DENGBÊJIYA
ERÎVANÊ Û ÞEROYÊ BIRO
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Mirov
devê kîjan dengbêjî veke û pirsên dengbêjiyê jê bike, bêguman di serê
gotina xwe de wê bibêje: “Ez herî zêde di bin tesîra kilam û stranên
Erîvanê de mame.... “ Bi rastî ev yek ne tenê ji bo dengbêj û
stranbêjan, her wiha ji bo tevahiya kurdên dilsoz bê gotin ne þaþ e. Gelo
ji bo kurdan, efsûniya Erîvanê, radyoya wê, kilam û stranên wê dihate çi
wateyê? Çima ne kilamên Bexdayê, çima ne kilamên Urmiyeyê lê kilamên Erîvanê?
Rast e, di dilê her kurdî de þîrînahiya kilamên kurdî ku li Radyoyên
Bexda û Urmiyeyê dihatin gotin hebû. Lê ne wekî kilamên Erîvanê. Tu dibêjî
dengbêj, stranbêj, soz, awaz, lawje, heyranok, þeþbendî û yên din hemû
li hev civiyane û berê xwe dane Erîvana Ermenistanê û li wir ketine dîlan
û govenda awazên evîniyê, belengaziyê, xweþhaliyê, reþahiyê, ronahiyê,
baþiyê xerabiyê. Lê herî zêde jî axîn û kesera fermaliyê û koçeriyê.
Ji
bo Xwedê ka ji min re bibêjin ew çi deng û sewtên dilþewat û diljen bûn?
Ma qey kesên li axa Erîvanê çavên xwe ji þînûþahiyê re vedikin, hemî
stranbêj in? Kê bûn ew? Ew ên ku Filîtê Quto bi Mamê Emê Etmankî re
didan þerkirin? Kê bûn ew ên ku berê Edûlê didan riya Sûrî ku li þopa
kurapê xwe Gênc Xelîl digeriya? Kê bûn goyendeyên Lawikê Metînî, Biþarê
Çeto, Mîrzikê Zaza, Emê Gozê, Koçero, Siyabend û Xecê, Mem û Zîn,
Xozan Daxê, Derwêþê Evdî, Salih û Nûrê,
Heso û Nazê, Bavê Fexriya û bi hezaran stran û kilamên din?
Belê
ew Þeroyê Biro bûn, Efoyê Esed bûn, Karapetê Xaço bûn, Aramê Dîkran bûn,
Xana Zazê bûn, Aslika Qadir bûn, Egîdê Cimo bûn, Asa Evdile bûn. Piþtre
di radyoyê de Eyþe Þan, Meyremxan, Þakiro, Xalê Birê, Mihemed Arifê
Cizrawî, Hesen Cizrawî û Îsa Berwarî gihîþtin hewara wan. Ew di anonsên
spîkerên wekî Keremê Seyad, Aznîva Reþîd û niha jî bi anonsên Tîtalê
Kerem ketin malên kurdên Batmanê, Misircê, Mêrdînê, Diyarbekirê û Mûþê,
ji wan re bûn mêvan.
Gelo
Erîvan ji Þam û Helebê jî dûrtir bû. Gava fermalû bûn, çend mehan di
riyan de meþiyan. An jî trêna ku ew birin, di sed û çend rawestgehan de bihûrî?
Kesên ji axa bab û bapîran dûr dikevin
û malik li wan mîrat dibe, hema radibin û kilaman dibêjin?
Di
16 saliya xwe de, li dibistanê ji ber kaseteke kurdî ku bi tenê tê de kilamên
evînî hebûn, hefteyek ji dibistanê hatim dûrxistin. Çend sal piþtre ez hîn
bûm ku stranbêja di kasetê de yek ji kurdên Erîvanê bû û kilamên ku
digotin jî Erîvanî bûn. Lê ez ne poþman im, ji nûve bême dinyayê ezê dîsa
di çantezenda xwe ya qetiyayî de, kasetên wan ciwanmêr û xweþbanûyên ji
me dûr lê nêzîk bigerînim.
Yek
ji stranbêjên me yên xweþawaz Þeroyê Biro ku ligel stranbêj û
dengbêjên bi nav û deng mîna Seîdê Þamedîn, Karapetê Xaço, Reþîdê
Baso, Memê Kurdo, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Þibliyê Çaçan,
Xana Zazê, Asa Evdile, Aramê Dîkran û Silêmanê Mecîd stran û kilaman
digotin, bi deng û awaza xwe ya çêjdar, navê xwe di nav lîteratûra dengbêjî
û klasîkiya kurdî de bi tîpên zêrîn nivîsiye. Gava ew bi meya Egîdê
Cimo rêzikên wekî;
dibêje,
mirov xwe li çiya û baniyên Serhed, Xerzan, Botan û Elegezê dibîne. Her
wisa jî gava ew ligel Asa Evdile kilama;
dibêje,
mirov dixwaze xwe ji derd û kulên evînê bikuje...
Kilamên
“Xozan Daxê” û “Hekîmo”
di devê vî malnemîratê hanê de, dibin romanên herî stûr a xewn, xeyal û
karesatên gelê bindest. Bi rastî ez bixwe gava li van kilaman guhdarî dikim,
pûrtên serê min radibin, hiþ û aqil li serê min namîne.
Berî
ku em bejna xwe li ber giyana Þeroyê Biro û kesên wekî wî bitewînin,
kerem bikin em dêhn û bala xwe bidine beþek ji kilama “Meyremê” ku di
Radyoya Erîvanê de bi Mecîdê Fariz re gotiye:
Heta
nivîsareke din her di nava stran û kilamên dengbêjiyê de bimînin....!