‘MÎRÊ BILÛRÊ’ EGÎDÊ CIMO

Spasdariyek bo xortê 73 salî..!

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

 

‘Mîrê Bilûrê’ Egîdê Cimo di sala 1932’yan de li Gundê Erdeþîrê ku bi ser Nehiya Armavîrê ve ye hatiye dinyayê. Xortê 72 salî (!) di sala 1955’an de dema ku li Radyoya Dewletê ya Ermenistanê de para kurdî vedibe, mirovê yekem e di warê sazbendiyê de. Li gorî xwesteka Rehmetiyê Casimê Celîl ku berpirsiyarê beþa kurdî ye, gund bi gund dikeve pey þopa sazbend û dengbêjan da ku berê wan bide ser riya radyoyê. Paþê jî salên dûvedirêj; bi mey, fîq û bilûra xwe li pey dengbêjên eyan çi jin, çi jin disekine û navê xwe li ser dergeha sazbendiya kurdî bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Li gorî gotina wî, 37 sal li ser hev li Radyoya Erîvanê bi bilûr, fîq û meya xwe sazbendiya kurdî pêk aniye. Di sala 1967’an de baþtirîn Koleja Sazbendiyê ya bi navê ‘Romanos Melîkyan’ ku li Erîvanê ye kuta dike û dibe sazbendekî profesyonel.

 

Yekem car di sala 2000’î de min saloxa wî ji Stranbêjê Kurd Dilovanê Reþîdê Baso wergirt. Dilovan ji bo xebata stranbêjiyê hatibû Stenbolê û li Rojnameya Azadiya Welat qesidî bû ku wê demê min li wê derê kar dikir. Min li rojnameyê gotûbêjeke dûvedirêj pê re kiribû û ev gotûbêj paþê bi rasernavê; ‘Ez dixwazim rengan bidim lêlê û loloyên me!’ hatibû weþandin.  

Helbet nasîna min a yekem ji bo vî xweþmêrî kevintir bû! Hê di 12-13 saliya xwe de min navê Egîdê Cimo di dîwana mezinên xwe de seh kiribû. Ji bo wî bêjeya ‘Mîrê Bilûrê’ dihate bilêvkirin. Carinan jî bi bilêvkirina Keremê Seyad ku li ser pêlên Radyoya Erîvanê digot; ‘Distre Susika Simo, lê dixe Egîdê Cimo!’ navê wî ciwamêrî diket dil û mejiyê mezinên li cývata ‘giregir’ên li ‘dîwan’a gund.

Zanîna min a li ser ‘Mamê Egîd’ her ew bû. Lê va ye min Dilovan zevt kiribû û keys ketibû destan ku min pirsiyara Egîdê Cimo jê bikira. Min kir jî. Lê xwezî min nekira!

Dilovan ev gotin li ser rewþa ku ‘Mîrê Bilûrê’ tê de bû ji min re kirin: ‘...Li cîhanê mezintirîn kes e di warê mey û bilûrê de. Bi þeref îro Egîdê Cimo li mala xwe, bi tena serê xwe ye û birçî ye. Çendek berê ez çûm mala wî, ji ber ku heqê ceryana (elektrîk) xwe nedabû, ceryana wî hatibû birîn. Bi halê xwe yê nexweþ, di tarîtiyê de di nava livînan de dinaliya..!’

Heyf! Hezar caran heyf! Rast e, mezintirîn kes e li cîhanê di warê mîr û fîqê de Egîdê Cimo. Lê birçî ye, dinale! Ji ber ku kurd e wisa ye. Naxwe heger kesekî ermenî, rûs, ewropî an jî amerîkî bûya, niha peykerên wî çêkiribûn. Niha navê wî li konserwatûwar û dibistanan dabûn. Bi dîtina min Egîdê Cimo ne kêmî Ciwan Gasparyan e ku li tevahiya dinyayê xwedî qedr û qîmeteke mezin e.

Di ‘Qeydê Nêriyan’ de fîq û meya di destê wî de dihele. Di ‘Lawikê Metînî’ya Karapetê Xaço de bi amûran re dikeve zikrê Egîdê Cimo. Afirîner û nivîsendeyê ‘Lûr de lûr’, ‘Merþa Kurdî’, ‘Fantasiya Kurdî’ û ‘Dawet’ e ku wekî ‘þaheser’ên sazbendiya cimaeta kurdî têne bilêvkirin. Egîdê Cimo, xwediyê gotina ‘Mirov hene bi rûhê xwe, mirov hene bi lingên xwe dikevin nava hunerê!’  

   

Grîþayê Memê ku yek ji berpirsiyarên Rojnameya 74 salî ‘Riya Teze’ ye li Erîvanê, di hejmara Berfanbara 2001’an a rojnameyê de li ser Egîdê Cimo wiha dinivîse: ‘Ji Egîd re hêsa nebûye ku bigihêje vê derecê. Hê di zarokatiya wî de bala wî, hewesa wî ber bi sazbendiyê pêþ de hatibû. Li gundê xwe yê bi navê Erdeþêrê de, Egîdê biçûk bi qamîþ fîqek çêkir û lêxist. Berêvarê wexta ro berebere diçû ava, Egîdê biçûk fîqa xwe hildida û radibû ser banê xênî. Rûdiniþt û li fîqê dixist. Dercînaran guh didanê û ecêbmayî diman...’

Þamilê Beko, hosteyek e mezin e ji bo Egîdê Cimo. Hê dema Egîd zarok bûye, Þamilê Beko tevî koma xwe ya sazbendiyê, gund bi gund digere li dorhêla Armavîrê, Oktobiryanê, Erîvanê, Elegezê û deverên din. Roja ku tê gundê Erdeþîrê zarokekî mûzerkî tînin ber destê wî. Ew zarok jê re li fîq û bilûrê dixe. Hosteyê mezin Þamilê Beko ecêbmayî dimîne ji bo hunera wî. Ji bo zarokê biçûk wisa dibêje: ‘Baweriya min bi vî zarokî hat, ewê ji bo cimaeta xwe tiþtên pir baþ bike!’ Ew zarok, Egîdê Cimo bû. Bi rastî jî hê wê demê Egîd hem li meyê, hem li fîqê, hem jî li zirnê dixist. Guhdar û temaþekar bi awayê heyirî-matmayî li dora wî diciviyan.

 
Pêþî çend caran li Erîvanê; li ‘Kolana Teriyan’ û li ‘Taxa Zeytûnê’ bûm mêvanê civat û qisedanên wî. Piþtre li hev hat, ji bo ‘Festîvala Çand û Hunerê ya Diyarbekirê’ bûm qasid ku were Stenbolê. Hate Stenbolê, li gorî gotina wî me berê xwe da ‘welatê kal-bavan’. Dengbêjê eyan Feyzoyê Rizo ku biraziyê Þeroyê Biro û Mecîdê Faris e jî bi me re. Gelek hest û demên xweþ bûn para me li Erîvanê, li Stenbolê, li Diyarbekirê. 

Di van civatan de min jê xwestibû ku behsa hevnasiya xwe û fîqê ya yekem ji me re bike. Bi biþirîneke zirav wiha bersiva min dabû: ‘Rojekê min li Çiyayên Axmexanê du satil mast da piþta xwe, anî Erîvanê firot û ji xwe re fîqek pê kirî!’

Çand, huner û sazbendiya kurdî deyndarê te ne Mamê Egîd. Radyoya Kurdî þikirdarê te ye. Tilî û pêçiyên te yên zêrîn ku hevnasiya mey û bilûrê bi me re çêkirin ter û taze bin...

Mala te Ava Egîdê Cimo, nefesa te her li dinê be..!

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org