KURTENÊRÎNEK LI SER WEÞAN Û EDEBA BAKUR
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com
Ji bo ku mirov li bakurê welêt û Stenbolê behsa dawî ya edebiyat û weþangeriya
dawî bike, pêwîst e ku di destpêkê de behsa pêvajoya destpêka sedsalê
heta 1932’ya bike. Ji ber ku ji beriya sala 1900’î heta salên
1928-1932’yan ku di van dewran de kovarên wekî ‘Hawar’ û ‘Ronahî’
li xerîbistanê derçûne, her wiha jî li vê derê bi dehan kovar, rojname û
berhemên edebî ronkahiyê dîtine.
Piþtî vê bûyerê
bi 60 salan bêdengiyeke kûr û dirêj derdikeve pêþberî me. Di vê pêvajoyê
de berhemên ku bi kurdî derçûne wekî tiliyên destan kêm in.
Her çiqas ne li gorî
dilan be jî, mirov dikare bibêje ku di 10 salên dawî de, di warê edeb û weþangeriya
kurdî de þoreþek pêk hatiye. Bo nimûne di sala 1992’yan de ‘Rojnameya
Welat’ hate weþandin. Ligel çend kurtenavberan pêþî ‘Welatê Me’ piþtre
jî ‘Azadiya Welat’ karekî giranbûha hildan ser milên xwe. Bi gotineke
din rojnameyên heftane yên navborî ev 500 hefte ango 500 hejmar in ku bi
zimanê kurdî derdikevin pêþberî zimanhezan.
Di vî warî de em
dikarin navê bi dehan berhemên din bidin.
Em biecibînin, neecibînin
Stenbol ji mêj ve bûye navenda wêje û weþangeriya kurdî. Ev rewþ niha jî
wisa ye. Di 10 salên dawî de gelek weþanxane hatin avakirin. Eger em navên
çendan bidin ev in: Avesta, Pêrî, Sî, Weþanên Welat, Weþanên Rewþen,
Aram, Scala, Çima, Belge, Melsa, Berfîn û hwd. Ji van weþanxaneyan gelek ji
wan îro karên xwe nakin. Gelek ji wan jî di kar û barên xwe de qels û
lawaz man.
Lê þayanî gotin û
pesindanê ye ku mirov behsa weþanxaneyên Avesta, Pêrî û Sî’yê bike. Di
maweya 6 salên dawî de 300 nêzî 300 pirtûk ji hêla van weþanxaneyan ve
hatine derxistin ku ji sedî 40’ê van pirtûkan bi zimanê kurdî ne. Ango ji
10 pirtûkên çapkirî 4’ê wan bi zimanê kurdî ne. Hejmareke baþ ji van
pirtûkan jî em dikarin bibêjin ku pirtûkên helbestan in.
Di vê merhaleyê de
bi saya serê weþanên edebî û bi piþtgiriya weþanxaneyên navborî nifþeke
nû ya edebê jî derkete holê. Helbestvan û nivîskarên wekî Îrfan Amîda,
Kawa Nemir, Cîhan Roj, Dîlawer Zeraq, Yaqûb Tilermenî, Rodî Zerya, Cemîl
Denlî, Serkeft Botan, Yeqîn Þemrexî, Roþan Lezgîn, Zahir Kayan û
gelek navên din xwe di nav kelepora wêjeyê de dîtin. Her wiha ligel ku ji
van navan kevintir û gewretir bin jî, yekem car berhemên Berken Bereh û
Arjen Arî di vê pêvajoyê de derketin.
Çawa ku ji vê nivîsarê
jî eþkere dibe, ji bo helbest û kurteçîroka bakur a deh salên dawîn mirov
dikare bibêje ku gavên balkêþ û hêja hatine avêtin û têne avêtin.
Berhemên hem bi naverok û hem jî bi dirûv û dengê xwe yê cuda hatine çapkirin
û çap dibin. Bawerî ew e ku ev gencîne ji bo nifþên nû dibe bingeheke baþ
û sûdewar.
Tiþtekî balkêþ jî
ev e ku êdî gelek kes û weþangerên ji derveyî welat jî, ji ber qelîte û
erzaniyê berhemên xwe li Stenbolê didine çapkirin.
Gelo di vî warî de kêmasî tunene, bêguman hene. Gewretirîn kêmasî; tunebûna
xwendevanan e. Xwendevanên heyî jî bi piranî nivîskar û helbestvan in. Nebûna
nêziktêdayînên rexneyî, nebûna gengêþiyên edebî û mantelîteya civakê
pirsgirêkên mezin in.