Turkolog
û wergêra macarî Tasnady Edît:
“Demokrasîaxêv
demokrasiyê naxwazin!”
Salihê
Kevirbirî / Bûdapeþte
Tasnady Edît jî sala 1967’an û pê ve li Radyoya Macar (Magyar
Radyo) ku îsal 76’emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir, wezîfedar e.
Edît, lî seranserê Macarîstanê wekî turkolog û wergêreke navdar tê nasîn.
Bî qasî 4-5 salan lî Zanîngeha Enqereyê wekî
dersdar û hîndekar kar kiriye. Lewre jî bi tirkiyeke çak mijûl dibe.
Yek ji taybetiyên Tasnadyê jî ew e ku pirtûkên Nazim Hîkmet û Yaþar
Kemal ji tîrkî wergerandiye zimanê macarî. Her wiha wê hin pirtûk jî ji
macarî wergerandine zimanê tirkî.
Li
Bûdapeþteyê em çûn “Magyar Radyo” û bûn mêvanê Tasnady Edîtê. Wê
bi germahî em pêþwazî kirin. Piþtî maweyeke kin; der barê werger, Nazim Hîkmet
û Yaþar Kemal, li Tirkiyeyê edebiyat, darizandin û demokrasiyê me pirsî, wê
bersivand......
Xatûn
Tasnady, navbera we bi tirkî û zimanê tirkî re gelek baþ e. Çima gelo? Ev
hevnasîn çi çax dest pê kir, sedemeke taybet hebû gelo?
Wekî
her mirovekî macar, di destpêka xwendina xwe de dêhn û bala min li ser zimanê
macarî bû. Di destpêka zanîngehê de min serî li “Kûrsiya Macar” xist.
Lê taybetiyeke perwerdehiya macar ew e ku li zanîngehê ji bilî zimanê macarî,
pêwîst e ku mirov zimaneke din ji xwe re hilbijêrê. Ji ber vê yekê û ji
ber nasrawbûna me û tirkan, min ji xwe re zimanê tirkî hilbijart.
Sal?
Sal
1962. Di sala 1962’an de min dest bi xwendina
zanîngehê kir û xwendina xwe di sala 1967’an de, bi du branþan; Edebiyat
û Zimanê Macarî, Edebiyat û Zimanê Tirkî kuta kir. Piþtî qedandina zanîngehê
di heman salê de li Radyoya Macar min dest bi karê beþa tirkî kir. Bê
navber 25 sal heta ku bê girtin min di beþa tirkî de kar û barê xwe
berdewam kir. Piþtî hilweþîna Sovyetê, li Macarîstanê jî sîstem guherî
û di sala 1990’î de li gel çend beþan di radyoyê de beþa tirkî jî hate
girtin.
Ez
ne þaþ bim piþtî vê bûyerê hûn li Tirkiyeyê dest bi kar dikin, ne wisa?
Belê
belê rast e. Di sala 1993’an de li Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Ziman-Dîrok-Cografya
Kûrsiya Hungarolojiyê wekî dersdar û hîndekar min dest bi kar kir. Ev kar
heta sala 1997’an berdewam kir. Piþtî sala 1997’an ez dîsa vegeriyam
Macarîstanê û di heman radyoyê de wekî arþîvkar îro jî kar û barên
xwe didomînim.
Di
vê navberê de têkiliyên we û Tirkiyeyê berdewam dikin?
Rast
e, têkilî her berdewam in. Car caran ez diçim û gelek caran jî hevalên min
ji Tirkiyeyê tên serdana min. Her wiha gelek caran li Tirkiyeyê û li derveyî
welêt civînên turkolojiyê li dar dikevin û ez jî beþdarî li van civînan
dikim. Îsal jî di nîveka meha hezîranê de, li Mêrsînê Kongreya Folklorê
ya Navneteweyî li dar dikeve û ez jî yek ji vexwendiyên vê kongreyê me.
Em
werin ser pirsa xwe ya sereke. We Nazim Hîkmet û Yaþar Kemal bi gelê macar
da naskirin. Ango we pirtûkên van navdaran ji zimanê tirkî wergerand zimanê
macarî. Çima gelo? Ji bo çi ev her du nav?
Gava
mirov bixwaze berhemek wergerîne, bêguman wê bide dûv qelîteyê. Li rûyê
cîhanê tu wergêr, naxwaze berhemên helbestvan an jî nivîskareke xirab
hilde dest. Di vî warî de Nazim Hîkmet û Yaþar Kemal du navên sereke yên
edebiyata cîhanê ne. Ji bo min wergerandina berhemên van navan kar û þerefeke
mezin e.
Navên
berhemên ku we wergerandine macarî…?
Min
çend kurteçîrokên Yaþar Kemal ên wekî Sari Sicak û Yatak,
wergerandine. Wekî roman jî, min romana bi navê Ortadîrek ji
tirkî bo macarî wergerand. Wekî hûn dizanin, têkiliyên
taybet ên Nazim Hîkmet bi Macarîstan û gelê macarî re hebûn. Di demên ku
nikaribû vegere Tirkiyeyê, gelek caran dihat Macarîstanê. Tabî wê gavê ez
ne li radyoyê bûm. Ji ber ku Nazim, di dawiya salên 50’î de tê Macarîstanê.
Gelek hevalên wî hebûn li vê derê. Doktorê wî li vê derê bû. Li ser
Macarîstanê gelek helbest nivîsîbû. Ji ber vê yekê, ji bilî mezinahiya
Nazim em wekî gelê macar, qedr û qîmeteke mezin nîþanî Nazim didin.
We
ji helbest an jî pirtûkên Nazim Hîkmet çi wergerandine…?
Ezê
jî bihatama wê derê. Dixwazim bibêjim ku helbestên Nazim beriya min jî li
Macarîstanê hatine wergerandin. Hê gava ew di zîndanê de bû û di destpêka
sala 60’î de ji bo serbestberdana wî li vir gelek çalakî hatine
lidarxistin û gelek helbestên wî ji tirkî bo macarî hatine wergerandin.
Beriya ku ez dest bi wergera Nazim bikim, ez ketime nava lêkolînê. Gelo kîjan
helbestên wî hatine wergerandin, kîjan nehatine wergerandin. Piþtre min dest
bi wergerê kir. Min bixwe i helbestên wî yên dawîn wergerand. Heger tu
bixwazî ez navên çendan bidim; wekî Saman Sarisi, Kûba Roportaji. Bi
giþtî min helbestên wî yên li ser evîna Verayê, helbestên li ser xerîbiyê,
extiyarî û evîna welat wergerandine.
Wisa
dîyar e ku gelê macar xwedîtiyeke baþ li Nazim Hîkmet û
Yaþar Kemal kiriye……
Belê,
bi rastî jî pirtûkên berhemên wan li vê derê têne xwendin. Lê mixabin
mirov zû bi zû nikare van berheman li piyaseyê peyda bike. Ez ne þaþ bim,
min romana Ortadîrekê di sala 1975’an de wergerand. Ev berhem
ji hêla weþanxaneyeke gelek baþ ve, wekî “Klasîkên Cîhanê” wekî 40
hezar hate çapkirin û di demeke gelek kin de hate fîtkirin. Di be ku li
Tirkiyeyê kitêbên Nazim çapa xwe ya 10’an kiribin, lê her hejmar ne zêdeyî
4-5 hezarî ye. Mixabin çapa duwem nehate kirin.
Ji
hêla gelê macar ve rexneyên çawa ji bo we hatin nîþandan?
Rexneyên
baþ hatin nîþandan. Di gelek kovar û rojnameyan de gelek nivîsarên xweþ
hatin nivîsîn.
Di
van wergeran de, tiþtê ku herî zêde tesîr li we kir çi bû gelo? Gava we
ev kar pêkdianî, we xwe li ser xaka Anatoliya û Mezopotamyayê didît an na?
Bi
rastî pirseke zor dijwar e. Bo nimûne, di wergera Ortadîrekê de, mirov ji cîhanek
derdikeve, xwe di nava cîhaneke nû de dibîne. Mirov baþ pê derdixe ku nirxên
însanî hê jî bi awayeke xurt hene. Mirov dikeve nava nakokî û dubendiyeke
kûr. Hûn dikevin nava cîhaneke nenas lê nasraw! Dema min dest bi wergera Yaþar
Kemal kir, gelek heval û dostên min þaþ û matmayî man û gotin; “pir
zehmet e, zimanê wî gelek xweþ û dewlemend e, tu nikarî ji bin vî barî
derkevî.” Lê dema ez ketim nav kar, min dît ku ji bilî çend biwêj
û gotinan min zehmetî nekiþand. Zimaneke wî yê pir xweþ û herîkbar
heye.
Mesela min wergera çîrokên Saîd Faîk jî kirin, lê diyar bû ku zimanê wî
gelek zehmet û tevlîhev e. Ji ber ku zimanê berhemên Yaþar Kemal, nêzîkî
zimanê gel e sivikahî û spehîtî derdikeve holê. Dibe ku dîtin û ramanên
min û Yaþar Kemal nêzîkî hev bin. Lewma ewqas ji min re sivik tê.
Tê
gotin ku bi taybetî di berhemên Yaþar Kemal de edebiyata tirk, ji edebiyata
kurd a Mezopotamyayê sûd
wergirtiye. Derbarê vê dîtinê de hûn çi difikirin?
Li
ser vê meseleyê ez zêde nikarim analîzên zanîstî bikim. Lê diyar û
berbiçav e ku beriya hatina tirkan bo Anatoliya û Mezopotamyayê gelek qewm û
gel hebûne. Gengaz e ku ew çand û gel ji hev îstîfade bikin û tesîrê li
hev bikin. Dibe ku îro gelek qewmên Mezopotamyayê ji holê rabûne. Ango her
çiqas Kela Babîlê hatibe rûxandin jî, ji gelan hin bermahî mabûn û ew
bermahî heta îro jî tên. Lewra jî di çand û wêjeya Tirkiyeyê de rol û
tesîra gelên din diyar û berbiçav e. Dema mirov Yaþar Kemal û Saîd Faîk
dixwîne, mirov rastî du cografya û çandî dibe. Di van berheman de çanda sûmeran,
çanda frîgyayiyan û çanda kurdan jî heye. Lê mirov bi awayekî eþkere bibêje
ev çanda kurdan e, ev çanda sûmeran e û ev jî çanda frîgyayiyan e.
Ji
ber ku me behsa kurdan kir û ji ber ku hûn îsal beþdarî Newroza Bûdapeþteþeyê
bûn, dixwazim bipirsim: gelo Tasnady Edît kurdan çiqas dinase?
Mixabin
zêde nas nakim……
Di
pêþerojê de dibe ku kurd bibin mijara xebata we?
Bawer
nakim. Ji ber ku ez kar û barê xwe di Turkolojiyê de didomînim. Car caran di
vî warî de jî ez pê derdixim, tiþtê ku ez bikim gelek in. Ji bo ku kurd
bibin mijara teza min, divê di serî de ez bi kurdiyeke rewan û pak
bipeyivim. Lê mixabin wekî tu jî dibînî em bi tirkî li hev dikin. Lewra ne
tu bi macarî dizanî û ne jî ez bi kurdî.
Ez
dixwazim dîsa vegerim ser pirsa Nazim Hîkmet û Yaþar Kemal. Li welatekî wekî
Tirkiyeyê ev her du navên qirase, di pêvajoya îro de têne darizandin. Hûn
vê yekê çawa þîrove dikin?
Mixabin
sed mixabin…! Ez çi bibêjim demokrasî hêmaneke pir zor û dijwar e.
Tirkiye dibêje demokrasî, em jî dibêjin demokrasî. Lê gelek caran tê dîtin
ku ew kesên ku bêjeya demokrasî û mafê mirovan ji zimanê xwe nayînin xwarê,
tehemmûlî dîtin û ramanên cuda nakin. Êdî îro hêdî hêdî be jî, gelên
Tirkiyeyê Nazim Hîkmet dihebîne. Demên ku Nazim li Tirkiyeyê qedexe bû, baþ
tê bîra min. Lê îro nîqaþ û civîn li ser wî têne çêkirin. Ev jî pêþketineke
ne wisa? Dibe ku ne samîmî bin lê, êdî îro li Tirkiyeyê
Suleyman
Demîrel û çend sal berê jî Alparslan Tûrkeþ rêzik ji helbestên Nazim
dixwînîn. Wekî hûn jî dizanin, sala pêþiya me ji hêla UNESCO’yê ve
wekî “Sala Nazim Hîkmet” hatiye pejirandin.
Baþ
e birêz Edît, heta niha me behsa berhemên ku we ji tirkî wergerandine macarî
kirin. Em dizanin ku we ligel Kemal Ozer berhemên macarî jî wergerandine tirkî.
Bi kurtasî be jî em dixwazin hûn hinek behsa van berheman bikin…
Rast
e ez ligel Kemal Ozer xebitîm. Wekî te jî got, me bi hevre pirtûka Attîla
Jozsef a bi navê “Temîz Yûrekle” û pirtûka Mîklos
Radnotî “Kopûkleyen Gokyûzû” ku pirtûkên
helbestan in, ji macarî wergerand zimanê tirkî. Her wiha min bixwe, pirtûka Prens
Ferenc Rakoczî a bi navê “Turkiye’de bîr Macar konuk
(Li Tirkiyeyê mêvaneke macar)” û pirtûka Kelemen Mîkes a bi
navê “Turkiye Mektuplari (Nameyên Tirkiyeyê)” ji macarî
wergerand tirkî. Li hêla din, sala par bi navê “Turk Halk
Masallarindan bîr Seçkî (Hilbijêrek ji çîrokên gel)” û pîyesa
Tûran Oflazoglu a bi navê “Kanûnî” jî ji hêla
min ve hatin wergerandin.
Îsal
li Budapeþteyê Resepsiyona Newrozê pêk hat û we jî beþdarî li vê çalakiyê
kir
(Dikene)
Belê beþdarî newroza îsal bûm.
Çawa
bû, çawa pêk hat, li gorî we þahî çawa derbas bû? Wekî tê zanîn di vî
warî de aramî û nermiyek xwe dide der.
Belê,
tu mafdar î. Gava ez li Enqereyê bûm, Navenda Çanda Ataturk bixwe jî rabû
ku newroz pîroz bike. Wekî din jî li Macarîstanê, di asta penaberiyê de
kurd hene. Gelek girîng û watedar dibînim ku kurd rabin û ji bo cejn, sahî
û çanda xwe têbikoþin. Gelek jî kêfa min ji vê yekê re tê.
Birêz
Tasnady Edît, ji bo bersivên we zor spas….
Ez
spas dikim, di kar û barê we de serkeftinê dixwazim.
-QÛTÎ-
Menekþe
Sokagi û Yaþar Kemal
Gava
wergera min “Ortadîrek” hate weþandin, ez çûm Tirkiyeyê. Ji helbestvan
Kemal Ozer re min behsa pirtûkê kir. Pir kêfa wî hat û xwest ku ez wergerê
ji Yaþar Kemal re bibim. Telefona wî da min, ez jî rabûm min telefon jê re
vekir. Min jê re telefon kir, behsa pirtûkê jê re kir. Got; “kerem bike
were mala me..” Min jê re got; “Navnîþan?” Got; “Ne pêwîst e, ji trênê
peya bibe qesta Menekþe Sokagiyê bike, li Menekþeyê tu ji kê re bibêjî,
mala Yaþar Kemal we nîþanî te bidin..” Ez rabûm min bi ya wî kir û ez
çûm mala wî. Mala wî serdanpê bi kitêban hatibû rapêçandin. Hevnasiya
min pê re wisa çêbû. Piþtre carcaran me hev dît. Piþtî 20 salan me hev dît,
min jê re got; “Te ez nas kirim?” Got; “Belê!”