Feqiyê Teyran û Yekîtiya Ewropayê

SALIHÊ KEVIRBIRÎ, salihkevirbiri@hotmail.com

Helbestvanê mezin Feqiyê Teyran rojek ji rojan berê xwe dide gundê Erbo ku gîrêdahiyê Xana Hawêl (Baykan) a Sêrtê ye. Ez derewînê gotina me, ji berê ve tê gotin ku niþtecihên gundê Erbo bi henek, laqirdî û mijûlahiyên beredahî û vala ve mijûl in. Hasilî kelam Feqiyê Teyran dikeve nava gund. Xeþ û bêþ, selam û kelam didine hev. Taybetiyeke helbestvanê gewre heye ku deverên ku diçê, xwe nade naskirin. Li Erbo jî qet behs nake ku ew Feqiyê Teyran e. Rasterast daxwaza çûyîna mizgefta gund dike. Gundiyek pê re diçe mizgeftê. Mizgeft ji mirovan tije ye. Li qûncikekê rûdine û dêhn û bala xwe dide mijûlahiyan. Li gorî kesên li nav mizgeftê mirovekî parsek an jî feqîrokî ye.

Her kes bi hev re xeber dide, lê ji devê tu kesî xeberdanên li ser misilmanî, Xwedê û axretê dernakeve. Her kes behsa kerê xwe dike. Yek dibêje;

- Kerê min wiha ye, jêhatiye. Dikare barê çar hêstiran hilgire...

Yekî din xwe kêm nake, li camêrê berê vedigerîne:

- Ew jî tiþtek e malnemîrat. Wele kerê min heft þev û heft rojan êm û ka nexwe jî, dikare barê terextorek zebeþ hilgire. Bi ser de jî dikare li heft gundan bigere...!

Feqýyê Teyran bala xwe didê ku gundî ji bilî pesindayînên kerê xwe behsa tu tiþtî nakin. Di vê navberê de þev ji nîvê þevê jî derbas bûye. Ji mexrebê ve hatiye nava gund û heta wê qasê jî kesî jê re negotiye; “Tu têr î an birçî yî?”

Piþtî gengeþiya giran a li ser keran, her kes radibe diçe mala xwe. Kes ji Feqýyê Teyran re nabêje; “Ezbenî kerem bike em herin malê, tu mêvan î niha tu westiyayî...” Ku bibêje ‘ez Feqiyê Teyra me’, dibe ku rewþ biguhere û her kes bibêje ‘kerem bike were mala me’ lê naxwaze bi wî navî qedirê wî bê girtin. Li hewþa mizgeftê lihêf û dewþekek didine û dibêjin:

- Ha li vê derê razê...!

Þev nîvê þevê Feqiyê Teyran bi awayekî birçî û hêrsbûyî radibe ser xwe, hibra xwe ji tûrikê xwe derdixe û li ser kaxezekê wiha dinivîse:

Erbo li nav dara be
Mizgefta we mijûlahiya kera be
Xweliya heft gundan li serê we be
Qey wê her þev Feqiyê Teyran mêvanê we be...!?

Belê, rewþa îro ku rayedarên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê tê de ne, diþibe rewþa gundiyên Erbo û Feqiyê Teyran. Çawa ku helbestvanê mezin gotiye: “Qey wê her þev Feqiyê Teyran mêvanê we be?” Em jî ji rayadarên Tirkiyeyê re dibêjin, “Qey ji bo gûherîn, demokrasî û azadiyê, wê her dem destê biyanî ango xerîban li ser serê we be? Ji kerema xwe re, ji bo xwe van yekan pêk bînin...”

Gotina min ji bo kerên ku her dem mijûlahiya keran dikin...