QULINGÊ
DEÞTA XERZAN:
DENGBÊJ
SALIHÊ QUBÎNÊ
Salihê Qûbînê;
yek ji dengbêjên me yê bi nav û deng e ku bi taybetî li Herêma
Xerzan, bi giþtî jî li seranserê welêt tê naskirin. Qûbînî
di sala 1949’an de li Gundê Eyndarê (Agaçlîpînar)
ya bi ser Misirca (Kurtalan) Sêrtê ve ye, hatiye
dinyayê. Ji ber feqîrî û belengaziyê, hêj di zarokatiya xwe
de malbata wî li gelek gundan geriyaye. Berê mala wî li gundê
‘Girikê Boto’ ya bi ser Farqîna (Silîvan) Diyarbekirê ve
ye bû, niha ew li Batmanê bi cih û war e.
Qûbînî ji bilî karê dengbêjiyê, ji bo dabara malbata xwe bike, di çêkirina avahî û mizgeftên gundan de karê sewaxê û lêkirina dîwaran dike.

Di gotûbêjeke
ku me pê re kiribû de, bersiva pirsa me ya bi rengê: “We
çawa, çi çax û bi çi awayî dest bi karê dengbêjiyê
kiriye? Ev çend sal in ku hûn stranan dibêjin? Di malbata we de
ji xeynî we kesên ku distrên hene gelo?” wisa
bersivandibû:“Hêj di 12-13 saliya xwe de, li poxan û bênderên
gund min kilam û stran digotin. Min dênh û bala xwe dida darekî,
xaniyekî, mirovekî an jî heywanekî, min digot û li hev dianî.
Di malbata me de birayê min ê mezin ku ‘Qasimê Dengbêj’ jê
re digotin, berê stran digotin û îro kêm be jî dibêje. Babê
min ‘Sofî Hemê’ jî dengbêjekî baþ bû. Lê dema ez dibim
9-10 salî, êdî ji ber bêtaqetiyê, dest ji kilam û stranan
dikiþîne. Ev 40 sal e ku ez dibêjim. Hinek kilam û awaz min ji
birayê xwe Qasim û hinek ji wan jî min ji bavê xwe Hemê
girtine. Gelek kilamên ku min bi xwe çêkirine jî hene....”
![]() |
|
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org