Dengbêj Zûlkûfê Qado: “Berê civata dengbêjan ji cývata wezîran ne kêmtir bû!”
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
“Ji min re dibêjin ‘Zûlkûfê Qado’. Ez ji Tekmanê ji Goma Qilê me. Birayê Evdilqadirê Qilî me. Em ji Diyarbekirê, ji gundê Fîsê hatine. Ji eþîra me re jî dibêjin: ‘Eþîra Fîsiyan’. Em niha li Tekmanê dijîn. Ez di sala 1959’an de li Tekmanê li Goma Qilê hatime dinê û ez niha jî li wir dijîm....”
Belê
gava ku me ji Dengbêj Zûlkûfê Qado ango bi navê wî yê fermî ji Zulkuf
Korkmaz xwest ku bi çend gotinan xwe bi me bide nasandin, ev gotin ji devên wî
derketin.
Gava
ku min li Rojnameya Azadiya Welat kar dikir, Zûlkûfê Qado hate serdana me.
Min pê re hevpeyvîneke dûvedirêj kir. Pêdivî zêde bi gotinên dûvedirêj
û tevlihev tuneye. Kerem bikin hûn û hevpeyvîna Dengbêj Zûlkûfê Qado....
******
Mamê Zûlkûf te kengê û bi çi awayî dest bi dengbêjiyê kir?
Dengbêjiya min ji dayîka
min diqewime. Dayîka min Senemê kilamên govendê gelekî xweþ dibêje. Kilamên
din jî dibêje. Ew 76 salî ye. Babê min nedihiþt ew bibêje. Ji ber ku þerm
dizanî. Gava ku babê min ne li mal bûya wê kilam digotin û ez hîn dikirim.
Di heft saliya min de ez hîn kirim. Wekî din êvaran gel diçû odeya kalê
min û li wir kilam û stran dihatin gotin. Ez gelekî biçûk bûm. Mêran li
civatê ji min re digotin ka tu kîjan kilamê hîn bûyî ji me re bibêje!
Gava ku min digot wan digot tu ji kî hîn bûyî? Ji ber ku babê min li wir bû,
ez ditirsiyam bibêjim ku ez ji dayîka xwe hîn bûme. Babê min û kalikê min
jî meraq dikir. Lê gundiyan digot kurekî þareza ye û bi xwe hîn bûye. Lê
di rastiyê de gava ku babê min ne li mal bûya dayîka min ez hîn dikirim...
Cara ewil ku tê bîra te, te di wê civatê de kîjan kilam got?
Cara ewil ku tê bîra
min, min kilama ‘Silo Bego’ got ku dayîka min ez hîn kiribûm. Gava ku min
ew kilam got, wan ez hildam danîm pencereya odeyê. Pir kêfa wan ji min re
hat. Ez danîm wir ku ez ji her kesî bilindtir bibim. Zûlkûfê Mihê hebû ji
Kurubiyê, ji min re cotek goreya qerqaþ anî û wekî diyarî da min. Got tu
gelek xweþ dibêjî bila ev jî diyariya te be.
Kilamên ku tu dibêjî bi giþtî li ser çi ne, behsa çi dikin?
Cih dizane. Ku civata
xort û ciwanan be, ez kilamên evînî dibêjim, ango yên dilan ku jê re dibêjin
ên keçikan. Heger civata mêran be û mêr ji eþîrên din zehf hatibin û dîwan
giran be, ez bi piranî kilamên mêrxasiyê dibêjim. Bi taybetî jî ez kilamên
mala ‘Ûsivê Seydo’ dibêjim. Wekî ya ‘Fesîhê Mihê’, ya ‘Þerîfo’
ku ji hêla Erziromê bûye, wî jî bi dewletê re þer kiriye û wekî din
kilamên cur bi cur ez dibêjim.
Heta niha tu bi kîjan
dengbêjan re rabûyî û rûniþtiyî. Bi awayeke dirêjahî ez dixwazim ku tu
yek bi yek behsa dengbêjan ji me re bikî?
Salihcan, min sê caran
Reso dît. Min du caran bi wî re kilam gotine. Carekê li Kuliyê û cara din
li Hecî Emeriyê. Reso piþtî kilamgotinê rabû û ji civatê re wisa: “Bi
bihîstina ku min bihîstiye dengbêjekî ciwan jî li vir e.” Gazî min kir
û got: “Kerem bike kilamekê bibêje!” Min got: “Tu destûrê didî min
ku ez bibêjim?” Wî got: “Destûr ji her kesî re heye. Ez ne wekî hin
dengbêjên din ên qure me. Ku kilaman dibêjin û naxwazin ku kes kilamên wan
hîn bibe. Lê ez ne wisa me, ez afirîner im û ez dixwazim ku ez li civatekê
bibêjim þagirt kom bibin û bidin pey min, bi milyonan þagirt kilamên min hîn
bibin û ji min xweþtir bibêjin.”
Piþtî hingê min li
Erziromê di Otela Baysal de Þakiro dît. Bedîhê babê wî jî pê re bû. Wî
jî di otelê de kilam gotin û min jî li bal wî kilam gotin. Min hingê çend
kilam gotin. Dîsa min ya Silo Bego got. Ji ber ku min ji wê kilamê hez dikir.
Þakiro gelekî ji min hez kir û got: “Tu gelekî xweþ dibêjî, tuyê bibî
dengbêjekî baþ. Ji ber ku ravekirina te pir baþ e û tu dizanî ku tu çi
dibêjî. Lê rehet be û þerm neke. Li cývata þerm neke. Dibe ku hin kes
xeber bidin û bêjin te þaþ got û tiþtên wisa. Lê tu li wan guhdarî neke
û li ser pîþeya xwe bixebite.” Babê wî jî li wir bû û gelek ji min hez
kir.
Lezgîn hebû ji Qeregivîça
Qereyaziyê. Lezgîn hatibû Kurebiyê dawetê. Wan ji Axwêranê bûk dianî.
Ez jî dengbêj bûm. Lê ew dengbêjekî mezin bû. Ez hêj ciwan bû. Me çû
ji Axwêranê bûk anî. Wê çaxê dawet sê roj û sê þevan dom dikir. Wî
çiqas digot min jî digot. Wê demê kilam pir bûn. Zivistan bû û hewa sar bû.
Em hatin Girdûka Axwêranê. Ez li hespekî siwar bûbûm. Zîn wisa berz û
bilind bû ku ez di nav de xuya nedikirim. Wê çaxê dengê min zîz bû lê
dengê Lezgîn ne bi qasî yê min bilind bû. Ez di nava bûk û beybûkan de
me û ew bi zilaman re bi dû me tên. Me kilam gotin. Wî gazî babê min kir
got: “Ka Zûlkûf li ku ye? Dengê hespê tê, hesp kilaman dibêje!..”
Piþtî wî min bi Mihemedê Beylo re gotiye. Min bi Kazo re gotiye. Min bi Mihemedê Delikî re gotiye. Kesê ku di hêla kilamên mêran de herî zêde bandor li min kiriye Yado ye. Jê re dibêjin: “Yadoyê Xeragî” ew ji Qolî Meqsûda Xinûsê bû. Ew zêde nêzî me bû. Wî kilamên mêraniyê zêde digotin. Kilamên wî yên mêraniyê gelek bandor li min kir. Ew hêj dijî û niha li Stenbolê, li ‘Kiraçkoyê’ dimîne. Herçî Hiseynoyê Mûþî ye, min qet nedîtiye.
Gava ku dayîka min ez hîn dikirim her tim ji min re behsa dengbêjên mezin û navdar dikir. Wê digot: “Kurê min di pêþerojê de dengbêjî dê bi pêþ bikeve lewre hîn bibe. Em ji dengbêjên mezin van stranan hîn dibin û hînî we dikin. Hûn jî hewl bidin hîn bibin.” Wê demê dengbêjekî mezin hebû. Navê wî Sîno bû. Ew ji Meledawûda Xinûsê bû. Reso jî ji Melazgirê hatibû gundê wan û bûbû þagirtê Sîno. Sîno, yek ji dengbêjên herî zor ê kurdan e.
Piþtî Sîno jî Ferzê
dengbêjekî mezin e. Ew jî ji Melazgirê ji gundê Kevirê ye. Di dawetekê de
Zekiyê lawê Mîralî ji eþîra Þêwiþiyan guleyek berdide û Ferzê dikuje.
Ferzê wekî ‘Þahê Dengbêjan’ tê nasîn. Gava ku yekî bigota;’ Ferzê’
yê din digot ‘Þahê dengbêjan?’ Ango wisa dihate nasîn.
Piþtî wî jî Mistoyê
Heyranê hebûye. Misto ji hêla Qereyaziyê bûye û ew kurdekî elewî bûye
û nav û dengê wî zêde ye. Gelek þagirtên wî hebûne. Heta Mihemedê
Delikî jî þagirtê wî bûye.
Sedema ku þagirtên
Reso, Ferzê, Þakiro û kesên wekî wan kêm bûn û li bal wan kes tunebû jî,
hebûna teyîban bû sedem ku ev kar li erdê nemîne. Ji ber ku teyîb zêde
hebûn, her kes diçû ba Reso, Þakiro yan jî Ferzê kasetek jê digirt û li
mala xwe bi çend kesan re kom dibûn û lê guhdarî dikirin. Kesê ku bikarîba
stranan bibêje jê hildidan û digotin û yê ku nikarîba jî dest jê dikiþand.
Ango bi vî awayî þagirtiya wan dikirin. Mihemedê Delikî her wisa, Sidîqo
her wisa...
Mihemedê Delikî ku jê
re Mihemedê Canþah jî tê gotin
ji Qereyaziyê ye. Niha heftê salî ye. Ew jî þagirtê Misto ye.
Piþtî wî jî Nûroyê
Meter ji Qerekoseyê ye. Û bi xwe mele ye. Min di salên 80’î de bi wî re
di qehweyeke kurdan a Karakoseyê de kilam gotin.
Sadiko ku xwarziyê Reso
ye, bi xwe jî dengbêjekî baþ e. Min bi wî re jî kilam gotin. Wî û Yado
her tim bi hev re kilam digotin. Ez jî zêde bi wan re digeriyam û me bi hev
re kilam digotin. Sadiqo jî ku du jinên wî hene, maleke wî li Qiriqayê û
ya din jî li Gopala ye. Rehmetiyê Reso jî li Gopala mir. Zahiro min qet nedîtiye.
Hemiko jî mirovê min e. Ew jî þagirtê Reso ye. Ew her tim bi Reso re
digeriya.
Sidîqê Þêxweliya ku
ew jî ji Melazgirê ye. Ew di dema ku Demîrel Serokê Partiya Edaletê bû çayciyê
wî bûye. Wê çaxê ew ciwan bûye. Lê hingê kurdî qedexe bûye û wî tenê
li welêt dikarî kilaman bibêje. Wî bi piranî kilama Mala Osman Nûrî
Paþa digot.
Kurê Sêwdîn ji Hespreþa
Qereyaziyê bû. Ew þagirtê Mihemedê Delikî bûye. Ku mirov lê guhdarî
bike û rûyê wî nebîne mirov nizane ku ew Ehmedê kurê Sêwdîn e yan jî
Mihemedê mamosteyê wî ye.
Mehmê ku ew jî mirovê
min û zaf tê û diçe, kilamên Reso dibêje. Ew dikare bi
qasî du kasetan tijî bike.
Quto jî ji Siwêlmezê
ye. Ew jî þagirtê Reso ye. Ew jî dikare dengbêjiyê bike.
Ji dengbêjan kesên ku herî zêde bandor li te kirine kî ne?
Yado gelek bandor li min
kiriye.
Di kilamgotinê de carinan dibû ku te zora hin ‘kurên camêran’ dibir?
Ez herî zêde bi Yado
û Sidîqo re rûniþtime û min bi wan re kilam gotine. Herî zêde di dawetan
de ez sê roj û sê þevan bi wan re mame. Lê min zora wan nebiriye. Dibe ku
wan zora min biriye. Yanî me bi þev û roj nedigotin. Me êvaran çend saetan,
bi þev çend saetan û serê sibê dîsan bi çend saetan kilam digotin. Her
yekî nêzîkî bîst, sî û çil kilamî digotin.
Tu niha dest bi gotina kilaman bikî, heya kengê tuyê bikarî bibibêjî?
Ez ji nîvro rûnêm û
bêjim heya êvarê ez dikarim bibêjim.
Tu ji ber xwe, dikarî çend kilaman bibêjî?
Ez bi qasî pênc
kasetan ên heþtkilamî bibêjim. Ku hemû kilamên dengbêjan ên dirêj in.
Yanî ez çil heban baþ dizanim û ew ji devê dengbêjan in.
Kilamên ku te bi xwe çêkirine çend heb in?
Kilamên ku min bi xwe
çêkirine, min þêst heb tomar kirine û hemû siyasî ne. Min her þêst nivîsîne
jî.
Wîkî mînak kîjan stran hene?
Wekî mînak min strana Apê Mûsa çêkiriye ku gotinên wê wisa ne:
Sitûyê min li dû heval û hogirên min xwar kir
Yekî mîna Apê Mûsa
mamosteyê kurdan me winda kir
Dilê yekî mîna
Siloyê Keçel li me þa kir
Her wiha, min li ser
Rojnameger Ferhat Tepe bi navê ‘Ferhadê Ýsheq’ kilam çêkiriye. Min di
sala 1993’yan de dayîka wî Zûbeyde Xanim dît û gelekî bandor li min kir
û min stranek li ser wî jî çêkir. Çend gotinên stranê wisa ye:
Zibeyyde dibêje:
Qelema destê Ferhadê min zêrîn e
Gulî û gotinên gelê
bin dest dinvîsîneBejna Ferhadê min wekî gul û sosinên
Çiyayê Sîpanê ku
kovî pê digire serê gulan diçirpîneBila neyarên Ferhadê Îsaq xêrê bike
Wayê qet nebîne
Mirov çawa teyrê
ser hêlînan digire baskên wî diþkîne
Ferhad digot:
Di sala 1993’yan de ez
li civatekê rûniþtibûm ku jinên kurd jî li wir hebûn. Hevalekî ji min re
got: “Ew dayîka ku laçika spî li serê wê ye dayîka Ferhad e.” Min got
baþtir e ezê herim pê re biaxivim. Wisa bi kul û xem bû. Ez çûm ba wê.
Li halê min pirsî. Min jê re got: “Ku tu hez bikî ez dixwazim li ser bûyera
Ferhad stranekê çêbikim?” Wê jî qebûl kir û min qewimîna bûyerê jê
pirsî û ez hîn bûm. Paþê min li ser wî stran nivîsî û çêkir.
Tu dikarî hinekî
behsa civatên berê bikî? Em bêjin bîst sal berê gava ku dengbêjek biçûya
civatekê çawa bû?
Gava ku bîst û bîst
û pênc sal berê dengbêjek biçûya
gundekî, wekî niha çawa ku wezîrek bê serhedê û gel lê kom bibe û
daxwaziyên xwe jê re bibêje, çiqas ku gel li wan kom bibe ji wan zêdetir li
dengbêjan kom dibû. Gel ji dengbêjan hêviya hin tiþtan hebû. Ji ber ku
dengbêj di nava gel de gelekî bêalî tevdigerin. Em bibêjin ku di navbera du
eþîran de þerek qewimîbûya, dengbêjên wekî Þakiro, Reso, Yado û kîjan
bûya diçû malên wan. Ji dengbêjan re dihate gotin:“Ez bi qurbana we, niha
ew bûyer qewimiye, tu bi awayekî ku pêk hatiye, çawa qewimiye bûyî ku tu
aliyê yekî bigirî bûyerê bike kilam.” Dengbêjan jî ew bûyer dikirin
kilam û digotin û bêalî tevdigeriyan. Ji ber vê yekê taybetiyên dengbêjan
gava ku biçin dawetan, qdrê wan digirtin. Babê bûkê ku di daweta wî de
dengbêj tunebûna zehf hêrs dibû. Çiqas siwar hatibûna wê dawetê dikarî
li wî ceza bibire. Ji bo ku li dawetê dengbêj tunebûye. Cezayê wî diguherî.
Hin caran kêm û hin caran zêde dibû. Wan dikarî ceza li hespekî ligel zîn
girêda yan jî þeþagirekî (cureyeke tivingê). Dibû ku hemû kom bûbûna
bi qelem an tiþtekî din jî ew bihatana cezakirin. Ango hatina dengbêjan bo
dawetê gelekî girîng bû
Gava
ku dengbêjek bihata malekî maliyan çi dikir? Ku em bêjin maleke feqîr bûya
wan çi dikir?
Ku dengbêjek biçûba
mala feqîrekî, çiqas feqîr bûna jî diçû mala cîranekî ji bo mêvanê
xwe tiþtek peyda dikir. An jî wê malbata cîran digot ha mêvanê min ha mêvanê
te. Ew êvarê kilaman dibêjin em giþt têne dora wî. Ku pezê te nebe ezê
serjê bikim an ezê qazekê yan mirîþkekê serjê bikim. Tu xizmeta wî bike
wisa bizane ew mêvanê me hemûyan e. Em giþt têne ba wî.
Di çanda kurdî de rola dengbêjan çi ye?
Dengbêj arþîveke zindî
ye ku nayê þewitandin. Heta niha çiqas dîroka kurdan hatibe nivîsîn, ji
aliyê neyaran ve ew hatine þewitandin û talankirin. Lê dengbêjan bi qasî
ku karîne ew di serê xwe de xwedî kirine û parastine.
Mamoste berê her axayek xwedî dengbêj bû ne wisa?
Belê rast e, axa û beg
her çawa xwedî xulam bûn; xwedî dengbêj bûn jî. Bi piranî dengbêjan axa
qebûl nedikirin û ew red dikirin. Lê yên ku girêdayî axayan bûn jî hebûne.
Her axayekî nêzîkî sî-çil çekdar, xizmetkar û nobedar hebûn ku di nava
wan de yek jî dengbêj bû. Ew girêdahî axayan bûn.
Ew dengbêj ji bo axayan bi kêrî çi dihatin?
Ew dengbêj kêfxweþî
û morala axa û alîkarê wî bû. Gava ku di navbera axayê wî û yekî din
de þer çêbûba, dengbêj neçar bû ku pesnê axayê xwe bide her çend ku têk
çûbe jî.
Tu dikarî navê çend dengbêjê axayan bibêjî?
Bi qasî ku ez dengbêj
im jî, min bi xwe nedîtine. Lê li gorî bihîstina ku me ji mezinên xwe bihîstiye
Sîno dengbêjê Qulîxan Begê bûye. Qulîxan Begê, bi mirovên xwe re xeber
diþand û digot: “Herin zeviyên Sîno bikêlin û kar û marên wî hemûyan
bikin û giyayê wî bidirûn û hilînin. Ew îsal li ba min e û dê ji min re
kilaman bibêje nayê.”
Reso û Þakiro çawa bûn?
Reso û Þakiro
digeriyan. Ew neketin bin bandora axayan.
Taybetiyên
dengbêjan çi Ne? Gava ku çend dengbêj bi hev re bikevin civatekê çawa
tevdigerin. Gelo ji hev aciz in an ji hev destûrê dixwazin û kilaman dibêjin.
Em bibêjin di dema xwe de tu li civatekê li ba Reso rûniþtiyî, tuyê çawa
tevbigerî û tuyê bikarî kilaman bibêjî?
Gava ku wisa be, ezê
bibêjim: “Mamoste Reso izn û destûra te heye ez kilamekê bibêjim?” Yado
jî hema wisa. Ji ber ku ew hem mezin û hem jî hostan e. Lewre divê mirov
destûrê bixwaze. Lê gava ku çend dengbêjên di temenê hev de li civatekê
rûniþtibin, wê çaxê li gorî dilê civatê ye ji kî bixwazin dê ew bibêje.
Gava
ku dengbêjek kilamekê dibêje û hin kes di nava xwe de xeber didin gelo li
zora dengbêj diçe?
Erê zehf li zora wî diçe....
Gava ku dengbêj kilamê dibêje û yek qise dike, dengbêj çi dike?
Dengbêj dibêje: “Ka
ji kerema xwe li derve binêre ewr e yan sahî ye?!” An jî dibêje: “Li
derve gazî te dikin, jinik dibêjin bila bê girikan çêbike.” Bi vî awayî
ew jî pê dihese û þerm dike ku biaxive....
Mamoste Zûlkûf, ji bo dengbêjan tiþtê herî eyb çi ye?
Ew e ku gava didin ber
hev û yek yekî têk dibe. Ew didin ber hev û kilaman dibêjin kî zora yê
din bir û kilamên wî xelas kirin yan westand ew zor e û yê din têk diçe
û ji bo wî tiþtê herî þerm e.
Dengbêjê rast divê
çi bibêje?
Dengbêjê baþ dibêje
ku ez dengbêjekî baþ im. Lê ji min zortir jî hene derdikevin û dibe ku
derkevin û gelekî ji min xweþtir bibêjin. Di dengbêjiyê de qûretî û
pozbilindî xerab e...
Li
aliyê me dengbêjiya herêma Serhedê gelekî deng vedaye. Gelo ku tu dengbêjiya
herêmên Serhed, Botan, Xerzan û Urmiyeyê bidî ber hev tu dikarî çi bibêjî.
Çima dengbêjiya Serhedê wisa bi
pêþ ketiye?
Dengbêjiya Serhedê bê
saz û sazbend tê gotin. Lewre hemû gelê cîhanê ku dizanin bi bihîstina
kilamên dengbêjan re þaþ û matmayî
dimînin. Difikirin ku ew çawa bê saz û muzîk, ew qas straneke dirêj li pey
hev dibêjin û çi dibêjin û çawa çêkirine...
Lê dengbêjên li herêma Xerzan bi piranî bi saz û muzîkê re dibêjin
ku ew yek jî dengbêjiyê dikuje û coþa wê kêm dike.
Di mejiyê her
dengbêjekî kurd de Radyoya Erîvanê ciheke xweser ji xwe re terxan kiriye.
Girîngiya Radyoya Erîvanê çi bû li gorî te? Çima her kesî lê guhdarî
dikir?
Ew ji bo gel hêvî û þewq bû. Gava ku mirov lê guhdarî dikir mirov hêvîdar dibû û ew kilamên xweþ ên dengbêjan bi taybetî Karapêtê Xaço coþ dida gel. Radyoyê bandoreke mezin li gel dikir û ew hîn bûbûn ku rojekê lê guhdarî nekirabana nedibû. Radyoyê kurdên her çar parçeyan digihîþtandin hev û heta kurdên li cîhanê jî bi hev re dikirin yek. Berê teyîba babê min hebû û bi pîlan kar dikir.Babê min dibir nava baxçe û bi darê vedikir û hemû gundî diçûn ba babê min û lê guhdarî dikirin.
Eyþe Þanê, li gorî
apê min ji gundê Fîsê keça Hecî Husên e. Kaseteke wê jî li ba babê min
bû û her tim datanî ser û gundiyan lê guhdarî dikir wekî din jî hemû
gundî kom dibûn û dihatin li Dengê Erîvanê guhdarî dikirin. Lê zêde
Kerapêtê Xaço û Þeroyê Biro derdiketin û gel kêfxweþ dikirin.
Em dixwazin hûn
hinekî behsa mamoste Reso ango hosteyê Þakiro bikin. Reso kî ye. Çawa bû
û bi çi awayî kilam digotin? Li ku derê jiyaye. Çawa û li ku rehmet kiriye
û þert û mercên jiyana wî çawa bûye?
Reso min di serî de jî
got min tenê ew sê caran dît. Navê wî yê rastî Resûl e. Biraziyê wî
Kerem demekê li ba min bû. Reso xelkê Elegezê yê Rewanê ye.Ew bi mihacirî
hatine. Ji wan re dibêjin ‘Mihacirê Avareþ’. Elegez jî li Erîwanê ye.
Gava ku ew hatine ew zêde li hêla Qereyaziyê û Xinûsê mane. Li Qereyaziyê
li Gopala li Qirinqaliyê mane. Û ji zarokatiya xwe de ji li Xinûsê li gundê
Mele Dawûdê bab Sînoyê dengbêj hebûye û Reso li wî gundî golikvan bûye.
Ew her êvarê hatiye li ba Sîno dersa xwe dîtiye. Dersa dengbêjiyê hîn bûye.
Sîno jê re kilamekê dibêje roja din êvarê dibe ba xwe ka kilamê hîn bûye
yan na! Dinêre ku Reso kilam hîn bûye. Ji Sîno re dibêje: “Apo tu dikarî
zêde kilaman ji min re bibêjî, ez zû hîn dibim.” Bi vî awayî li ba Sîno
kilaman hîn dibe. Sîno dengbêjekî mezin bûye. Wî Reso hîn kiriye. Ev
gotin jî li ser gotina dayîk, bab mamê min ez dibêjim. Reso li kîjan civatê
de gotiye, her tim kilama Evdalê Zeynikê jî gotiye. Yan a korbûna wî yan jî
ya Sêx Silê. Wî her cure kilam zanîne. Lê ji van kilaman hez kiriye. Li gorî
mezinên me, Reso ji ber ku dengbêjekî mezin bûye, lewre xwestiye kilamên
dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê jî bibêje.
Reso çima welat diterikîne û diçe aliyê Denizliyê?
Ji bo aboriyê. Ew feqîr bûye û sê jînên wî hebûne. Ew diçe Mûþê û li gundekî hin erd dikire. Zarokên wî li wir dimînin. Ew pîr bûbû û êdî nedikarî li nava gel bigere. Lê gel arîkariya wî dikir. Ew bar dike û diçe Denizliyê. Ew diçe li parkê rûdine. Lê dinêre ku li wir kew û teyr û tûr hene. Dinêre ku gel tê û diçe lê kes bala xwe nade wî û guhê xwe jî nadin wî. Dilê wî diþewite. Dibêje; “Ez Reso bim, ez ew qas mezin bim, gava ku ez li cývatên kurdan rûdinêm, ji keç û bûkan bigere û heya kal û pîran her kes têne dora min, lê li vir tu kes silavê jî nade min, destê xwe dike guhê xwe û kilama Evdal û Þêx Silê dibêje.
Gel dibêje ku gelo ew dîn
bûye û çi bûye. Ji ber ku wê demê kurdî qedexe bû û tu kesî bi kurdî
qise nedikir, gel gazî polîs dike, polîs dibêje qey þer çêbûye çi bûye.
Bi milên Reso digirin û dibin emniyetê. Jê dipirsin: “Tu dîn î çi
ye?” Reso dibêje: “Heyran ez ne dîn im û ne jî
dîwane. Ez dengbêjekî kurd im, navê min Reso ye. Min mala xwe aniye vê
derê, lê tu kes li min napirse. Ez aciz bûm û min stranek got. Ew ne
qîjandin e ew kilam e ku ez bi kurdî dibêjim. Wî didin du polîsan ku
wî bibin mala wî. Reso dibêje: “Ezê bi þertekî herim mala xwe.” Dibêjin:
“Þertê te çi ye?” Dibêje: “Sê jinên min hene. Ezê herim malê ji
jinên xwe bipirsim. Ku bi ya min bikin, ezê her sê jinê xwe bibim herim
Qereyaziyê gundê Gopala. Gava jinên min bi ya min nekin, ezê her sê jinên
xwe berdim û ezê bêm, hûnê bileta min bibirin û ezê herim.” Polîs dibêjin:
“Baþ e. Me qebûl e.” Polîs wî dibin malê. Ew ji jinên xwe dipirse. Jinên
wî dibêjin: “Tu bi ku de herî em bi te re ne.” Ew dibêje polîsan hûn
herin. Ew mala xwe bar dike û diçe Gopala. Çend salan li Gopala dimîne û li
Gopala dimire û wî dibin gundê Norþînê dispêrin axê.
Wî kîjan kilam gelekî xweþ digot?
Wî jixwe hemû kilam
xweþ digotin. Lê ya ku av dida sekinandin kilama Mem û Zînê bû. Gava ku
Reso kilam Mem û Zînê digot, derew nebe av radiwestiya.
Dengê wî ji qirikê bû. Çingînî jê dihat.
Gava ku tu dengbêjan bikî sê rêz tuyê çi bibêji?
Ez dibêjim yekem Evdalê
Zeynikê, duyem Reso û sêyem jî Þakiro. Ez çima nabêjim Sîno. Ji ber ku Sîno
zêde negeriya û deng neda. Digel ku mezin û hêja bû lê nayê nasîn. Sîno
ji wan mezintir bûye. Ew jî wekî Evdalê Zeynikê bûye lê deng nedaye.
Lê Þêx Silê jî dengbêjekî mezin e û ji ber ku ew ne ji herêma me
ye ez behsa wî nakim. Ew kurdê Îranê bûye.
Mamê Zûlkûf, beriya em spasiyên xwe pêþkêþî te bikin. Ji kerema xwe re ji me re bûyara Þêx Silê û Evdalê Zeynikê bibêje, çawa û bi çi rengî pêk hatiye?
Þêx Silê dengbêjê Simko ango Simaîl Axayê Þikak bûye û Evdalê Zeynikê jî dengbêjê Surmelî Memed Paþa bûye. Þêx Silê diþîne ba Evdal û jê dixwaze ku li ser dîwana axayên xwe bi hev re kilaman bibêjin û bidin ber hev. Evdal qebûl dike û diçe civata wan. Ew diçe Îranê û li Dîlemanê li dîwana Hecî Mehmûd sê roj û sê þevan kilaman dibêjin.
Evdal wiha dibêje:
Di encamê de kilamên Þêx Silê kuta dibin û lawa ji Evdalê Zeynikê dike û Evdal jî kor dibe. Çavên wî derbeyê dibîne û kor dibe.