EVDIREZAQÊ PARSEK *

 

 

SALIH KEVIRBIRÎ

 

 

 

Ji ber bayê sibê deriyê hewþê dikir zîqezîq. Çawa ku heft sal in terka vî gundî hatibû kirin, bêdengiyeke giran li meydanê bû. Nema dengê ewtîna kuçikan, zirîna keran, hirîna hespan û qîjeqîja çivîkan dihat. Her kêliya ku çavên wî li deriyê hewþê diket, pîrika wî Þefîqeya Ferman dihate bîra wî. Her dem bi pîrên navsere yên hevtemenê xwe re, li ber deriyê darîn çok dida û behsa serpêhatiyên keçkaniya xwe dikir. Bêhnek kûr fikirî, di nav mitalan de winda bû… “Zîqqqq”… Bi dengê zîqîniya derî, ji nav mitaleyên xwe veciniqî. Hêdîka rabû ser xwe, dawa xwe daweþand, bi gavên lerzok deriyê ku ji ber bayê hiþkesayî nîv-vekirî bû bi temamî vekir, bêyî ku careke din li dûv xwe bigire, berê xwe da mizgefta binê gund…
 
Dîwarê mizgeftê hatibû xwarê. Gelek caran ji ber ku mele nedihiþt bikevin hewþa mizgeftê, tevî hevalê xwe Usoyê Remezan xwe di ser wê dîwarê re diavêt nava hewþê û diziya tiriya nav mêwan dikir. Li ber dîwêr çavên wî ber bi pencereya mala muxtêr ve þemitîn. Mala te ne ava be muxtar! Te nehiþt miradê min û keça te Eyþeta here serî. Gava çavên xwe ji pencereyê da alî, xeyala Eyþeta li ser rûyê wî bû: Bejinbilind, enîqemer, çavbelek, porxelek, pozxizêm… Axxx Eyþeta axxx!..  
 
Agirekî sor bû Eyþeta. Her gava ku çav lê diket, dilê wî dikir gupegup. Hey Xwedê ev çi delalî bû? Ha agirê Þewata Sînema Amûdê, ha agirê Eyþeta… Mizgeft li dûv xwe hiþt û ber bi dibistana gund ve baz da. Baz da, baz da, baz da… Gava xwe gihand ber dîreka ala dibistanê, hilkehilk pê ketibû, di nava xwêdanê de mabû. Tevahiya camên dibistanê hatibûn þikandin. Hechecîkek ji qula raserî banê dibistanê hilfiriya… Bîst û þeþ rojan li vî dibistanî xwendibû. Xwendin ne karê wî bû. Piþtî ku dibistan terikandibû, bênavber heft sal û neh mehan þivantiya gund kiribû. Paþê piþta xwe dabû felekê, berê xwe dabû oxirê. Li Stenbolê, tenê çar meh li mala pismamên xwe îdare kiribû. Bêyî ku vegere gund, yekser çû leþkeriyê. Li Îsparta, Manîsa û Qaxizmanê Bîst û çar mehan leþkerî kiribû. Hijdeh meh leþkerî, þeþ meh leþkeriya di hepsê de. Hepsa wî ji ber firarên wî bû. Sê caran firar kiribû… 
 
Maseya mamoste li ber çavên wî ket. Lingekî masê þikiyabû. Çiqas li mamoste dihat ew mase. Gava berçavka xwe dida ber çavên xwe, pala xwe dida masê û digot; “Weysî ve Þukran kalkýn bakayým tahtaya!..” Gelo niha li ku ye Ýzzet Samî Tekeþîn? Me jê re digot, “Fîl Mihê”. Wekî fîlek qerase bû. Hê jî bi serê min nakeve, ev maseya reben çawa giraniya Fîl Mihê radikir?
 
Wey xweliya heft gundan li serê me be! Xwedê me çi bi te kir, kut e ev anî serê me? Me ne mal ma, ne cobar, me ne cot ma, ne sewal… Ne mirov, ne balinde, ne teyr, ne tilûr… Çi qewimî, çi ciriya? Ev çi sosreta giran e? Ev xewn e, xeyal e?..
 
Bêr û bivirek li ser pêlpêlokên dibistanê dît. Meþiya û rahiþt bivira qerase. Çûl i ber dara hejîrê sekinî, tifî her du destên xwe kir û heta ku Xwedê birî dayê, li nîveka darê xist. Di derba pêncan de dar ji nîvî ve bû du þeq. Çû li ber kevirekî gir çok da û di ber xwe re got: “Hema bila ev dar jî nemîne! Bila nemîne, bila nemîne!..
 
***
 
Av bi mastê di satilê de ketibû. Di dolmîþa xirbende de baþ çeliqî bû. Jixwe ji nehiyê heta gund ji wî û Hemzeyê Þifêr pê ve tu kes di dolmîþê de tunebûn. Ji hêrsa tunebûna rêwiyan, þifêr p êli gazê kiribû. Heta gihabûn gund nav û dilê w îli hev ketibû. Mast jî hema mabû bibe dew!
 
Gava ku mastê di satilê de rijand. Roj êdî çûbû ava. Gelo bi tena serê xwe, li nava vî gundî dê çi bikira? Ji bo dermanan, zindiyek jî di gund de tunebû.Qasek paþê, gava tarîtî bikeve erdê rûhê mayî jî wê here! Tenêtî ne bes bû îcar jî tarîtiya þevê… Dolmîþ heta du rojên din, di wir re derbas nedibû. Biryara vegera bajêr bida, heta berê sibê bimeþiya ancax digihayê. 
 
Bi derengiya þevê re, her diçû hîvron diberiqî. Beriqîna hîvronê, çavan lê sor dikir. Bibû evdalekî binê beriyê. Dilerizî, diricifî, ditirsiya. Di þevekî wisa de, bav û her du mamên w îli binê qulateyna gund hatibûn kuþtin. Di þeva kuþtina wan de jî, heyv wisa ron bû. Hîvron hebû… Sola xwe ya qetiyayî, ji lingên xwe derxist, ber bi devê xwe ve bir û gez kir…
 
***
 
Sê roj paþê, li tekane rojnamefiroþê li bajêr, sernavê rojnameya ku hatibû daleqandin bi vî rengî bû: “Evdirezaqê Parsek li gundê xwe mirî hate dîtin!” Nûçeya rojnameyê wisa berdewam dikir: “Evdirezaqê ku ev du sal in, bi parsa þêniyên bajêr jiyana xwe li kûçe û kolanan berdewam dikir, du roj bûn ku ji niþka ve winda bibû. Cenazeyê wî, li gundê wî yê ku 4 sal berê hatibû þewitandin û valakirin, hate dîtin. Bes solekî Evdirezaq li ber cenaze hate dîtin. Wî solekî xwe xwaribû…
 
* Di 5-ê sibata 2008-an de, di Rojnameya Azadiya Welat de ku li Diyarbekirê bi awayeke rojane û xwerû bi zimanê kurdî derdikeve de hatiye weþandin. (S.K)
 
rojnameger@hotmail.com

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org