S. S. DILPOLO LI KU YE?!
 
 
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
 
 
 
 
 
Ezê bibêjim; ‘S. S. Dilpolo li ku ye?
Hûnê bibêjin; ‘Heyran S. S. Dilpolo kî ye?’..
Mafê we ye!
Di naveroka vê nivîsarê de S. S. Dilpolo sembolek e...
Digel ku hebûye jî, -em nizanin niha heye an na- di þexsiyeta tevahiya navên di vê nivîsarê de, nîþaneya banga jinûvenivîsandinê ye S. S. Dilpolo!..
De bifermin merema xwe ji we re rave bikim...
 
***
 
S. S. Dilpolo, piþtî salên 90-î di çapemeniya bi zimanê kurdî de dinivîsand. Ne þaþ bim kedkar û nûçegihanekî Rojnameya ‘Welat’ bû. Dibe ku ji navê wî be, nivîsarên wî ji bo min balkêþ bûn. Rojek ji rojan min ji hevpîþe û hevalê xwe yê rêzdar Samî Tan pirsî; ‘S. S Dilpolo, yanî çi?’. Mexseda min ji vê pirsê, wateya dirêjahiya ‘S. S’ bixwe bû. Samî bersiva min wiha dabû: ‘Navê wî Siyabendo Sebastiyano Dilpolo ye!’.
 
Ev çend sal in ku difikirim nivîsarekê binivîsim ku tenê li ser wî ye. Ya rast min meraq dikir, ev ciwanmêrê hanê li ku ye? Çend roj berê, dema min arþîva xwe hinek tasnîf dikir, çavên min çûn ser cilda Rojnameya ‘Welatê Me’. Min yekser dev ji karê li ser arþîvê berda, cilda rojnameyê danî ber xwe û hêdî hêdî min rûpelên wê wergerand ser hev. Cilda navborî, ji 46 hejmarên rojnameyê pêk tê. Jixwe rojname jî piþtî hejmara 46-an weþana xwe rawestandibû. Hejmara yekem 20-ê Sermaweza 1994-an derketibû û hejmara dawî ango hejmara 46-an jî, 1-ê Kewçêra 1995-an ronahiyê dîtibû.
 
Werin li vê sosret û ecêba giran binêrin; ketibûm pey rêça S. S. Dilpolo lê rastî bi dehan navên din hatibûm ku êdî yan nema dinivîsin an ji devereke wisa re dinivîsin ku ez/em nizanin. Min kesereke kûr kiþand, dema min nivîsarên wan ciwanmêr û canejinan xwendin. Her wiha piþtî xwendina nivîsarên wan, min careke din kesereke kûr kiþand ji ber ku ew êdî nema dinivîsin. Nivîsandina wan deynin aliyekî, em nema dizanin ew îro hene an tunene. Gelo çendên ji wan ‘xatirê xwe ji vê jiyanê xwestine?’. Ev navên xwediyên wan peyvên pîroz li ku ne? Hûn li ku ne? Deng bidin û xebera S. S. Dilpolo ji me re bînin. Tika ye careke din binivîsin...
 
Di nav lêgerîna rûpelên rojnameyên 12-13 sal berê de, rastî çend navan hatim. Tevî sernivîsên nivîsarên wan pêþkêþî dêhn û bala we dikim:
 
Suut Kiliç:
‘Ferman: Bigire, bikuje; Sebeb: Bila bitirsin!’
Welate me, sal 1 hejmar 1, 20-24 Sermawez 1994
 
Aynur Bozkurt:
‘Yek bê kuþtin wê çar rabin; çar bên kuþtin wê deh rabin’
Welate me, sal 1 hejmar 15, 26 Reþemî 1995
 
Ýsmetê Ûsiv:
‘Wezareta Çandê dijminatiya çanda kurdî dike’
Welate me, sal 1 hejmar 20 Sermawez 1994
 
Metîn Aksoy:
‘Destana Gilgamêþ wergera yekemîn e’
Welatê Me, sal 1, hejmar 39, 19 Gelawêj 1995
 
Esnas Maya,
‘Ev çiroka me hemuyan e’
Welate me, sal 1 hejmar 2, 27 sermawez 1994
 
Jehat Gimgim
‘Birîn êdi ne reþ e!’
Welate me, sal 1 hejmar 2, 27 sermawez 1994
 
Cemal Pîranij
‘Yilmaz Guney kam o?’
Welate me, sal 1 hejmar 1, 20-24 sermawez 1994
 
Rahmi Batur
‘Ez þîv im tu jî firavîn!’
Welate me, sal 1 hejmar 2, 27 sermawez 1994
 
Cewdet Qûþman
‘Çetetî û Wanspor’
Welate me, sal 1 hejmar 2, 27 sermawez 1994
 
Þayanê gotinê ye ku Aynur Bozkurt, heta rojname hatiye girtin jî Xwedîtiya Îmtiyazê ya Rojnameyê kiriye. Metin Aksoy Berpirsiyariya Nivîsaran, Suut Kiliç, Berpirsiyariya nûçeyan, Îsmetê Ûsiv jî ligel nivîsandinê, karê îdarî jî meþandiye di rojnameyê de.
 
***
 
Suut Kiliç, Aynur Bozkurt, Îsmetê Ûsiv, Metîn Aksoy, Esnas Maya, Jehat Gimgim, Cemal Pîranij, Rahmi Batur, Cewdet Qûþman, ji kurdiyên xwe yên pak em bêpar hiþtine...
 
Bi heft xwezî û hêviya ku dengek bidin û bibêjin; ‘Em hene, dinivîsin!’. Lewre mafê wan tuneye ku me ji kurdiya xwe ya þêrîn bêpar bihêlin. Min bala xwe da nivîsarên wan ên 12 sal berê, jê haydar bûm ku ji gelek kesên wekî me baþtir nivîsandine. Ne kêmî gelek kesan nivîsandine.
 
Helbet, wekî gelek diyardeyên me, nivîsandina me jî, nivîskarên me jî, rojnamegerên me jî dê ne wekî kesên din bin. Lewre em qedir nadin hev, emê çawa qedir bidin nivîsar û berhemên hev? Dema em ji nivîsar-berhemên xwe nanê xwe nexwin, dema di serdema 21-an de jî em nikarin zimanê xwe bikin ‘zimanê bazarê’, em mecbûr in ku li kuçe û kolanên Mêrsîn-Diyarbekir û Stenbolê simîtan bifiroþin, li restaurantên Berlin-Paris-Stockholmê zorê bidin çêkirina pîzza û donerê. Rastiyek bibêjim ku hûn bixwe jî dizanin; li seranserê cîhanê, herî zêde nivîskar û rojnamegerên kurd li aþxane û restaurantan kar dikin. Ev cihê daxê ye!..
 
Heger ne wiha bûya, îro em li pey þopa kesên wekî S. S. Dilpolo nediketin û ev mijar nedibû sedema nivîsareke bi vî rengî...
 
Vêca mesele ne tenê ew çend navên ku me li jorê da bixwe ne. Fermo ji we re gelek navên din ku di bes di 46 hejmarên ‘Welatê Me’ de çendîn nivîs nivîsandine lê îro –ez bixwe- bendewarê nivîsandina wan im:
 
M. Xarpêtî, Sirwan Reþîd, Sirwan Nanereq (bi sorani dinivisand), Ýskanê Henê, Rojhat Azadi, Pismam, Mamoste Bedran Bênav, Ahmet Baraçkiliç, Dara Azadî (Ji Washingtonê dinivîsand), Maruf Yilmaz, Nofa Zimanperwer, Dr. Gundî Dilberz, Dr. Huseyin Nantu, Mahmut Gergerli, Dilgerm Nemird, Azad Þêrîn, Dildar Þeko, Saman Palanî (bi sorani dinivisand), Fener Rojbiyanî, Siraç Aksoy, Fereç Çobanoglu, Abbas Alkan, A. Yezdan, Dilêr, H. Anavar, Fewaz Evdî, Bêrîvana Dêrsimî, Edla Denîz, Hemedok Dilovan, Kanî Xulam, Zekî Bazîdî, Seyfettin Ozcan, Remezanê Hûrî, Salih Gunbat...
 
Ev nav jî dotira roja ku min ev nav nivîsandin, bi yarmetiya hêja Hasan Kaya hatin bîra min: Raif Yaman, Îbrahim Xort, Þevîn Civaknas, H. Kovan Baqî, Zahir Kayan, Cemîl Denlî. Wî digot; Sabah Kara jî heye’. Min got; kêm caran be jî dinivîse. Ji xwe çend navên din jî hene ku gelek kêm em rastî navên wan tên. Ew jî ev in: Memo Darrêz, Robîn Rewþen, Þoreþ Reþî, Selîm Ferat, Huseyîn Kartal, Abdullah Uzun (Dirêj), Xalid Ezîzoglu, Mîrhem Yîðît, N. Zaxuranî, S. Unus, Remezan Alan, Serkan Brûsk. Em hinek biponijin, emê rastî gelek navên din jî werin helbet.
 
Her wekî ‘filan’ nivîskar li her derî, -lê li her derî binivîse-, qelîteya zimanê kurdî dadixe; –bo nimûne li Ugandayê kovarek derkeve, nivîsa xwe ya ku ji her derî re þandiye, hewl dide biþîne wir jî- nenivîsandina piraniya van navên hêja jî, þikestekek li wêje û zimanê kurdî naxe gelo? Helbet dixe û me lukseke bi vî rengî tuneye.
 
Bi heft xwezî û hêviya ku nivîskarên me yên binavkirî, dengek bidin û bibêjin; ‘Em hene, dinivîsin!’.
 
Heqet, Siyabendo Sebastiyano Dilpolo ango S. S. Dilpolo li ku ye?
S. S. Dilpolo, li ku yî deng bide li ser navê tevahiya van navan!..
 
rojnameger@hotmail.com
 
Di malpera www.netkurd.com de hatiye weþandin. (S.K)

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org