|
DÎTINHEZARÊ “ji bo keçika Omerî” SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Ji
nasîna te ve, welatê
sar ê bakur bi
tîna “Evîneke Xwedayî” “Evîneke Pîroz” germ
e! Ji
hebûna te ve, ronahiya
roja ku piþtî nîvro þermokî
û þermezar dibû, niha
geþ e, peroþ
e, ey
sakiya ber dilê min, ji
destê te þerabeke meyxweþ e… Dibêjin;
“Mêrikê xerîb kor e!” bi
salan xerîb mame, bêyî
ku hay ji koriya xwe hebim. piþtî
“tevzînok”ên te, li
xwe mikûr hatim, pê
hesiyam, te
evîna hemû serdeman, di
kurtemaweya awirên
efsûnî de daye min. Dîtinhezara
min! meþwerdeka
min, çavreþa
min, dilê
dilê min, kilê
çavên dayîka min. Beriya
dîtina çavên melûl, bi
gotinên evînî dikeniyam. Lê
niha li kûçe û kolanan li
bêje û xetên mîna; “Filankesê,
ji filankeso hez dike!” digerim… Adar
2006 Berlîn
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org