Helbestvan-Lêkolîner
û Werziþkar Îsmaîl Lor:
“Dîroka
Loristanê dîrokeke qedîm e”
SALIHÊ KEVIRBIRÎ,
salihkevirbiri@hotmail.com
Îsmaîl
Lor, yek ji balkêþtirîn rewþenbîrê kurd e. Ew ligel ku helbestvan û lêkolîner
e; her wiha werziþkar ango sportmenekî zor þareza û hoste ye. Bi salên dûvedirêj
berpirsiyariya Werziþa Boksê li Îran û Îraqê kiriye. Her wiha ew yekem kes
e ku li Îlama rojhilata welêt werziþgeha boksê a bi navê ‘Dalaho’ ava
kiriye.
Îsmaîl
Lor, di sala 1953’yan de li Bexdayê hatiye dinyayê. Ji ber ku kurdên lor alîkariya
Barzanî dikirin di sala 1971’î de ji Iraqê hatine derxistin. Ew jî ji neçarî
têne Îranê. Lor, di sala 1985’an ve li Swêdê jiyana xwe berdewam dike.
Li
Stockholma Swêdê, Ýsmaîl Lor li ser rewþa kurdên lor, herêma Loristan,
kurdên Xoresanê, polîtîka Îraqê der barê kurdan de, rola kurdên lor di
siyaseta kurdan de û li ser boksê pirsên me bersivandin....
******
Birêz Lorî tu dikarî hinekî li ser dîroka loran agahiyan bidî me. Lorî kî ne, ji ku hatine û niha li ku derê dijîn?
Mirov dikare ji Loristanê
re bibêje ‘Kurdistana Kevn’. Ku mirov bala xwe bide dîrokê heft hazar sal
berî zayînê li herêma Îlamê ‘Loristana Biçûk’ împaratoriyek hatiye
damezrandin ku navê wê împaratoriya Îlamê bûye. Li hemberî vî împaratoriyê
jî împaratoriyên Ekeb û Sûmer jî hatin damezirandin ku xaka Iraq, Filistîn
û Sûriyeya niha axa wan împaratoriyan bûye. Di mûzeyên Fransayê de niha jî
berhemên împaratoriya Îlamê hene. Di dîrokê de tê gotin ku gelê Îlamê
û Îmaratoriya Îlamê bi zimanê ‘enzanî’ qise kirine. Gelê Îlamê
dibêjin ku kurdê esil û kevn em in. Jixwe gava ku mirov bala xwe dide
dîrokê navê padiþahê Îmaratoriya Îlamê jî bi kurdî bûye. Navê wî di
diyalektên lorî de wekî ‘Meniþ Wesû’ derbas dibe. Wateya wê ‘Rûnenê
bo sibê’ ye. Di Elemûtê de jî tê gotin ku di dema Hemurabî de jî bi
zimanê ‘ezanî’ hatiye axaftin.
Di dîrokê de tê
diyarkirin ku Ekab û Sumer dibin yek û êrîþê dibin ser împaratoriya Îlamê
û Kurdistanê dagir dikin. Piþtî du sed, sê sed salan dîsan kurd wan bider
dikin û împaratoriya Îlamê dadimezirînin. Kurd heya Bexdayê jî digirin.
Jixwe navê ‘Bexdayê’ jî bi kurdî ye. Rastiya wê ‘Baxdad’ e. Ango
‘Baxê Dad’ê ye.
Niha kîjan bajar
dikevin nava Loristanê?
Ku mirov li gorî
diyalektên lorî li sînoran binêre Hemedan, Kirmanþan, Xaneqîn û ji
rojhilat heya sînorên Erebistanê û ji baþûr heya heftê kîlometreya
Bexdayê Loristan e. Lê niha dagirkeran sînorên cihê diyar kirine.
Þêniyê lorî çend
kes in?
Ku em bi giþtî hesab
bikin li gel yên koçber, þêniyê wê çardeh milyon e. Niha Îlam bi xwe du
milyon, Xuremawa çar milyon û Kirmanþan pênc milyon e.
Gelo dîroka loriyan
ji ya asûriyan kevntir e?
Mirov dikare bibêje erê.
Ji ber ku kurdan berî wan împaratorî ava kirine. Paþê wan jî ava kiriye û
êrîþî ser kurdan kirine. Dibe ku wekî hev bin jî. Niha hemû çavkaniyên
dîrokî vê yekî qebûl dikin ku îmaratoriya Îlamê hatiye damezirandin. Lê
niha desthilatdar û dagirker dibêjin ku kurd ne paþmaya Îlamiyan in. Çima
ew qebûl dikin ku paþmaya Ekebî û Sumeriyan heye lê qebûl nakin ku paþmaya
Îlamiyan heye. Bes ew gel bi ku de çû!? Ew gel heman ev gel e ku niha li
Kurdistanê dijîn. Lê dagirker vê
yekê qebûl nakin. Îlam heman Îlam e. Gel jî heman gel e. Zimanê kurdî jî
paþmaya zimanê enzanî ye...
Gelê me yê li wir
di warê siyasetê de çawan in?
Gava ku mirov bala xwe
dide dîrokê jî derdikeve holê ku loran gelek caran serî hildaye û þoreþ
pêk anîne. Kerîm Xanê Zend bi xwe kurdê lor bûye. Wî þoreþek pêk aniye
û bûye desthilatdar jî. Împaratoriya Zendî ya kurdan bûye. Yekemîn þoreþa
jinan li Loristanê dest pê kiriye. Qeyam Xêr ku bi xwe jineke kurd bûye
serokatiya þoreþa jinan kiriye û li dijî rejîma þahiþahiya Îranê têkoþîn
kiriye. Li derveyî welat jî bi taybetî li Baþûr û heta li Iraqê jî
bandora loran li ser siyasetê gelek mezin e. Li Iraqê serok û damezirînerê
Partiya Kominîst a Iraqê bi xwe
kurdê lor bû. Heta du sal berê jî komîteya navendî di destê kurdên lor
de bû. Sekreterî Giþtî ya PKI’ê û hemû birêveberên wê kurd bûn. Di
nava PDK-I’ê de jî rola kurdên lor pir e. Damezirînerekî wê ‘Hebîb
Mihemed Emîn’ lor bû. Serokê Ciwanên Kurdistanê, Yedilah lor bû. Serokê
Jinên Kurdistanê, Zekiya Esmer Heqî kureda lor bû. Serokê Xwînwaranên
Kurdistanê Adil Mirad kurdê lor bûn. Di hêla aborî de ji sedî heftê kurdên
lor arîkariya partiyê dikir.
Niha rewþa wan çawa
ye?
Niha bi taybetî hestên
neteweyî gelekî xurt bûne. Berê bi tenê digotin em kurd in û karek
nedikirin. Lê di dema kompoloya Navneteweyî de gava ku Abdullah Ocalan hate
revandin, li Loristan, Kirmanþan û li Tehranê xwepêþandan hatin
lidarxistin. Bi taybetî ji hefthezar kurdên ku li Tehranê xwepêþandan pêk
anîn ji sedî 80’yê wan kurdên lor bûn. Niha nêzîkî milyonek kurdên
lor li Tehranê dijîn. Bi taybetî yên ku ji Bexdayê hatin biderkirin niha li
Tehranê dijîn. Niha piraniya kurdên lor beþdarî refên gerîla bûne. Ew piþtgîriya
þoreþa li Bakur dikin. Ji sedî nodê kurdên lor piþtgîriya þoreþo Bakur
dikin.
Niha piraniya þêniyê
lor li ku dera welêt dijîn?
Piraniya wan li Îlam,
Xuremawa, Kirmanþan, Xaneqîn û derdora wan dijîn. Li Bexdayê jî du milyon
kurdên lor hebûn piþtî ku milyonek bi der kirin niha milyonek heye. Piraniya
kurdên lor ji ber ku ji wan re hate gotin ku hûn ecem in derxistin û di sala
1970’î de ji sedî heftêyê kurdan derxistin û di sala 1980’î de jî 670
hezar kurd ji Iraqê derxistin. Dewletê dest danî ser her tiþtên wan.
Li Iraqê ji kurdê lor re ‘Kurdên Fîlî’ tê gotin û dewlementirîn
kesên Iraqê kurd bûn. Piþtî ku
ew derxistin hemû malên wan hanit desteserkirin. Wê çaxê panzeh hezar kurdên
ciwan hatin girtin û ew bê ser û þûn bûn. Kes nizane ku çi bi serê wan
de hat. Dibe ku di girtîgehan de bin jî. Ew bû bîst sal ku bê ser û þûn
in. Du kurên xalê min, xalê min bi xwe, birayekî min û jinbirayeke min jî
bi wan re hatin girtin. Heta çar sal berê jî dikarîn herin wan ziyaret bikin
lê niha me hay bi wan nîn e. Dewletê ew bi armanca ku malbatên wan li derevî
welat li dijî Iraqê xebata siyasî nekin ew wekî hêsîr û dîl girtin ji bo
ku li hemberî malbatên wan bi kar bîne.
Sedam ku çar milyon
kurdên lor koçber bûne û piraniya wan hatiye Ewropayê çi ye?
Sedem bi giþtî siyasî
û þerê li herêmê ye. Ji ber ku Loristan sînor e. Gava ku Îranê bi
Osmaniyan re þer kiriye, xwestiye kurdan bi kar bîne. Ji ber ku wê
xwestiye ji jêhatîbûn û bikêriya kurdan sûdeyê bigire. Lewer
Kurdistan hema çol û wêran bûye ji ber sedema þer. Di wê ser demê de jî
piraniya kurdan ji ber canê xwe
riya penaberiyê çareserî dîtine û ji welêt derketine.
Çima kurdên lor zêde
nayên nasîn?
Ji ber ku kurdên lor tu
car cudahî nexistine nava kurdan û þoreþên ku pêk anîne jî bi navê
loran nekirine. Mesela Kerîm Xanê Zend bi xwe lor bû û bi navê Zendî Împaratoriyek
ava kiribû. Negot Îparatoriya lorî. Lê ew bi xwe kurd bû û li ser navê
kurdan împaratorî ava kiribû. Di demên nêzîk de jî Þoreþa Jinan tenê
bi navê þoreþa jinên lor bû. Qeyam Xêrê ku seroka þoreþê bû doza
federalbûna Loristanê dikir. Li Baþûr jî hemû xebatên loran bi navê
barzaniyan dihatin zanîn û tomarkirin. Di dema Qazî Mihemed de jî hinek qelsî
hebû di warê neteweyî de. Ji ber ku hinekî herêmî mabû. Wan zêde bala
xwe nedabû kurdên lor û Loristanê. Lewre ew hinekî ketin bin bandora
desthiladarên welêt û lor hinekî heliyan. Lê niha pêþketinên siyasî
hene.
Demek berê tu li ser
navê KNK’ê çûyî Xurasanê. Tu dikarî hinekî behsa kurdên li Xurasanê
bikî?
Zaravayê kurdên li wir kurmanciya jorîn e. Ew gelekî neteweyi ne û ji neteweya xwe hez dikin. Ew çanda xwe baþ diparêz in. Wan zilmeke zêde ditiye. Lê mixabin ciwanên wan hinekî zimanê xwe ji bîr kiriye. Haya wan ji þoreþa Bakur heye û tenê ji serokatiya partiyê hez dikin ew qas. Lê siyaseta wan ew qas pêþ neketiye. Ew wî wekî yekemîn kesên dilsozê kurd dizanin û wî wekî rizgarkir dibînin.
Tu li Iraq û Îranê jî yek ji
berpirsên Boksê bûyî hinekî behsa wê bike.
Ez bi xwe demekê di
werziþgeha herî mezin a Iraqê de ez serdeste bûm. Yekemîn maaþê mezin min
digirt. Min di sala 1970’yê de me Klûba Kurdistanê ava kir. Lewre min paþê
maaþ negirt. Min got ezê ji bo kurdan xizmetê bikim û min arîkariya kulûba
Kurdistanê kir û em xebitîn. Di sala 1970’yê de wekî serdesteyê taxima
neteweyî ya Iraqê ez vexwendiyê Yemnê bûm. Bi boneya Salvegera Rizgariya
Yemenê. Lê di heman salê de ez ji Iraqê derxistim. Li Îranê ez bûm Hakem
û entereman. Ji min pirsîn tu ji ku derê hez dikî? Min Îlam hilbijar. Yekemîn
Kulûba Boksê min li Îlamê çêkir. Navê wê jî Werziþgeha Dalaho bû.
Dalaho navê çiyayekî Kurdistanê ye.
Ev çend sal in ku hûn
nivîskariyê û bi taybetî helbestvaniyê dikin?
Ev bû bîst sal ku ez helbestan divîsim û nivîskariyê dikim. Hem li Iraq, Îran û niha li Ewropayê jî ez dinivîsim. Hin caran hunermend helbestên min distirên. Hesen Lor yek jî ji wan hunermendan e ku helbestên min xwendine. Ez bi piranî bi lorî helbestan dinivîsim.