|
|
- ‘Esmer’
a Gulanê bi awayeke têrtije derket
-
-
- Salihê
Kevirbirî
-
-
-
-
 |
- Navdartirîn weşana
kurdan ya li Tirkiyeyê ‘Esmer’, ku bi rasernavê ‘Populer
Kürtür’ weşana xwe bi awayeke mehane dike derket. Di
hejmara gulanê de, dosyaya vê carê li ser ‘Komên Muzîkê
yên Kurdan’ hatiye amadekirin.
-
- Di
hejmara navborî ya Esmerê de, nivîsarên ku li ser komên
kurdan û muzîka kurdî hatine amadekirin, tevî nivîskarên
wan ev in:
-
- Sözün
bittiği yerde: Mikail Aslan (Li cihê ku gotin tewaw dibe:
Mikail Aslan): Reyhan Çiçek.
- Komlar
ve Kürt Müziği (Kom û Muzika Kurdî): Hasan Guner.
-
- Koma
Wetan ve Keremê Gerdenzerî (Koma Wetan û Keremê Gerdenzerî):
Salihê Kevirbirî.
- The
Kamkars (Kamkaran): Ferzende Kaya.
-
- İran’ın
Pop Yildizi Jamshid (Stêrka Popa Îranê Jamshid: Ferzende Kaya
- Gelenekselden
Evrensele: (Ji Kevneşopiyê ber bi Gerdûniyê): Savaş Boyraz.
- Komên
Kurdan: Serdar Guven.
-
- Kardeş
Turkuler: Abidin Parilti.
- Arkadaşlığı
da sesine benzer Vedat’ın: (Hevaltiya wî jî dişibe dengê
wî): Muhsin Kizilkaya.
|
-
-
-
- Li
hêla din, ji derveyî dosyaya muzîkê û komêm muzîkê yên kurdan
gelek kes, bi gelek nivisarên (gotar-pexşan-helbest) xwe hejmara gulanê
dewlemend kirine: Eşber Yagmurdereli, Mehmed Uzun, Pelin Batu, Huseyin
Alemdar, Asli Erdogan, Bariş Mutlu, İsmail Beşikçi (Li ser
hilbijartina 2007’an û rola kurdan), Evrim Alataş, Yeşim Coşkun,
Aras Erdogan (Li ser Kendal Nezan), Ahmet Golbaşi, Bengin Cengiz, Ruken
Alp, Orhan Miroglu, Berjîn Hakî, Şerafettin Kaya, Eylem Kaftan, Hasip
Kaplan, Şeyhmus Diken, Ragip Duran, A. Ertan Misirli, Mehmet Zahir (Li
ser Simkoyê Şikak), Ayhan Erkmen, Yelda Karataş, Feyza Hepçilingirler,
Gulsel İnal, Cezmi Ersoz, Dselim Temo mêvanên hejmara Gulanê ya
Esmerê ne. Rewhat û Kemal Siyahhan bi xêzên xwe reng dane kovarê.
-
- Kovara
Esmer, ev 3 sal in ku bi awayeke rêk û pêk weşana xwe berdewam dike.
Kovara ku li li seranserê Tirkiye û Qibrîsê tê belavkirin, demek paşê
hewl dide ku li Ewropayê jî bê belavkirin. Buhayê Kovarê 4.5 Lireyê
Tirk yê Nû ye. Tîraja Esmerê di navbera 12-15 hezar de ye, lê tê
gotin ku ji tîrajê gelek zêdetir tê xwendin.
-
- Ji
bo agahiyên berfireh: www.esmerdergisi.com
-
-
-
-
|
|
|