Pirtûka ‘Filîtê Quto’ ya Salihê Kevirbirî

li tirkî hate wergerandin

   

Kürt Halk Türkülerinden seçmeler’ (Filîtê Quto)

Salihê Kevirbirî

Evrensel Basým Yayýn

Ji kurdî werger: Mazlum Dogan

192 rûpel-Stenbol  

 

 

STENBOL- Pirtûka rojnameger û nivîskarê kurd Salihê Kevirbirî ya bi navê ‘Filîtê Quto’ li zimanê tirkî hate wergerandin. Orijînala pirtûkê di sala 2001’î de li Stenbolê ji hêla ‘Weþanxaneya Pêrî’yê ve bi zimanê kurdî hatibû weþandin.

Wergera pirtûkê bi navê ‘Kürt Halk Türkülerinden seçmeler’ (Hilbijêrek ji Kilamên Kurdî) ji hêla Evrensel Basým Yayýnê ve ku ev demek e dest bi ‘Rêzepirtûkên Çand û Dîroka Kurdî’ kiriye ve hatiye weþandin. Wekî tê zanîn weþanxaneya navborî, di warê weþangeriyê de yek ji çaktirîn saziyên weþangeriyê ye. Pirtûka Kevirbirî di rêza pirtûkên kurdî de 8’emîn; di warê weþanên giþtî yên weþanxaneyê de jî pirtûka 258’an e.

Pirtûka ku ji hêla Rojnameger Mazlum Dogan ve ji kurdî bo tirkî hatiye wergerandin, 20 kilam û 20 qewimînên girîng ku li nav kurdan pêk hatine, di nava xwe de dihewîne. Salihê Kevirbirî bi vê pirtûka xwe, kilam û qewimînên ku heta niha ji hêla bi dehan dengbêjan ve li seranserê welêt hatine vegotin, ligel lêkolîn û guhertinên (versiyon) wan darêjtiye ser kaxizê. Kilam û qewimînên di nava pirtûkê de ev in: Emê Gozê, Þerê Pencînaran û Elikan, Meyrema Fileh û Eliyê Qolaxasî, Genc Xelîl û Edûlê, Filîtê Quto, Þerê Newala Qeremûsê, Behcetê Dawûd, Biþarê Çeto, Raperîna Mala Eliyê Ûnis, Þerê Xûrûcê, Bavê Fexriya Siwarê Gêjo, Heso û Nazê, Þerê Hethetkê, Ferzende Beg, Emînê Perîxanê û Evdilê Birahîm, Þerê Hethetkê, Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze, Ferzende Beg, Dengbêj Ferzê, Ferman e, Qezaya Bûlanixê.

Ji bilî ‘Filîtê Quto’; Karapetê Xaço (tirkî, Weþanên Sî, Stenbol-2002), Gera Pênûsê (Kurdî, Weþanên Sî, Stenbol-2003) berhemên din ên Kevirbirî ne. Salihê Kevirbirî, Endamê PEN’a Kurd û Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê ye.

Ji bo xwestina pirtûkê pêwendî:

salihkevirbiri@hotmail.com

bilgi@evrenselbasim.com

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org