê wî jî lê çûye! Ka lê binêre lo,
pezê wî berazî ji êma ber xwe naxwe, ilehîm wê bibeze cihên dûr ku
biçêre. Ziqûma li ber xwe bixwin ha!… *** Zulfînaz bêdeng ma. Ya
rastî mêrê wê zêde jî ne neheq bû. Bi serde jî di þer û pevçûnên
li ser erd û heywanan de ji beg û axeyan zêdetir þivan û gundî
dihatine kuþtin. Jixwe fikra ku mêrê wê ji sê mehan carekê were cem wê,
fikrekî gelek nexweþ bû. Di dilê xwe de got: “Pepûka Zîno, pepûka
Dayîka Xatûnê!” Li mêrê xwe mêze kir. Zulmat Beg, mawîzerê ji hev
derxistibû zeyd dikir, di ber re jî kilaman digot. “Ev mîrata hanê jî
her roj li ber çavê min daleqandiye!” got Zulfînaz. Piþtre jî gotinên
ku vê sibê ji dayika Mele Kerîm bihîstibûn ji mêrê xwe re got:
“Zulmat Beg, xeberên îsal ne ji bo xêrê ne. Bawer im tu jî dizanî, Eþîra
Memedko gotiye ku ewê îsal nehêlin ku kesek karikekî xwe jî li van
deran biçêrîne!”… *** Belê bi gotinên bi vî rengî
þarezahî û hosteyî, nivîskar Orhan Çelîk me dibe serdemeke ku hin beþên
jiyana “Welatê Serhedê” li ber çavên me ronahî û eþkere dibe. Bi
rastî jî, gelek caran mirov di nav hevokên nivîskêr de geh xwe li
civata “giregir” û ”axeler” ên pozbilind ku jiyanê li gundiyên
belengaz kambax kirine dibîne; geh dibe guhdarê gotin û hevokên
jinexaseke “mêrane”; pirî caran jî dibe mêvanê kesên ku gepek nan
ji bo wan bûye “misqalê zer”. Di pêvajoya 12-13 salên
rojnamegeriya xwe de, çi ji kurdî bo tirkî, çi jî ji tirkî bo kurdî
hejmareke zêde min gotar, lêkolîn, gotûbêj û hwd. wergerandin. Helbet
di tevahiya karên wergerê de dikarim bi serbilindî û þanazî bibêjim
ku min kêfeke xweþ wergirt. Lê dikarim bi dilekî safî eþkere bikim ku
di vê xebatê de, kêfa ku min ji hevok û gotinên hêja Orhan Çelîk
wergirtin derkete asta herî rajorîn. Carinan bi van hevokan, bi hêsrên
çavên lehengên romanê herikîm hatim xwarê; carinan bûm hevparê hêrsa
gundiyên dewr û bera Çiyayê Agirî; carinan jî bi dilþahî min guh da
gotinên ku tu caran dawiya wan nayê. Di vê romana ku navê wê yê
orjînal “Büyük Daðda Kücük Köy” -Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk
- e de, tiþtên ku herî zêde bala min kiþandin, taswîrên ku bi hosteyî
hatibûn kirin bixwe bûn. Li hêla din xaleke din a balkêþ jî ew bû ku
her çiqas roman bi zimanê tirkî jî bû, naverok û mejî kurdî bû! Bi
gotineke din, nivîskar bi kurdî fikirîbû, lê hest û ramanên xwe,
qehremanên berhema xwe, çiya û baniyên ku berhema wî lê derbas dibe bi
zimanê tirkî darijtibû ser kaxezê. Bi vê berhemê ez pê hesiyam
ku Orhan Çelîk, ji serdema mamostetiya xwe ya ku bi sirgûn, pest û
kotekiyan dagirtiye sûdeke baþ wergirtiye. Her wiha baþ diyar dibe ku Çelîk
ji wê serdemê analîzên baþ derxistine holê. Tiþtê hêja û þayanê
pesindanê ew e ku wî ev hest, çavdêrî û sûda ku behsa wê hate kirin
ne tenê di mejiyê xwe de hiþt, her wiha wî wekî berhem ragihand
hezkiriyên edebiyatê jî. Sê berhemên Orhan Çelîk bi
zimanê tirkî, ji “Belge Yayinlari (Weþanxaneya Belge) ku li Stenbolê
ye ronahiyê dîtin ango hatin çapkirin: “Büyük Dagda Kücük Köy”,
“Saðýrtaþ” û “Kumluk Diyar”. Berhema di destê we de, wergera
“Büyük Dagda Kücük Köy” e. Her du berhemên din jî ji hêla xwediyê
vê nivîsarê ve ji tirkî bo kurdî têne wergerandin. Heta çend mehan dê
ew jî bikevin pirtûkxaneyên hezkiriyên zimanê kurdî. Lewre dikarim eþkere
bibêjim ku kêfxweþ im. Orhan Çelik di sala 1959an de
li Gundê Çiftlikê ku bi ser Qarlîovaya Çewlikê (Bîngol) dikeve, hate
dinyayê. Di sala 1977an de Lîseya DEPê (Qereqoçan), di sala 1979an de jî
Enstîtuya Perwerdehiyê ya Çewlikê qedand. Li Navçeya Akkuþa bajarê
Orduyê, li gundên bi ser Çiyayên Canîkê bi qasî çar salan mamostetî
kir. Bi çanda herêmî ya Behra Reþ (Karadenîz) re nasraw bû. Ceribandinên
wî yên kurteçîrokan yên destpêkê di vê demê de destpê kir. Piþtre
li Gundê Çaliyê ya bi ser Bazîda Agiriyê mamostetî kir. Di sala 1984an
de romana wî ya yekem “Buyuk Dagda Kucuk Köy” (Li Çiyayê Mezin Gundê
Biçûk) hate çapkirin. Ji ber vê pirtûka xwe doz lê hate vekirin û ew
hate sirgûnkirin. Di sala 1988an de tayîna wî bo Ermeneka Konyayê
derket. Li dorhêla Çiyayên
Torosê, li 8 deveran mamostetî kir. Ji sala 1993yan ve jiyana xwe li
Hamburga Almanyayê berdewam dike. Orhan
Çelik ji bilî romana bi navê “Buyuk Dagda Kucuk Koy” (çapa yekem
1984, çapa duyem 2001, Weþanên Belge, Stenbol); bi navê “Sagirtaþ”,
(2001 Weþanên Belge, Stenbol) û “Kumluk Diyar” (2003, weþanên
Belge, Stenbol) xwediyê du romanên din e jî. Ev her sê roman jî li
zimanê almanî hatine wergerandin û ji çapê re amade dibin. Bi
hêviya ku berhema Orhan Çelîk li gorî dilê we be… salihkevirbiri@hotmail.com
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org