Min navê
wê pirsî
Li ber reþetaqa
mizgefta gundê þêxan
Li destan
satila avê
Li eniya
serê 18 salî
Qermiçokên
pîrên navsere
Min navê
wê pirsî
Bi gotinên
fediyok
Ligel
lebatên lêvên lerzok
Bes Xwedayê
Teala
Ferþa limêja
Sofî Xelîlê Dîn
Û
Qulateyna binê gund
Þahidê
van kelam û nezeran bûn
Min navê
wê pirsî
Li piyan
terebzanên peritî
Min li halê
wê pirsî
Bi heft
dilên þewitî
Keça
Tirpançiyê Welatê Serhedê
Bejnbilinda
binê çadira raserî þikeftê
Meþwerdeka
enîqemer
Rakir serê
xwe ji ber xwe
Negeriya
zar û ziman
Bersivand
bi çavên kildayî:
‘Reþqeder
e navê min..!’
Reþqeder...
Tebax 2004, Stenbol
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org