“Ji bo Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê qonaxeke nû pêwîst e...”
 
 
Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê ku di sala 1994 de hatiye avakirin di rojên derbasbûyî de kongreya xwe pêk anî. Di vê kongreyê de komîteyeke ku ji 5 kesan pêk dihat hate hilbijartin.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê Fehmî Balayî:
“Ji bo Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê qonaxeke nû pêwîst e!”

SALIHÊ KEVIRBIRÎ / BERLÎN
 
Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê ku di sala 1994 de hatiye avakirin di rojên derbasbûyî de kongreya xwe pêk anî. Di vê kongreyê de komîteyeke ku ji 5 kesan pêk dihat hate hilbijartin. Shêwekar Fehmî Balayî di kongreya navborî de wekî Serokê Enstîtuyê hate hilbijartin.
Fehmî Balayî di sala 1963 yan de li Herêma Berwarî Balayê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî li Gundê Mayê pêk aniye. Xwendina navîn li Dihokê xwendiye. Li Mûsilê “Peymangeha Hunerên Ciwan Besha Shêwekariyê” qedandiye. Di sala 1991 an de li Dihokê bûye Serokê Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê. Yek ji damezirînerê Enstîtuya Hunerî ya li Dihokê ye. Ji sala 1995 an ve li Berlîna Almanyayê jiyana xwe berdewam dike. Ji sala 1995 an heta niha di nava xebatên Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê hewla rewshenbîriya kurdî dike. Heta niha li gelek bajarên Ewropa û Kurdistanê pêshengehên tabloyan dirûst kiriye. Fehmî Balayî hevserê Helbestvan Hêvî Berwarî ye û ew bi navê Komate (12 salî) û Agirî (11 salî) xwediyê du zarokan in.
Fehmî Balayî li ser rewhsa kevin û nû ya enstîtuyê, xebatên pêsherojê, têkiliyên bi parcheyên Kurdistanê û xebata xwe ya taybet bersiv da pirsên me…
 
******
Fehmî Balayî û rêveberiya nû bi bi enstîtuyeke chawa re rûbirû ne?
Spas ji bo vê derfetê ku dê emê bikaribin hin xalan bixine ser hin peyvan, her wisa jî hin mijaran ronî bikin. Wekî hûn jî dizanin ev demek e dirêj e ango ji sala 1994 an heta niha Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê ligel ku chend qonaxên dijwar borandiye jî, îro gihîshtiya asta xwe ya îro.
Li gorî bîr û bochûna min; di kar û barên enstîtuya me de rûpelekî nû, qonaxeke nû, projeyeke nû pêwîst e. Bi vî awayî hêvîyên ku di vî warî de têne xwestin bi shanazî bêne encamdan. Bêguman dê ev shanazî û serfirazî tenê bi serok û lijneya rêveber pêk neyê. 

Kengî me kesên li derveyî komîteyê, kesên rewshenbîr, nivîskar û akademîsyenên ku niha dûrî enstîtuyê ne li dor xwe dîtin, wê demê emê bikaribin bi ser bikevin.
 
Dema em bala xwe didin 11 salên derbasbûyî yên Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê, em dibînin ku heta salên 2001-2002 yan karên gelek giranbiha hatine kirin. Lê mirov nikare vê yekê ji bo 2-3 salên dawî bibêje. Li hêla din em edî wekî berê edîb, rewshenbîr, akademîsyen û nivîskaran li bin banê enstîtuyê bibîne. Sedema vê yekê chi ye? Ji bo ku mirov vê saziya qedirgiran wekî berê chalak bike, pêdivî bi xebatên chawa heye?
 
Li gorî baweriya min du sedemên vê yekê hene. Sedema yekemîn ew e ku kesên di pêvajoyên ku te behs kir de li enstîtuyê kar dikirin îro êdî nema kar dikin. Helbet piraniya wan kesan ji ber sedemên shexsî ji vê saziyê veqetiyan. Hin kes ji ber kar û barên xwe bajêr terikandin chûn deverên din. Hin kes jî xwe mecbûr hîs kirin ku xebatên xwe di malên xwe de berdewam bikin. Sedema duyemîn jî ew e ku gelek kes di pêvajoyên berê de hatibûn hilbijartin ku mixabin ne di asta rewshenbîriyê de bûn û ne jî layîqê rêveberiya enstîtuyê bûn. Ne lazim e ku nav bêne destnîshankirin lê hin kes hebûn ku di shûna saziyê ava bikin, xerab dikirin. Dibûne asteng, ji ber ku di warê rewshenbîriyê de fêhmkor bûn. Ramanên wan, bochûnên wan gelek bisînor bûn. Lewre nedikarîn charchoveyên hizrî yên ramanên li derveyî enstîtuyê ji bo berjewendiyên enstîtuyê bi kar bînin. Van egeran bi xwe re têkchûyîn û sedemên ne li gorî dilan anîn.
Helbet aliyekî gelek girîng jî heye û divê neyê jibîrkirin. Ev yek bi rewsha gishtî û siyasî ve girêdahî ye. Em bixwazin nexwazin di her saziyeke kurdan de rengekî îdeolojîk xwe tê de dide der. Enstîtu jî ji vê renga îdeolojiyê ne dûr e.
 
Her behsa serkeftina 5-6 sal berê yê enstîtuyê tê kirin. Gelo wê demê derfet û delîveyên chawa hebûn ku karên chak pêk hatin. Bawer im di destê kesî de “shiva bisêhir” tunebû ne wisa?
Helbet di destê kesan de “shiva bisêhir” tunebû. Ligel ku dewletbûn û hikûmeteke kurdan tunebû jî, di warê aborî de derfetên gelek mezin hebûn. Serkaniya vê yekê jî pishtgiriya gelê kurd bixwe bû. Dema rewsh wiha bû, piraniya rewshenbîran xwe di bin sîwana enstîtuyê de didîtin. Dema em bala xwe didin dewra behsa wê tê kirin em rastî saziyeke din nayên ku hewchend zêde rewshenbîran li dora xwe daye civandin.
Her wiha aloziya di navbera rêxistinên kurdan de dibû sedem ku gelek rewshenbîrên ku vê rewsha kambax rexne dikirin di nava vê saziyê de li hev kom bibin. Wekî din ji bo wê demê dikarim bibêjim ku bazara bîr û baweriya hizra neteweyî baleberztir bû. Ji ber vê yekê ye ku ji Amerîkayê bigirin heta Îskandînavyayê; ji Ewropayê bigirin heta Qefqasya û Kurdistanê gelek kes dihatin ku pîroziya peyva kurdî bi pêshve bibin. Hesreta wan kesên hêja bû ku di Enstîtuya Kurdî de bi riya konferans û civatan bikaribin xizmeta dîrok û neteweya kurdan bikin.
 
Dema ku hûn rol û girîngiya enstîtuyên li cîhanê û enstîtuyên kurdan didin ber hev ferq û meyliyên chawa derdikevin holê? Bo nimûne di navbera enstîtuyeke almanî, frensî, swêdî û enstîtuyeke kurdî de cudahiyên chawa hene?
Helbet kemperandin ango muqayesekirineke bi vî rengî dê derxe holê ku ferq û meyliyên mezin û berbichav derkevin holê. Mirov nikare saziyên wan welatan û saziyên kurdan bide berhev. Ji ber ku di serî de kurd ne di asta dewletbûnê de ne. Lewre dê sazîbûna kurdan jî ne rêk û pêk û ne li gorî sazîbûna asta cîhanî be. Bo nimûne enstîtuyên ku cenabê te behsa wan dike li ser bingehên zanistî, lêkolînî û ramyarî têne avakirin. Gelek kesên shareza, lêkolînerên di warê xwe de dengvedayî, profesorên payebilind ku jiyana xwe di warê zanyariyê de terxan kirine van sazî û dezgehan bi rêve dibin. Li hêla din reng e ku butcheya enstîtuyeke cîhanî, ji butcheya bi dehan saziyên kurdan zêdetir be. 
Kesên di warê xwe de xwedî tecrûbe ne, dema berê xwe didin sazî û dezgehên me, hewla xwesteka xebatê eshkere dikin bixwe jî ji bo kurdan shayê pesindanê ye. Bêguman ev yek têrê nake lê rastiya me kurdan ev e ango prêzeya me ev e!
Bi kurtasî dikarim bibêjim ku qonax, rewsh û rastiya kurdan cuda ye. welatên ku behsa wan tê kirin bi sedên salan e ku xwedî dewlet in. chavkanî û materyalên pêwîst ji xwe her ji bo wan amade ne.
 
Birêz Balayî, di kongreya we ya dawî de gelek pêshniyarên berbichav û hêja hatin kirin. Bo nimûne avakirina beshên “dîrok-ziman-wêje û folklorê”, “Konferansa Rojnamegeriya Kurdî”, “Besha Ferhengê” û hwd. Di warê pêkhatina van projeyan de fikr û ramanên we chi ne? Di vî warî de bangekî we ji rewshenbîr û akademîsyenan re heye gelo?
Bi rastî me dil heye di qonaxa nû van projeyan rapêshî dêhn û bala rewshenbîr û akademîsyenên kurd bikin. Ez di wê baweriyê de me ku dê emê bikaribin ji van projeyan gelekan bibin serî. Ji bo vê yekê du tisht bo me pêwîst in; yek jê alîkariya rewshenbîran ên ku bi van mijaran re têkildar in. Ya din jî, me li Berlînê di qada dewletê de gelek projeyên xwe pêshkêshî “Besha Chandî ya Senatoyê” kirine. Em bi hêvî ne ku ji bo van projeyan ewê yarmetî bidine me.
Li gorî hizr û bochûna min piraniya projeyên di kongreyê de hatin pêshkêshkirin, projeyên pîroz in. Cenabê te bi xwe jî chend proje û pêshniyazên hêja kirin. Em spasiya wan kesan dikin ku pêshniyarên xwe bi me re parve kirin. Ez hêvîdar im ku di serdemeke kurt de em bikaribin ji wan proje û pêshniyaran chendekan pêk bînin.
 
Li Rojhilata Navîn û qada cîhanê de kurd ketine merhaleyeke nû. Ango li bashûrê Kurdistanê, kurd ber bi dewletbûnê ve dichin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî têkoshîneke xurt ku bi salan e berdewam e û destkeftiyên chak bidest xistine, heye. Dema mirov Rojhilatê Welêt û Bashûrê Rojavayê Kurdistanê jî li mêzêna Rojhilata Navîn bixe, pêdiviya yekîtiya neteweyî bi awayekî berbichav derdikeve holê. Enstîtuya Kurdî di vî warî de dikare peywireke chawa hilde ser milên xwe?
Wekî em dizanin di tevahiya neteweyan de ronakbîr ango edîb pêshengên pêshdebirina guherîna civakî ne. Rewshenbîrên kurd an jî saziyên kurdan ên rewshenbîrî ji vê rastiyê ne dûr in. Ji ber ku li gelek deverên cîhanê enstîtuyên kurdan hene, pêdivî bi xebata wan a hevbesh heye. Dema rê li ber van têkiliyan were vekirin û ev têkilî gesh bibin, bi bochûna min dê ev helwestên rewshenbîrî û akademîk bibin navgînên hewldanên yekîtiya neteweyî.
Her wiha serdan, têkilîdanîn û dawetkirina saziyên kurdan ji char parcheyên Kurdistanê li gorî baweriya min di vî warî de hewldanên zor hêja ne. Li hêla din shandeyeke ji Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê bo bakur, rojhilat an jî bashûrê welêt di pêkanîna projeyên saziya me de jî dê bibin hewldanên karîger.
Chalakiyên edebî û rewshenbîrî heger bibe helqeyek ji zincîra yekîtiya kurdan pêwîst e di zûtirîn demê de bi beshdariya beshdarên ji char parcheyên welêt, “Konferansa Standartkirina Zimanê Kurdî” bête organîzekirin. Ji bo vê yekê jî pêwîst e hewldan bêne kirin da ku serkirdeyên siyasî biryarê bigirin.
 
Di besheke axaftina xwe de te jî behsa enstîtuyên kurdan kir. Li seranserê cîhanê li bajarên bi navê Washîngton, Stenbol, Bruksel, Parîs, Stockholm û Tehranê jî enstîtuyên kurdî hene. Têkilî û danûstandinên Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê, her chiqas bi van enstîtuyan re hebe jî, ne li gorî xwesteka dilan e. Ji îro û pê ve, ji bo pêshdexistina têkiliyên bi van saziyên kurdan re enstîtuya we chiqas amade ye ku bikeve nava hewldanan? 
Her wekî min berê jî got, rewsha siyasî bandoreke neyînî li ser qonaxa derbasbûyî kir. Ji ber ku nêrînên chewt ên rêxistinên siyasî li hemberî hev, tesîra xwe li sazî û dezgehên chandî, hunerî û rewshenbîrî jî dike. Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê jî yek ji wan saziyan bû. Lê dikarim bibêjim ku di vî warî de dîsa li gorî saziyên din karibû karên xwe bike. Wekî mînak ez bixwe bûm shahidê chendîn konferansan ku enstîtu bixwe organîzeya wan kir. Her wekî “Konferansa Ehmedê Xanî”, “Konferansa Sherefxanê Bedlîsî”, “Konferansa Eskîfê”, “Konferansa Zimanê Kurdî” û “Konferansa Dîrokê”. Ji bo tevahiya wan konferansan tevahiya sazî, dezgeh û enstîtuyên kurdî dihatin vexwendin. Gelek rewshenbîrên ji chermedorê cîhanê û parcheyên din ên Kurdistanê hatibûn dawetkirin. Ji ber hin sedemên teknîkî û destûrî gelek kes nekarîn beshdarî li van chalakiyan bikin. Hin kes ji ber ku pasaport û wîze wernegirtin nekarîn ji Kurdistanê beshdariya van chalakiyan bikin. Lê dîsa jî dikarim bibêjim bi serfirazî ev konferansên ku behsa wan hate kirin, pêk hatin.
Helbet hin sazî û dezgeh hebûn ku ligel hatibûn vexwendin, dîsa jî nexwestin tevli van chalakiyan bibin. Hin ji wan dixwestin bi tena serê xwe chêbikin. Dikarim bi nav bikim, li Berlînê Enstîtuyeke Kurdî heye. Bes li ser milê kesekî karên xwe dimeshîne, ew kes jî Dr. Feryad Fazil e. Bawer bikin vî camêrê hanê heta niha ne ligel me ne jî ligel enstîtuyeke din têkilî daniye.
Mixabin rewshên wisa karesatî di dirêjahiya dîrokê de bûye qedera me kurdan. Herdem hin kes rabûne û li ser saziyan bûne desthilatdar. Dema rewsh wiha be zêde berjewendiyên neteweyetî dernakevin pêsh.
 
Hûn shexsiyet û hunermendekî kurdê Bashûrî ne. Lewre jî hûn Bashûrê Kurdistanê ji nêz ve dinasin û dishopînin. Gelo nêrîna sazî û dezgehên me yên Bashûrê Kurdistanê li ser Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê chawa ye? 
Spasiya te dikim ji bo vê pirsiyarê. Pirseke gelek girîng e. Wekî tu jî dizanî pishtî sala 1991ê li Bashûrê Kurdistanê gelek sazî û dezgehên chandî, rewshenbîrî û hunerî hatin avakirin. Lê mixabin serkeftinek di wê merhaleyê de nehate pê. Ev rewsha kambax heta sala 1998 an berdewam kir. Dema di sala 1998 an de di navbera PDK û YNK ê de ashtî pêk hat, kêmasî jî hêdî hêdî kêm bûn. Ji bo avabûna Kurdistanê projeyên bash hatin destpêkirin. Her wiha pishtî ashtiya ku behsa wê hate kirin, li Herêma Soran û li Herêma Behdînan gelek saziyên rewshenbîrî hatin avakirin.
Li ser têkiliya ku te behs kir, dikarim wiha bibêjim; salek berê ez chûm Kurdistanê. Me semînerek li ser kar û xebatên Enstîtuya Kurdî li dar xist. Biraderên li wê derê gelek kêfxwesh bûn. Dixwestin ku têkiliya di navbera Kurdistan û Ewropayê de xurt bibin. Me bixwe rexne kir ku ligel gelek derfetên heyî heta niha wan chima Konferansên Zimanê Kurdî û Dîrokê li dar nexistine.
Bi dîtina min em îro hatine qonaxeke wisa ku êdî ew jî dixwazin têkilî û danûstandinên me gur û gesh bibin. Em bixwe jî amade ne ku di pêsherojê de bibin hevparên projeyên chak ku ji bo gelê me sûdewar bin. Me dil heye wekî gavên destpêkê an shandeyeke ji enstîtuyê bishînin Kurdistanê an jî chend kesên shareza ji wê derê dawetî Berlînê bikin da ku em bikaribin hin projeyan pêk bînin.
 
Birêz Balayî me chendek berê behs kir. Her chiqas 5-6 Enstîtuyên Kurdî li derveyî welat hatibin avakirin jî, di qada dewletên ku lê ava bûne de û di warê fermiyetê de ew enstîtû xwe nikarin zêde bidin pejirandin ango enstîtuyên me kurdan rol û girîngiya navên xwe nikarin rakin. Gelo tu sedema vê yekê bi chi ve girê didî û kurd dikarin vê rewsha kambax biguherînin? 
Li gorî baweriya min du sedemên vê yekê hene. Yek kurd bixwe ne! Ji ber ku kurd xwe gelek caran dixin nav sînor û charchoveyan. Wisa hesab dikin ku ew têkilî bi wan welatên ku tê de ne bikin, dê destkeftiyên heyî jî ji destan derkevin. Helbet ne wisa ye? Pêwîst e her Enstîtuya Kurdî, li gorî zagonên welatê ku lê hatiye avakirin bimeshe. Em nikarin li gorî serê xwe zagonên gundekî Kurdistanê li ser welatên ewrûpiyan ferz bikin. 

Sedema duyemîn entegrasyon bixwe ye. Pêwîst e kesên ku li enstîtuyeke kurdî kar bike zimanê welatê ku lê ne bizanibe.

Her wiha lazim e di nava van saziyan de komîteyên têkiliyan hebe ku em bikaribin xwe bi wan welatan bidin naskirin. Min bixwe chend caran pêshniyar kir ku pêwîst e enstîtu namilkeyek (broshûr) bi zimanê almanî amade bike û rapêshî saziyên dewletê bike. Ji ber ku bi rastî jî haya almanan zêde ji kar û xebatên me tuneye. Bawer im rewsh ji bo welatên din jî ku Enstîtuyên Kurdî lê hene wisa ye. Ne shash bim sala par namilkeyek wisa cara yekem hate amade kirin ku behsa xebatên enstîtuyê dikir. Pê gelek kêfxwesh bûm!
 
Ezbenî ev pirsiyara min nîvtaybet e! Shêwekar û hunermend Fehmî Balayî dê wekî berê bikare xebata xwe ya hunermendiyê pêk bîne? Ji ber ku serokatiyeke enstîtuyeke kurdî bi serê xwe dem û wextekî bash dixwaze…
Belê rast e. Pêwîst e dema mirov karekê hilde ser milên xwe divê li gorî wê yekê bikeve nava tevgerê. Ji bo pishtî kurtedemek nebe hingava rexne û gotinên xerab. Ji ber ku di dema dawî de zêdetir kar û xebata min, ligel karê shêwekariyê li ser nivîsîn û lêkolîna li ser hunerê ye, ne bawer im ku astengî û zehmetî derkevin pêshberî min. Lewre ev xebat bixwe xebatên enstîtuyê ne.
Li hêla din ji bo karê chêkirina tabloyan ezê wekî berê ji xwe re dem terxan bikim. Her chiqas ne wekî berê be jî, ezê hewl bidim ku carinan di ber xebata enstîtuyê de xebata xwe ya shêwekariyê jî berdewam bikim.
 
Plan û projeyên te yên hunerî?
Belê pirtûkeke min li ber chapê ye. Bi navê; “Mezopotamya Dîroka Shêwekarî li Kurdistanê”. Ev xebat li ser shêwekariya char parcheyên Kurdistanê ye. Her wiha lêkolîneke min a li ser ramana rengan heye ku ew jî ji chapê re amade ye.
Li hêla din ji bo Bashûrê Kurdistanê projeyeke min a mezin heye. Ew proje li ser enfalê ye. Peyker û avahiyeke ku enfalê sembolîze dike. Niha li ser wê kar dikim û ezê pêshkêshî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim. Mirov dikare di wê projeyê de enfal û Karesata Helebceyê bibîne.
 
salihkevirbiri@hotmail.com
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org