Dengbêj Emînê Hemdûnî: “Pêwîst e dengbêj afirîner be”


SALIHÊ KEVIRBIRÎ
, salihkevirbiri@hotmail.com
 

Bergen, bajarokeke girêdahiyê bajarê Celleyê ye. Celle yek ji navendên ku kurdên êzîdî lê dijîn bixwe ye. Li gorî gotinan, zêdetirî 5 hezar kurd îro li Celleyê jiyana xwe berdewam dikin ku piraniya wan kurdên êzîdî ne. Li Bergenê bixwe nêzî 700 kurd jiyana xwe didomînin ku piraniya wan ji Gundê Hemdûna ya Misircê (Kurtalan) ya Sêrtê ne. Ango em dikarin bibêjin ku îro bi tenê li gundê Bergenê 100 malên ji Hemdûna hene.

Dengbêj Emînê Hemdûnî ango Emîn Yavþan li vî bajarî jiyana xwe berdewam dike. Em li mala mirovekî wî yê bi navê Nûrî Yavþan demeke xweþ bi hev re derbas kir. Ligel kilamgotinê Mamê Emîn pirsên me jî bersivandin....

******

Dengbêj Emîn kî ye?

Navê min Emîn Yewþan e. Ez kurê Hemdo me û ji Hemdûna me. Ji me re dibêjin mala Miradê Mîrzo. Di sala 1948’an de ez li Hemdûna Qurtelanê hatime dinê. Di sala 1968’an de em ji Hemdûna derketine û çûne metropolan. Wekî Îzmîr, Îskenderûnê û Edeneyê. Heya sala 1980’yî ez li Îskenderûnê mam. Di sala 1985’an de ez çûm Stenbolê. Di meha 9’an a sala 1985’an de ez hatine Almanyayê.

Te heta niha bi awayekî profeyoner dengbêjî kiriye?

Na. Tiþtên ku ez hîn bûme min ji bavê xwe bihîstine. Lê gava ku em hatin vir. Min car caran stran digotin. Ciwanên me jî bihîstin û ji Þemdîn re gotin. Lewre Þemdîn terka min nekir û ez vexwendim televîzyonê û min çend stran li wir jî gotin.

Di destpêkê de Þemdîn ji min xwest ku ez kilama Derwêþê Evdî bibêjim. Min jê re got: “Bernameya te têra kilama Derwêþ nake.” Wî got: “Bike du beþ.” Wî di destpêkê de ji Þehrîban, Koma Zerdeþtê Kal û ji Beþîrê Mûþî xwest ku bibêjin, lê wan got: “Em nikarin wekî Emîn bibêjin.” Lewre ji min xwestin ku ez bibêjim. Piþtî ku min got pir hate ecibandin.

Gava ku tu li Xerzan bûyî, dengbêjê ku kêfa te jê re dihat û te kilam bi wan re gotine kîjan bûn?

Ez Salihê Qubînî nas dikim.Min Teyîbo jî nas dikir. Kêfa min ji Teyîbo re dihat. Mirado jî zaf baþ li kemançeyê dida.

Bi dîtina te kesê ku bixwaze bibe dengbêj divê taybetiyên çawa hebin?

Tiþtekî ku tu bikî divê ji dil be. Dengbêj divê aferîner be jî. Her kes dikare çi pîþeya ku bixwaze bi dest bixe lê her kes nikare bibe dengbêj. Divê dengbêji çi dibîne bikare bike stran. Niha em li vir in ezê li ser we tiþtekî biafirînim:

“Telefona hevalê Nûrî li bankê ye
Li hêviya hevalê Salih e
Gotiye ewê here Celleyê ye
Hevalê Nûrî hatiye pê min ez ketime rê ye
Ez çûme malê
Ez û hevalê Salih rûniþtine ser sendeliyan ber masêye
Hevalê Salih ji min dipirse hunera dengbêjiyêye
Ez didim ciwabê ye
Ez û Salih ketine ropertajê ye...”
 

Gava bîst sal berê dengbêjek biçûba gundekî, wekî ku parlementerek çûbe wir wisa bû, tu dikarî hinekî behsa wê  demê bikî?

Wê demê Teyîbo hatibû Hemdûna.  Li ser xaniyê mamê min koçik hebû. Teyîbo li ser wir sekinîbû û kilam digotin. Ji ber ku karê me hebû jî emê biçûna me dê barên xwe bianîna jî, lê me heta sibê li Teyîbo guhdarî kir û em ranezan. Em zor kêfxweþ bûbûn. Her kes li dora wî kom bûbû. Jin, mêr û zarok tu kes ranezabûn.

Wî hingê kilama ‘Were were wer Koçerê’ got, pir xweþ digot û gel heland.

Tu niha dikarî çend stranan bibêjî?

Ez dikarim heta sibê stranan bibêjim.

Gava ku çend dengbêj li civatekê rûniþtibin, ew ji bo ku kilamekê bibêjin çawa tevdigerin, gelo ji hev destûrê dixwazin?

Ku dengbêjên rastî bin divê rêzê nîþanî hev bidin û bibêjin weleh ez nikarim wekî te bibêjim di destpêkê de tu bibêje. An destûra te hebe ez kilamekê bibêjim. Divê rêzê nîþanî hev bidin.

Tu herî zêde ji kîjan dengbêjî hez dikî?

Ez herî zêde ji Kerapêtê Xaço hez dikim. Ew zor hosta ye. Ew meqamên kilaman dizane. Miradko jî baþ li kemançê dide. Ew jî di karê xwe de hosta ye.

Cara ewil te kîjan kilam got?

Min Fatê got.

Gelek dengbêj dibêjin daweta bêdengbêj ne dawet e tu jî wisa difikirî?

Ma maneya dawetan çi ye! Maneya dawetan þahî û xweþî ye. Karê dengbêjan jî helbestxwendin e. Divê jixwe dengbêj hebin.

Ehmedê Îskan:

Way way
Sitiyê digot lê lê Fatîhayê
Korê nemayê çavên te rijiyayê
Sibe ye þerekî li me qewimî li girê Qirênê
Li Þêx Husênê Soralî
Jixwe re dîsa wa li jor e
Ez dêhna xwe didêmê dengê topan li ser serê Ehmedê Îskan babê  Misto
Aqilmendê mala Çeto îro taqîb heye lawo oreor e.....

Serpêhatiya kilama Ehmedê Îskan:

Ehmedê Îskan kirîvê xwînê yê Simaîl bû. Ehmed mirovekî xwe diþîne dibêje:”Ji Simaîl re bibêje,  em li biniya golê ne bila ji me re hin tiþtan bîne were.” Xulamê Ehmed diçe bal Simaîlê Dawûd û jê re dibêje: “Ehmed bi 18 mirovên xwe ve li ber avê ne ewê birçû bin, tu hin xwarin ji wan re amade bike û bibe.”

Gava ku Simaîl hîn dibe ku Ehmed ew di golê de ne. Lê dide diçe Sêrtê û xeberê dide dewletê. Piþtî hingê leþker diçin ser Ehmed û hevalên wî. Leþker lê dinêrin ku hemû di nava avê de ne. Dewlet jî li wan digeriya. Leþker li wan direþîne. Ew hewl didin ku berevaniyê bikin lê nikarin xwe biparêzin ji ber ku hemû bi tazî di nava avê de ne. Leþkerên tirk wan hemûyan tevî Ehmed dikujin.

Gava ku wan dikujin, serê Ehmed jê dikin û dibin Sêrtê. Ehmed ew qas mêrxasekî baþ bûye ku leþkeran bi kuþtî jî nedivêrîn herin erebeya ku laþê wî tê de bûye. Leþkeran gotiye: “Ew nemiriye.” Digel ku serê wî jê kirine jî.

Ehmed ew qas jêhatî bûye ku gava gotine ew serê Ehmed e. Erebên Sêrtê gotine: “Aha aha, ma serê Ehmed bûye serê nîskan?!” Yanî kesê bawer nedikir ku bikarin Ehmed bikujin.

***

Serpêhatiya Izet Begê

Þerekê li me qewimî li Gola Kêrsê li Bireka Mamêrê roja înê
Izet Begê gazî dike li Sidîqê lawê Gulnazê
Dibêje tu Apê Medenî, dûrbînê ji amê xwe re bîne
Heke Xwedê li banê bilind ji amê te re li hev bîne
Wê tovê tirkan îro biqelîne
Wê îro Gola Kêrsê ji bînbaþî û leþkerên tirk re bike gola xwînê
Wê paþê vegere Mûþa þewitî
Wê þeqamekî li devê walî bixe
Walî ji ser text daxîne
Ji xwe re li dewsa walî rûnê
***
Kilama Þerîfo û Koçero:
Weyo bira weylo birawo
De rabe feraro heylo eþkiyawo
Ferarê xeta Fransawo
Û hikûmeta Tirkiyawo
Xwe girtî Hecî Elî mezinê Elikawo
Wele giran e kula qîza Melê Mêlihiya di dil de mawo
 
 
Menîca dibê dilê min dinaliya û ditirsiyayê
Sibekê zû bû min dît Þerîfê Temo babê Osman kekê Menîce rabû piyawo
Bejn û bala xwe girêda bi qatiliyê çapiliyan
 
....
 
 Bergen- Celle, Almanya 2 Nîsan 2002