|
EKREM CEMÎL PAÞA Û ‘KÜRDÝSTAN CEMÝYETÝ’
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
Malbata
Cemîl Paþayê Diyarbekirî, di dîroka Kurdistanê de yek ji malbatên
zexim û xuyayî tê hesibandin. Yek ji malbatên ku mirov dikare bi tiliyan
destnîþan bike ku di destpêka salên 1900 î de, zarokên xwe li dibistan
û zanîngehên herî baþ ên Stenbolê de ji bo xwendinê þandine. Ne tenê
li Stenbolê, li baþtirîn bajarên li Ewropayê li zanîngehan
perwerdehiya xwe kirine. Di destpêkê de her çiqas mirov endam û zarokên
vê malbatê, di nava leþkeriya osmaniyan de xwedî rol û erkên giran jî
dibîne, her wiha bi awayekî eyan û berbiçav derdikeve holê ku vê
malbata hanê ji bo Têkoþîna Rizgariya Kurdan; ji bo çand, kelepor û
zimanê kurdî jî karên giranbûha kirine. Ekrem
Cemîl Paþa, neviyê Cemîl Paþa ye. Di sala 1891 î de çavên xwe ji
jiyanê re vedike. Mezinê malbatê Cemîl Paþa dema rehma Xwedê dike sal
1902 ye û wê demê Ekrem Cemîl paþa 11 salî ye. Ekrem Cemîl Paþa, kurê
Kasim Cemîl Paþa ye. Kasim Cemîl Paþa, ji 11 kurên Cemîl Paþa kesê
çaremîn e. Ekrem Cemîl Paþa, di bîranînên xwe de li ser vê yekê
wiha dibêje: “Ji 11 birayan heft ji wan zewicî bûn, gelek keç û kurên
wan hebûn. Çar mamê min ên ku bêzewac bûn, hê zarok bûn. dudu ji wan
çar sal ji min mezintir, duduyê mayî jî her yek ji wan salek ji min biçûktir
bûn. Her du mamên min, Kemal û Cewdet þehîdên Kurdistanê bûn. Bi
guleyên tirkan hatibûn þehîdkirin. Çar mamên min, metekî min, sê
dotmamên min, birayê min ê biçûk Þemsedîn (Bû qûrbanê tirkan), çar
kurmamên min û ez; ango em 14 zarok, bi qasî sê salan ji hêla mamosteyên
taybet ve li malê hatin perwerdekirin. Paþê di sala 1901 î de keçik bo
dibistana keçikan, kur jî bo Dibistana Leþkerî ku perwerdehiya xwe tewaw
bikin hatin þandin…” (Muhtasar Hayatim, Ekrem Cemîl Paþa, Weþanên
Enstîtuya Kurdî ya Li Brukselê, Îlon 1989) Ekrem
Cemîl Paþa, bi qasî 7 salan li Dibistana Leþkerî dixwîne û di sala
1908 an de bi pîleyeke mezin bawername werdigire. Di heman salê de, ji bo
ku perwerdehiya lîseyê bikin ji malbatê 8 zarok ji bo Stenbolê têne þandin.
Beriya wan bi du salan du mamên Ekrem Cemîl; Brahim û Omer ji bo
perwerdehiyê hatibûn Stenbolê. Tevahiya van ciwanan di nava 4 salan de
xwendina xwe bi serkeftinî birin serî û li gelek fakûlte û beþên Zanîngeha
Stenbolê bi cih bûn. Di sala 1910 an de Brahîm ji bo Almanyayê tê þandin.
Piþtî çar salan, ji Zanîngeha Munihê (Munçen) wekî Endezyarê Elektrîkê
dîplome werdigire. Piþtî
ku di sala 1912 an de Ekrem Cemîl Paþa ji Lîseya Sultanî ya Stenbolê þehadetname
werdigire, ji bo xwendinê bo Ewropayê tê þandin. Di maweya salên
1912-1913 an de 5 zarokên ji mala Cemîl Paþa li Ewropayê xwendina bilind
dikirin: Brahîm, Cevdet, Qedrî, Ekrem û Þemsedîn. *** Sala
1908 an, di jiyana Ekrem Cemîl Paþa û endamên din ên malbatê ku li
Stenbolê dixwînin saleke girîng û watedar e. Sal ew sal e ku bi “kurdîti”ya
xwe, bi netewetiya xwe dihesin. Fermo em dîsa ji bîranînên Ekrem Cemîl
Paþa dêhn û bala xwe bidin wê salê: “Di destpêka perwerdehiya sala
1908 an de, tevahiya dibistanên li Stenbolê, helbet ‘Numune Terakkî’
jî tê de, di nava tevlihevî û aloziyê de bûn. Ji bilî xwendina
dersan, dirûþmeyên bi rengê ‘bijî hurriyet, edalet, mûsawat!’
dihatin bihîstin. Di hinek dibistanan de polîs mecbûr mabû ku tepeseriya
xwendekaran bike. Bereketa Xwedê ku piþtî çend mehan bêdengiyek çêbû.
Lê mejiyên me, mejiyên zarokên kurd tevlihev bû. Ev dirûþmeyên hanê,
‘bijî hurriyet, edalet, mûsawat!’ em hiþyar kiribûn. Lê têrî me jî
nedikir. Ji þagirtên dibistanê, ji 800 î zêdetir tirk bûn. Ji bilî
wan, kurd, çerkez, arnawûd, laz, boþnak, rûm ermenî û ji gelên din þagirt
hebûn. Þagirtên tirk serdestî û neheqî li yên din dikirin, an jî
dixwestin bikin. Hejmara þagirtên kurd gihabû 15 an. Roj bi roj navbera
kurd û tirkan xerab dibû. Þevek di navbera van her du koman de þerekî
dijwar derket. Bi destkariya rêveberiya dibistanê, þer hate rawestandin.
Midûrê disbistanê hate agahdarkirin. Her çiqas kurdek jî birîndar
nebibû, serê pênc tirkî hatibû þikênandin! Ev e, kurdîtiya min, kurdîtiya
mamê min Omer Beg û kurdîtiya Qedrî di vê tarîxê de, di sala 1908 an
de yanî beriya dema ku min bîranînên xwe nivîsand bi 65 sal berê,
destpê kir…” Bi
rastî jî “kurdçîtî”ya ku bi þer û pevçûnên xwendekar û þagirtên
li dibistanên Stenbolê destpê kir, piþtî çar salên din dikeve
merhaleyeke gelek girîng. Bi handan û zehmetkêþiya Omer, Qedrî û Ekrem
Cemîl Paþa, bi awayeke fermî di sala 1912 an de “Hêvî Kürt Talebe
Cemiyeti” (Cemiyeta Xwendekarên Kurd a Hêvî) tê avakirin. Qedrî Cemîl
Paþa, di bîranînên xwe yên ku di pirtûka bi navê “Doza Kurdistan,
Zinar Silopî, 1969” behsa sazîbûna “Hêvî”yê dike û dinivîse ku
rêveberên saziyê ji van kesan pêk tê: Omer Cemîl Paþazade, Qedrî Cemîl
Paþazade, Fûad Wanlîzadeyê ji Wanê, Cerrahzade Zekiyê Diyarbekirî. Piþtî
avakirina “Hêvî Kürt Talebe Cemiyeti”, di nava demeke kurt de ji þagirtên
Zanîngeha Stenbolê zêdetirî 200 kes xwe wekî endam lê qeyd dikin. Paþê
cemiyet mohra xwe li bin weþangeriyê dixe û bi navê “Rojî Kurd” û
“Hetawî Kurd” rojnameyên heftane çap dike. Divê bê diyarkirin ku
“Rojî Kurd” piþtî ku ji hêla hikûmetê ve tê qedexekirin, ji hêla
Hemza Begê Miksî ve “Hetawî Kurd” dest bi weþanê dike. Di van weþanan
de gelek nivîskar, edîb û helbestvanên kurd bi zimanê kurdî nivîsarên
wêjeyî dinivîsandin. Evdirehman Rehmî Begê Hekarî û Ekrem Cemîl Paþa
ji nav navan tenê dudu bûn. Em
ji bîranînên Ekrem Cemîl Paþa ku bûye bingeha vê nivîsarê hîn
dibin ku serokê yekemîn ê Cemiyeta Hêvî, Cemîl Paþazade Omer Beg e.
Sekreterê cemiyetê jî Qedrî Beg e. Piþtî kurtedemek, zarokên Cemîl
Paþa; Cewdet Beg, Qedrî Beg, Ekrem Beg û Þemsedîn Beg ji xwendinê diçin
Swîsreyê. Omer Beg jî “Dibistana Zîreetê ya li Halkaliyê” dixwîne
û vedigere Diyarbekirê. Ji ber vê yekê jî; ciwanên ji Silêmaniyê,
Memdûh Selîmê Begê Wanî û Hemza Begê Miksî rêveberiya cemiyetê
hildigirin ser xwe. Her wiha bi xebat û keftûlefta wan ciwanmêrên hanê
“Hêvî” derdiket. Li
Ewropayê zarokên Cemîl Paþa li bajarên bi navê Cenevre, Lozan û Munîhê
þaxên “Hêvî”yê ava dikin. Ekrem Paþa dibe serokê þaxa Lozanê. Piþtî
saleke din ango di sala 1914 an de Þerê Cîhanê yê Yekem destpê dike.
Hate xwestin ku tevahiya þagirtên Osmanî vegerin Stenbolê. Xwendekar
vedigerin. Di nava wan de zarokên Cemîl Paþa jî hene. Li
gorî Ekrem Cemîl Paþa, ew sal salên karesatê ne. Bi rastî jî yek bi
yek di germahiya þer de, ji xwe re beþên leþkerî hildibijêrin. Li
Canakkale û Qefqasan þer dikin. Di Eniya Erzeromê de, li dijî rûsan
Brahîm Begê mamê Ekrem Cemîl Paþa birîndar dibe paþê ji ber birînên
xwe dimire. Bi vî awayî di karesata þer de ji vê malbatê cend kesên
din jiyana xwe ji dest didin. Paþê
Osmanî di þer de têk diçin, di gelek eniyan de leþkerên osmanî telef
dibin. Dema ku Mustefa Kemal Paþa Heleb diterikîne û berê xwe dide
Edeneyê. Ekrem Cemîl Paþa ku yekîneya wî ya leþkerî telef bibû bêyî
ku xwe bi kesî bide agahdarkirin bi trênê berê xwe dabû mêrdînê. Dema
ku Peymana Mondrosê tê îmzekirin, Ekrem Cemîl Paþa li Diyarbekirê ye.
Paþê du hevalên wî yên din ji eniya þer vedigerin Diyarbekirê: Cercîszade
û Fikrî Ganîzade Reþad. Bi rojan þêwr û miþawirên giran dikin. Piþtevaniya
Qasim Cemîl Paþa jî werdigirin. Biryar didin ku pêwîst e ji bo
selahiyet û rizgariya kurdan kar û xebatê bikin. Demek
paþê li Diyarbekirê saziyeke gelek girîng tê damezirandin: “Kurdistan
Cemiyeti” (Cemiyeta Kurdistanê). Rêveberên saziyê ji van kesan pêk tê:
Reþad, Fikrî, Omer û Ekrem Cemîl Paþa. Girîngiya vê saziyê ew bû ku
Kurdistan Cemiyetî li Kurdistanê saziya yekem a siyasî bû. Di
maweyeke kurt de, diyar bû ku mala biçûk ku xebatên xwe lê dikirin, têra
wan nake. Lewra ji Mala Çerkezzadeyên Diyarbekirî xaniyeke mezin tê
terxankirin. Di demeke kin de hejmara endaman ji 500 kesî derbas dibe. Bi
hezaran yarmet û alîgirên saziya “Cemiyeta Kurdistanê” çêdibin.
Doktor Cewdet Beg, Doktor Fûad Beg, Parêzer Muhemed Efendî, Þêx Þerîf
ku di sala 1925 an de Xerpêt (Elezîz) feth kiribû û li dijî rûsan
qehremaniyên mezin nîþan dabû. Paþê
li Nisêbîn, Farqîn, Lice û Stewrê (Savur) þaxên saziyê têne
damezirandin. Bi “Cemiyeta Kurdistanê” ya li Stenbolê re danûstandin
û têkilî têne çêkirin. Cemiyet alîkariya darayî dide Remezan Begê
Miksî ku dixwest Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap bike. Her wiha cemiyet
yarmetiya madî dide Muhemed Mukrî ku endamê Cemiyeta Kurdistanê ye û
Kovara “Kurdistan” derdixe. Çapxaneya
(matbaa) cemiyetê çêdibe. Ekrem Cemîl Paþa, ji Patrîkxaneya Keldaniyan
çapxaneyeke bicûk dikire. Çapxane, kaxez û hibira heyî têra wan û du
salan kir. Ekrem Cemîl Paþa di bîranînên xwe de diyar dike ku ev çapxane,
çapxaneya yekem a li Kurdistanê ye. Di wê çapxaneyê de bi navê “Gazî”
(bang) rojnameyeke ku ji 4 rûpelan pêk dihat, dihate derxistin û
belavkirin. Gelek navên muteber, di vê rojnameyê de ramanên xwe didan
xuyakirin. ***
Ekrem
Cemîl Paþa, piþtî avakirina sazîbûna “Xoybûnê” di adara sala
1929 an de, ligel zarokên xwe mecbûr ma ku wekî penaber li Suriyeyê
jiyana xwe berdewam bike. Jixwe beriya ku “binxet” bibe, ji Îlona 1925
an heta Gulana 1928 an li Girtîgeha Kastamonuya Tirkiyeyê hatibû
derdestkirin. Ligel wî 43 kurdên din jî hebûn di hepisxaneya navborî
de. Li wê derê, Ekrem Cemîl Paþa, dersên Qûran, tirkî û frensizî
dide girtiyên kurd. Ew diyar dike ku fêrkirina zimanê kurdî qedexe bûye,
lewre wî nekarîbûye dersa kurdî bide. Ekrem
Cemîl Paþa; yek ji arîstokrat, rewþenbîr û neteweperwerê kurd ku di
sala 1891 î de li Diyarbekirê çavên xwe ji jiyanê re vekir, pistî
jiyaneke têrtije, keftûleft û jan di 82 saliya xwe de ango di sala 1973
yan de li gurbetistanê, li Þamê çû ber rehma Xwedê... Jêrenot:
“Muhtasar Hayatim” a Ekrem Cemîl Paþa wekî min di nivîsarê de
jî diyar kiriye ji hêla Enstîtuya Kurdî ya li Brukselê ve hatiye çapkirin.
Lewre jî bi riya vê nivîsarê destxweþî û malavahiya rêveberiya enstîtuyê
û serokê wê yê hêja Derwêþ M. Ferho dikim. Pirtûk 17 sal berê
(1989) hatiye çapkirin. Dil dixwaze bi çapeke nû, bi sererastkirin
bergeheke tekûztir ji nû ve were çapkirin. Her wiha ev berhem hêja ye ku
li zimanê kurdî were çapkirin. (S.K)
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org