‘ESMER’
A NÛ DERKET
‘ÇAVREŞ’
DI RÊ DE YE!..
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
Piranî kurd,
raserî 100 nıvîskar, helbestvan, rojnameger, hunermend û rewşenbîrên
herî navdar ên Tirkiye û Kurdistanê ji bo Kovara Esmerê bi awayên
herdemî û demdemî dinivîsin ku di nava wan de kesên wekî Yaşar Kemal,
İsmail Beşikçi, Orhan Pamuk, Mehmed Uzun, Vedat Turkalî, Yılmaz
Erdogan, Tarık Ziya Ekinci, Aslı Erdogan, Coşkun Aral, Ahmet Telli,
Muhsin Kizilkaya, Ataol Behramoglu, Cuneyt Ozdemir, Cezmî Ersoz, Şeyhmus
Diken, Şukru Erbaş, Tuna Kiremitçi, Şanar Yurdatapan, Lale Müldür, Feyza
Hepçilingirler, Menderes Samancılar, Ahmet Kahraman, Can Dündar hene. Esmer,
meha bê du sal li pey xwe dihêle û dikeve sala xwe ya sêyemîn. Lewre jî
dê, ji hejmara serê salê û pêve, her hejmar paşgoyeke bi navê ‘Çavreş’
li ser kovarê wekî diyarî bê dayîn. Gelek kesên di nava nivîsandin û
weşangeriya kurdî de têne
naskirin dê di nava rûpelên Çavreşê de cih ji xwe re terxan bikin. Karîkaturîstên
bi navê Halil İncesu, İmam
Cici û Rewhat bi xêzên xwe her hejmar kovarê rengîntir û spehîtir
dikin. Esmer
li çermedorê Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û li Qibrîsê li rojnamefiroşan
tê belavkirin û firotin. Tîraja Esmerê raserî 10 hezar e, lê li gorî
ragihandina Ferzende Kaya nêzîkî 20 hezar kes kovar dixwîne. Di
hejmara dawî de, wekî diyarî salnameya 2007’an bi çar cureyan hatiye
amadekirin. Xwendevanê bixwaze dikare yek ji salnameyên ku wêneyên Musa
Anter, Şivan Perwer, Yılmaz Guney û Ahmed Arif li ser e, wekî xelat ji
rojnamefiroş û bayiyan werbigire. Ferzende
Kaya, Gerînendeyê Giştî û Xwediyê kovarê ye. Esmer,
‘Populer Kürtür’, Hejmar 24, Berfanbar 2006, Stenbol,
www.esmerdergisi.com |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org